Rojnameya Ronahî

Armanca mala Êzîdiyan avakirina yekîtiyê di nava gelê Êzîdî de

Ayşa Silêman/ Qamişlo

Hevseroka Mala Êzîdiyan Nalîn Reşo diyar kir ku di sala 2012’an de, li ser asta herêma Bakur û Rojhilatê Sûrî û bi armanca avakirina yekîtiyê û hevgirtinê di nava gelê Êzîdî de, Mala Êzîdiyan hat avakirin.

Mala Êzîdiyan her du salan kongira xwe li dar dixin, di 9’ê Sibatê de kongira xwe ya 6’emîn li ser asta herêma Bakur û Rojhilatê Sûrî li darxistin, kesên ku di kongirê de hazir bûbûn zêdeyî 400 kesî bûn, di kongirê de gelek guhertin û biryarên nû hatin girtin. Herwiha hevserok ji bo Mala Êzîdiyan jî hatin hilbijartin û her hevserokek  dikare du salan rêveberiya Mala Êzîdiyan bike. Mala Êzîdiyan çar şaxên wê hene;  Navenda sereke li Amûdê ye, şaxek li Tirbespiyê, Hesekê û  li Dirbêsiyê ye. 

Di derbarê kongira 6’emîn ya Mala Êzîdiyan de Hevseroka Mala Êzîdiyan Nalîn Reşo ji Rojnameya me re axivî.

Guhertin û biryarên ku di kongirê de hatine girtin

 Nalîn Reşo diyar kir ku ev zêdeyî du mehaye qomîta amadekar hazirtî ji bo vê kongirê dikir û wiha got:”Di kongirê de zêdeyî 400 kesî hazir bûn, herwiha  kesên ku  Mala Êzîdiyan jî ji wan re deiwtname rêkiribûn di vê kongirê de hazir bûn wek; Hemû saziyên sivîl, pêkhate, yekîtiya Sûriyê, Yekîtiyên Mala Êzîdiyan ya li Efrînê û Şehba jî hazir bûn. Herwiha Êzîdiyên li Şengalê jî yên ku Mala Êzîdiyan ji  wan re dewetname rêkirinbûn ew jî tevlî vê kongirê bûn. Bi giştî Êzîdiyên li Bakur û Rojhilatê sûriyê cihê xwe di kongirê de girtin. Di heman demê de ji bo guhertina hevserok, endam û cîgeran berî demekî hilbijartin hatibû çêkirin, di kongirê de encamê vê hilbijartinê hate erêkirin.

 Hevseroka Mala Êzîdiyan Nalîn Reşo Axaftina xwe bi dawî kir û wiha got: “Guhertinên ku di kongirê de hatin kirin, hevserokê Mala Êzîdiyan hat guhertin, cîger hatin guhertin, herwiha endamê meclisa rêveber a giştî jî hat hilbijartin û endamên şaxan hatin hilbijartin.  Herwiha ji bo van êzîdiyên ku koçber bûne, dev ji  mal û milkên xwe berdne, Mala êzîdiyan biryar da ku guh bide van mal û milkan. Di Mala Êzîdiyan de qomîte hene, wek;  qomîta li ser koçberên Şengalê disekine, qomîta abûrî, qomîta li hevhatinê û qomîta Ciwana jî heye. Di kongira 5’emîn de biryara rakirina qelen  hatibû derxistin, ev biryar pêk hat û di vê  kongirê de jî ev biryar hat erê kirin, heman biryara ku endamtiya mala Êzîdiya ji kesên temenê wan ji 18 mezintir be jê re derdikeve da ku kar û xebatên malê bi rêve bibin. Ev biryar jî divê kongrê de hate erêkirin. Di heman demê de çi kesên Êzîdî çi jin çi mêr,  ew  wek yek ji vê malê tê hisabkirin.