Rojnameya Ronahî

1`emîn Festîvala Wêneyên Fotofrafîk ên Sûriyeyê bi dawî bû

Birûc Resûl/Qamişlo_


Bi tevlîbûna 40 wênekêşên ku xwestin bi riya wêneyan çanda civaka xwe rave bikin, 1`emîn Festîvala Wêneyên Fotofrafîk ên Sûriyeyê li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya li bajarê Qamişloyê destpêkir û festîvan 2 rojan dewam kir. Di dawiya festîvalê de jî xelata Rojnamevan Seyid Evren a wêneya herî baş û çîroka wêneyê ya herî baş hate belavkirin.

Bi dirêjahiya 2 rojan dîwarên Hola Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya bajarê Qamişlo bi wêneyên renge reng ku rihê berxwedan û berxwedêriyê vegotin, hatine xemilandin.  Di 1`emîn festîvala Yekîtiya Wênekêşan a Sûriyê û çalakiyên festîvalê de, forûmek pêk hat ku tê de komek ji wênekêşên ji derveyî welat ên wekî Misir û Silêmaniyê bi rêya vîdeoyan beşdar bûn. Herwiha wênekêşên ku zêdetirî 50 salan vî kar û xebatê dikin, serpêhatiya xwe bi wênekêşiyê vegotin. Di festîvalê de şîrovekirina sînemakar û rojnamegeriyê girîngiya rojnamegeriya fotografîk, şaşîyên hevpar yên gelek wênekêşan hate şîrovekirin.

Herwiha festîval her sal wê di 30 ‘ê Çileyê de di salvegera damezirandina Yekîtiyê de were lidarxistin, lê îsal ji ber rewşa ewlehî ya herêmê û êrişên dagirkeriya Tirk, ji ber vê yekê festîval di 12’ê Sibatê de hate li darxistin.

Festîval bi armanca ku wênekêşan teşwîq bike û piştgirî ji wan re were dayîn, da ku beşdarî pêşangehên fotoyê bibin û asta wan hîn baştir pêşbikeve. Di pêşangehê de kamerayên klasîk li ser 50 cureyên kamerayên ji dîrokên cuda hatin pêşkêş kirin.

‘Pêşangeh wê bibe pencereya ku cîhan bi rêya wê foto û dîmenên ku çanda herêmê radigihînin’

Hevserokê Yekîtiya Wênesazên Sûriyê Ehmed Merdalî behsa girîngiya festîvalê kir û got ku wê her sal festîval were li darxistin û got: “Mîsyona wênekêşiyê ew e ku bedewiyê belge bike û tiştên ku kamera wî ji cîhanê re dibîne, ragihîne. Lê pêwîstiya wan bi motîvasyoneke ku wan ji wênekêşiyî re teşwîq bike heye û ev pêşangeh wê bibe pencereya ku cîhan bi rêya wê wêne û dîmenên cihêreng bibîne.”

Di dawiya festîvalê de 3`ê wênekêş hatin xelat kirin

Merdalî destnîşan kir ku Yekîtiya Wênekêşan hewl dide ku ji bo her kesê ku dixwaze ji hundir û derveyî Sûriyê tevlî wênekêşiyê bûne piştgiribûne piştgiria wan bike. Her wiha di dawiya axaftina xwe de hêvî kir peyama ku wê ji festîvalê derkeve ku ev jî gihandina hawar, berxwedan û bedewiya Sûriyê ji cîhanê re ragihîne. Di dawiya festîvalê de wênekêş ji bo wênegiriya û çîroka fotografîk a herî xweşik û  kesê jêhatî di wênekêşiyê de wê werin xelat kirin.”

Pêşengiha wêneyan

40 wênekêş ji hundir û derveyî Sûriyê bi rêya wêneyên cûrbecûr beşdarî festîvalê bûn û hejmara wêneyên ku di pêşangehê de hatine pêşandin gihaşt 100 wêneyan û di nav de 12 çîrokên fotografîk ku ji sê wêneyan pêk dihat û çîrokekê vedibêjin û bi têde jiyana jinên ku li gundan jiyan dikin û pêşengtiya jinê ji şoreşê re û berxwedaniya ku daye raber kirin.

Wêneyên Hêzên Ewlekariya Hundirîn

Di heman demê de wêneyên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, wêneyên erdhejê û bandorên ku li pey xwe hiştine hebûn, di pêşangehê de wêneyên zarokên di kampan de hebûn û kesên temen mezin yên di kampan de dijîn û yên ku bi darê zorê hatine koçberkirin. Di nava wêneyan de wêneyên jinên temen mezin ku di dema bûyerên girtîgeha Xiwêran a Hesekê de ji bo parastina herêmê rahiştine çekan hatin xemilandin.

‘Tekoşîna jinên Rojava li cîhanê deng veda’

Wênekêş Rodî Tahlo bi beşdarbûna xwe ya festîvalê de diyar kir ku ew dixwaze sembola berxwedana jinan bi mîras, folklor û xebata xwe bi rêya sê axên ku wêneyên wî jê re hatine vegotin, ji cîhanê re ragihîne û wekî ku dibêje: “Min wêneyên berxwedana ku jinên Hesekê li dijî DAIŞ’ê di bûyerên zindana Xiwêran de nîşan da, min jî di komeke wêneyan de diyar kir ku 2 jinên ku temenê wan 50`î salî ne, bi hemû hêza xwe dest ji bajarê xwe bernedan. Êdî di cîhanê de hat xuyakirin ku heya dayikêm me jî bûne sembola parastina Rojava û jiyana jinan û cilên wan yên folklorî min xêz kirin e. Armanca min ji xêzkirina van wêneyan ew e ku ez rola jinan, hêza wan û girêdana wan bi ax û mîrasa kevnar re hîn baştir ji cîhanê re ragihînim.”

Fotoyên şehîd Seyîd Evran

Di berdewama  pêşangehê de ku di nava festîvalê de hate lidarxistin, hemû wêneyên di pêşangehê de rihê berxwedanê yê ku şehîd Seyîd Evran çandibûn hatin pêşandan û ji bo bîranîna wî beşeke taybet ji bo hin wêneyên ku ji hêla kamera wî ve hatine kişandin, di pêşengihê de hatin bi cih kirin. Di anva wan wêneyan de wêneyên ku xweşikbûna xwezayê û aramiya wê nîşandidan hebûn, herwiha wêneyên ku dengê jiyanê û êşa gelan, hêz, şer û berxwedanî didane raberkirin.

Beşdarbûna jinan di festîvalê de

10 wênekêş bi wêneyên xwe yên cuda beşdarî festîvalê bûn, zêdetirî 40 wêneyan, ku tê de karên destan di demên berê de û gelek wêne jî di kesayeta jin û xwezayê û berxwedana jinan di şoreşê de raber dike hatibûn pêşkêş kirin.

Herwiha di roja dawiyê ya Festîvala Wêneyên Fotografîk ku bi navê Şehêd Seyid Evran hat li dar xistin ku 2 rojan dewam kir, xelat ji bona 3`ê wênekêşan hate belavkirin.

  • Baştirîn wêneyên bi çîrok Sorgul Şêxo hat xelat kirin.
  • Baştrîn wêneyên herî xweşik Biha Mihmûd hate xelat krin.
  • Kevintirîn wênekêş Abdqadir Sûzik hate xelat kirin.