Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Êzgeh xeyalan diafirîne û ramanên mirov dixe nava tevgerê

13/02/2024
in NÛÇE
A A
Êzgeh xeyalan diafirîne û ramanên mirov dixe nava tevgerê
Share on FacebookShare on Twitter

Ronaz Silêman/Qamişlo

Îro bi boneya roja cîhanî ya Êzgehan Yekîtiya Ragihandina Azad bi dorûşmeya ‘Êzgeh…dengê şoreşa civakî ye’ Semînerek li Baxçeyê Xwendinê yê bajarê Qamişlo hat dayin.

Îro Yekîtiya Ragihandina Azad bi boneya roja cîhanî ya Êzgehan bi dorûşmeya ‘Êzgeh… dengê şoreşa civakî ye’ Semînerek li dar xist. Herwiha di semînerê de hin endam û rêveberên Saziyên Rêveberiya Xweser, Endam û rêveberên Êzgehên Kanotan Cizîrê û rojnemevanên girêdayî Ragihandina azad beşdar bûn. Herwiha semîner li ser 2 beşan ji aliyê nivîskar Diyar Bohtî û edîtora Kovara Afaq Elmeraa Nêrgiz Ismayîl ve hat dayin.

Naveroka semînerê ji aliyê Diyar Bohtî û Nêrgiz Ismayîl ve hat şîrovekirin û naveroka semînerê wiha bû: “Di nêrîna gelek kesan de, Êzgeh wek destgehek Ragihandinê nayê dîtin, lê Êzgeh beşekî sereke yê Ragihandinê ye. Di dema niha de rola Êzgehan ji ya Kenalan jî zêdetir e. Ji ber kenal hêdî hêdî ji jiyana gel derdikeve, ew yek bi sedema pêşketina enternêtê ye, lê Êzgeh li her derê û bi derfetên herî kêm tên guhdarkirin. Êzgeh xeyalan diafirîne û ramanên mirov dixe nava tevgerê. Bandora êzgehan li cîhanê bi tevahî heye. Dibe ku gelek Êzgeh ji xebatên xwe bi sedema zextan hatin rawistandin, li tevî vê yekê jî xebatên Êzgehan nehatin rawistandin û berdewamiya wê bû sedema pêşketina wê. Di heman demê de bandora êzgeha di şorega Bakur û Rojhilatê Sûriyê de mezin bû.”

Di dawiya semînerê de ji aliyê Cîgerê Hevserokê Yekîtiya Navnetewî ya Rojnamegeriya Erebî Hesen Zaza, Xebatkarên kevnar yên Êzgehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin xelat kirin. Xebatkarên Êzgehên hatin xelatkirin jî ev bûn; Rêveberê Orkêş Sebah Hemo, Rêveberê Êzgeha Xabor Mêrxan Îmadî û Rêvebera Êzgeha Dengê Jiyanê Sozdar Ehmed.

Hêjayî gotinê ye ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 15 Êzgeh bi fermî weşan dikin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.