Tuesday, May 20, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

 Jin li tevayî cîhanê xwedî li Rêber APO derdikeve

14/02/2024
in QUNCIK NIVÎS
A A
Daxwaza dagîrkirinê ya dewleta tirkî xelas nabe
Share on FacebookShare on Twitter

Nehîr pale

Rêber APO ji bo dawî li rêbazên sîstema dagirker û cinsiyetparêziyê yên li hemberî jinê têne bikar anîn, bîne dest bi têkoşînê kir. Zîhniyeta mêr ku destûr nade hebûna jin, îradeya wê diperçiqîne û dixwaza wê ya azadiyê her tim bi qeydên koletiyê girêbide êdî ketiye nava hewldana ku temenê xwe dirêj bike. Kîjan jin û li kuderê be eger li hemberî zîhniyeta mêr û sîstema dewletê serî rabike, tê darvekirin, tecawizkirin, kuştin yan jî bi salan di girtîgehê de wê dirizîn in. Ji destpêka 3500 BZ. heyanî roja îro ev rê û rêbaz li hemberî jina têkoşer têne meşandin. Li gorî zîhniyeta mêr kîjan jin serî hildide yan li ber xwe bide ew xeter e û divê were tine kirin. Bi riya ol di bin navê jin li hemberî Xwedê derdikeve bi hezaran jinên ku hewl dane zanist û felsefe lêkolîn kirine yan jî tevlî siyasetê bibin ew bi awayekî dûrî mirovahiyê işkence kirine û kuştine. Çeteyên Tirkiyê îro li herêmên dagirkerî Efrîn, Sere Kaniyê, Girê Spî û hwd heman rêbazan li hemberî jin didin bi kar anîn. Li Tirkiyê jî bi sedan jinên siyasetmedar, hunermend, rewşenbîr, têkoşer di girtîgehê de ne. Armanc ji bikar anîna van rêbazan ew e ku jina daxwaza azadiyê dike bêdeng bikin.

Rêber APO ji bo guhertina zîhniyeta mêr û cinsiyetparêziyê jin tevlî têkoşînê kir, jina ku weke mirov nedihat dîtin, bêhurmet nêzî wê dibûn, ew qir dikirin, Rêber APO ew pîroz kir. Êdî bi riya fikir û felsefeya Rêber APO hemû rê û rêbaz, gotin, nêzîkatiyên cinsiyetparêz têne lêpirsîn kirin û ji nûve dîroka jin bi destê jinên têkoşer tê nivîsandin.

Gerilayên jin ji sala 1984`an ve derbasî çiyayê Kurdistanê bûn, bûn şervan, şer birêve dibin, li ber xwe didin, li hemberî paşverûtiya zîhniyeta mêr dest bi têkoşînê kirin, ji bo azadiyê bedelên mezin didin. Berxwedana Şehîd Bêrîtan, Sakîne Cansiz û bi hezaran têkoşerên jin îfadeya têkoşîna jin a li hemberî zîhniyeta mêr dike. Berxwedanî û têkoşîn êdî ji bo jin bûye rêgezên jiyanê, jina bêçare, jina di koletiyê de israr dike, jina teslîmkar êdî nayê pejirandin.

Şoreşa Rojavayê Kurdistanê jî gelek jinên berxwedêr û têkoşînvan afirandin. Jinên ku li hemberî çeteyên DAIŞ`ê û dewleta dagirker a Tirk neşikestin û têkoşîn dikin şervanên Rêber APO ne. Fikrê Rêber APO ruh û fikrê jinê ronî dike, wê fêr dike çawa bijî û bibe lêgervana heqîqetê. Ji ber vê yekê jin di her şert û mercî de xwedî li Rêber APO derdikevin. Li hemberî komploya navnetewî ya 15`ê Sibatê 1999`an jin bûn xwedî helwest. Li gelek dewletan çalakiyên fedayî kirin, berê xwe dan çiyan û riya têkoşînê hilbijartin. Ev têkoşîn ji gelek aliyan ve tê meşandin, li hemberî zîhniyeta mêr, cinsiyetparêziyê, sîstema kabtalîzim û hwd têkoşîn tê kirin. Ji bo temenê sîstema kaptalîzim dirêj neke û dawî lê were fikir û ramanên Rêber APO têne jiyanî kirin û li tevayî cîhanê têne belav kirin. Jin, Jiyan, Azadî bûye felsefeya jina têkoşer û wê bibe dawî anîna li zîhniyeta mêr.

Post Views: 42
ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Armanca Kongreya NADA xurtkirina hevpeyamanên jinan e’
JIN

‘Armanca Kongreya NADA xurtkirina hevpeyamanên jinan e’

19/05/2025
Rêber APO: Tişta ku me kiriye, guhertineke mezin a paradîgmayê ye
NÛÇE

Rêber APO: Tişta ku me kiriye, guhertineke mezin a paradîgmayê ye

19/05/2025
4’emîn salvegera damezrandina Radiyoya Dicle Fm hat pîroz kirin
NÛÇE

4’emîn salvegera damezrandina Radiyoya Dicle Fm hat pîroz kirin

18/05/2025
‘Mîrasa Şehîdên 18’ê Gulanê Îradeya Kongreya 12’emîn e’
NÛÇE

‘Mîrasa Şehîdên 18’ê Gulanê Îradeya Kongreya 12’emîn e’

18/05/2025
‘Ji ber derengbarîna baranê berhemê mûsimê îsal kêm e’
CIVAK Û JIYAN

‘Ji ber derengbarîna baranê berhemê mûsimê îsal kêm e’

18/05/2025
RAMANÊ RÊBER APO YEKÎTIYA GELAN PÊK ANÎ
HAJMARA PDF

RAMANÊ RÊBER APO YEKÎTIYA GELAN PÊK ANÎ

18/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.