Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Gaziyên şer jî ji êrîşên dagirkeriya Tirk bêpar neman’

14/02/2024
in NÛÇE
A A
‘Gaziyên şer jî ji êrîşên dagirkeriya Tirk bêpar neman’
Share on FacebookShare on Twitter

Emîna Mihemed/Qamişlo_

 

Berdevka kongra star a kantona Qamişlo Ibtîsam Hisên diyar kir ji ber ku Gaziyên şer kesên fedekar bûn û di şerê li dijî DAIŞ’ê de cihê xwe girtin, ji ber wê yekê hatin hedef girtin. Herwiha Rêveberiya kongira star ya taxa Hilêliyê Sewsen Ebdela da xuyakirin ku gaziyên şer jî ji êrîşên dewleta Tirk a dagirker bêpar neman.

Dewleta Tirk hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi balafirên bê mirov topbaran kirin, êrîşên ku hatin kirin piranî cihên xizmetgûzarî û binesaziya herêmêne. Armanca êrîşên dagirkeriyê têkbirina vîna gelên herêmê û dagirkirina tevahiya Bakur û Rojhildatê Sûriyê ye. Dagirkeriyê di êrîşên xwe yên herî dawiyê de binesaziya herêmê û gelên herêmê kir armanc. Tevî ku êrîşên li ser sivîl û binesaziya herêmê sûcekî dijmirovî ye.

 Di derbarê êrîşên dewleta Tirk a dagirker a li ser mala gaziyên şer, Berdevka Kongira Star a kantona Qamişlo û Rêvebera Kongira Star a taxa Hilêliyê ji rojnameya me re axivîn.

Berdevka Kongira Star a kantona Qamişlo Ibtîsam Hisên diyarkir ku dewleta Tirk a faşist bi rengê xweyî hov, bi awayekî dijminane carekî din mala Gaziyên ku di şerê li hemberî DIŞ’ê de birîndar bûne kire hedef û wiha got: “Ji ber ku gaziyên şer ew kesên fedekar û yên ku canê xwe di ber welat de fedakirine, kesên ku li hemberî çeteyên DAIŞ’ê ya ku Erdoganê faşîst serkêşiya wê dike. Ji ber wê jî dewleta Tirk a dagirker navenda gaziyên şer kire armanc. Herwiha di salvegera 25`emîn a komploya navntewîn de ev êrîş li ser van Gaziyan hate pêkanîn, ev jî tê wateya berdewamiya komployê û berdewamiya tecrîda girankirî ya ku li ser Rêber Apo tê meşandin. Ji ber vê jî em wekî jin di pêşengtiya jinê de û wekî gelê Rojava û hemû azadîxwazên cîhanê em ê li berxwe bidin û têkoşînê berdewam bikin. Herwiha em ê tim û tim li ser piya bin heta ku tecrîda fîzîkî ya li ser Rêber Apo têk biçê.

‘Dewleta Tirk hewil dide şoreşa azadiyê têk bibe’

Di heman çarçoveyê de rêveberiya kongra Star a taxa Hilêliyê Sewsen Ebdela destnîşan kir  ku gaziyên şer jî ji êrîşên dewleta Tirk a dagirker bêpar neman e û wiha got: “Gaziyên şer ku li hemberî çeteyên DAIŞ`ê yên ku xwestin Rojava dagir bikin li ber xwedan û parçek ji canê xwe feda kirin, ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatin hedefgirtin. Di van demên dawiyê de ji milê dagirkeriya tirk a qirker ve li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek êriş û gefên dagirkeriyê têne meşandin, li hemberî vê yekê jî gel di nava berxwedan û tekoşînê de ye.

‘Heta ku Rêber Apo azad nebe, gelê kurd jî azad nabe’

Rêveberiya kongira star a taxa Hilêliyê Sewsen Ebdela di dawiya axaftinên xwe de wiha got: “Aemanca dewleta Tirk ew e ku DAIŞ`ê zindî bike û kurdan tune bike. Lê vîna gelê me xurte û wê dagirkerî tucarî nikaribe bi balafir û êrişên xwe vîna gel bişkîne. Herwiha kompliya li ser Rêber Apo ya ku di 15’ê Sibata 1999 an pêkhat wê bi berxwedana gel tucarî bi ser nekeve û em ê, Rêber Apo azad bikin û heya ku Rêber Apo azad nebe, gel jî azad nabe.”

 

 

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.