Monday, July 27, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

3`emîn Konfiransa Yekîtiya Ciwanên Suryaniyên hat li dar xistin

11/02/2024
in Uncategorized
A A
3`emîn Konfiransa Yekîtiya Ciwanên Suryaniyên hat li dar xistin
Share on FacebookShare on Twitter

Birûc Resûl/Qamişlo

Bi durişmeya “Bi xebat û zanînê em li ser rêya têkoşîn û azadiyê ber bi pêşerojeke baştir a ciwanên xwe ve dimeşin”Yekîtiya Ciwanên Suryaniyan di 11 ‘ê Sibatê de 3`emîn konferansa xwe li Hola Civaka Xêrxwaziyê ya Ermenan a bajarê Qamişlo li dar xist.

Îro li bajarê Qamişlo 3`emîn Konferansa yekîtiya ciwanên Suriyan hat li dar xistin. Herwiha bi beşdarbûna nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û endamên saziyên sivîl û tevgera ciwanan jî cihê xwe di konfiransê de girtin. Konferans bi deqeyek rêzgirtina li ser giyanên şehîdan dest pê kir.

Piştre hevseroka Yekîtiya Ciwanên Suryanî Marîna Îsa bal kişandina li ser darxistina Konferansa 3`emîn a Ciwanên Suryan û pîroz kir. Marîna destnîşan kir ku Ciwanên Suryan bi rêya damezirandina vê tevgerê dixwazin bibin xwedî helwest û teqez kir ku piştî destpêkirina şoreşa Rojava ev tevger û saziyên din yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, di warên leşkerî, çandî û siyasî de hat hilberandin.”

Herwiha Marîna di berdewamiya axaftina xwe de got, Em ciwan yek dest in û hêz in, ji bo ku em bigihêjin mafên gelê Suryanî û Keldanî û bibin xwedî îradeyeke xurt, me bi yekîtî û hezkirinê destpêkir. Di heman demê de wek tevgera Yekîtiya Ciwanên Suryan, ew ê bi hemû tevgerên ciwanan ên pêkhateyên cuda yên herêmê re bi yek dest û yek dil bin. Ji bo çareserkirina pirsgirêkên ku kategoriya ciwanan eleqedar dikin, ciwan dê cihê xwe di asta herî pêş de bigrin.

Piştre pêşandaneke muzîka Suryanî hat pêşkêşkirin. Di heman demê de girêdayî ciwanên Suryanî di cîhanê û welat de senefizyon a ji axaftina serokê Rêxistina Suryaniyan Mîşêl Hedad hat pêşkêşkirin.

Di dawiyê de jî rêziknameya hundirîn a Yekîtiya Ciwanên Suryanî hate xwenidin, guhertinên ku di rêziknameyên tevgerê de hatine çêkirin, hatin pejirandin û meclisa ciwanan hate diyarkirin. Komîteya rêveber a ku dê 2 salan tevgerê bi rê ve bibe û hevserokatiya tevgerê jî hatin hilbijartin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Berxwedana Gerîla Misogeriya Pirrengî, Azadî Û Demokrasiyê Ye
ROJEV

Ji Lîbyayê Heta Sûriyê.. Stratejiya Tirkiyê Ya Kontrolkirina Korîdorên Enerjiyê

26/07/2026
DIVÊ QANÛN DERENG NEMÎNIN
HAJMARA PDF

DIVÊ QANÛN DERENG NEMÎNIN

26/07/2026
Hozan Comerd: Werin vê axa pîroz û dengê şoreşê bighînin her derê
ÇAND Û HUNER

Hozan Comerd: Werin vê axa pîroz û dengê şoreşê bighînin her derê

26/07/2026
Li Îranê kirîza avê  
CîHAN

Li Îranê kirîza avê  

26/07/2026
Dema mirina bizinê tê nanê şivan dixwe
Serbest

Serê hişk û req heta ku li dîwaran neqelibe…

26/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Zagona Çarçoveyî: Rêber Abdullah Ocalan çawa qonaxa nû dixwîne?

26/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.