Rojnameya Ronahî

Xerbûş Derb Eltanûr

Birûc Resûl/Qamişlo

Odeyeke biçûk ku ji çend metreyan derbas nake, di nava cotkariyeke mezin de ku ji bo karkerên cotkar cihekî bêhinvedanê ye hatiye avakirin. Armanca wê ew bû ku wan ji serma zivistanê û germa havînê biparêze, lê Samî Mûnir Eyşa xwedî nêrîneke din bû ku dîkora odeyê bike muzeya mîrateyan.

Mîrat bi xwezayê re têkildar dibe, di hundirê cotgeheke biçûk de li bajarê Qamişlo, li wir hûn parçeyên mîratê yên ku li ser her du aliyên rêyeke axê hatine danîn dibînin. Dema ku hûn derbasî wê deverê dibin di destpêkê de hûn erebeyeke kevin a darîn ji bo veguhastinê dibînin. Di hundirê wê de komek amûrên ku cotkar ji bo cotkirina erdê bi kar tînin û li nêzî wê tenûra nan û amurên din ên kevin hene û bîreke avê ya darîn û selikeke bambû li her du eniyan daliqandî ye û selikeke gazê ya, hêrandina goşt ê ku bi destan hatiye çêkirin li ser bîrê ye. Li aliyê din jî rê bi kepçeyên daran bi cureyên kulîlkên renge-reng hatiye xemilandin û tenekeyên camên ku ji bo depokirina xwarinê dihatin bikaranîn li rex wan hatin dîtin.

Xeml û xêza odeyê rengekî cuda dide derdoran

Di dawiya rê de odeyeke biçûk a ku di nava xwe de komek amurên biçûk ên ku berê dihatin bikaranîn, li ser deriyê odeya xwedîkirina stûyê rengîn hatiye daliqandin. Selikên sitûr ên mezinahiyên cihêreng û li ser refikên darîn hawaneke nihas amûrek ji bo biharatan tê bikaranîn. Di heman demê de dîwarê odeyê bi hesinekî li ser komirê hatiye xemilandin ku beriya sedsalan hatiye bikaranîn û li kêleka wê jî. Ode di heman demê de ji bo çandinê bi sîwaneke kevin hatiye xemilandin.

Amûrên dapîr û bapîran

Her wiha di nîvê odeyê de sobeya daran jî hatiye danîn, Samî Munîr Eyşa ku bi temenê 40 salî ye dixwaze ku ev ode bi amûrên kevnar were xemlandin. Ji ber ku ode yê her tiştê kevin e, dema ku hûn dikevin odeyê, wek qutiyeke vekirî, derbasî salên 80`ê dibin. Heman amûrên ku dapîr û bapîrên wan li malan û di nava zeviyan de bi kar tanîn.

Xerbûş Derb Eltenûr?

Samî Munîr Eyşa ode di nav çewlika xwe de ava kir da ku ji wî û karkerên cotkaran re cihekî bêhinvedanê be. Ji ber vê yekê armanc ew bû ku wan ji sermaya zivistanê û germahiya havînê biparêze. Lê Samî di çêkirina dîkora odeyê de wekî muzeya mîrasê xwedî nêrîneke din bû. Derbarê destpêkirina navê Xerbûş Derb Eltenûr de, Mûnîr ji Rojnemeya me re wiha got: “Elxerbûş odeyeke kevin a depokirina parçeyan e û di destpêka cotkariyê de tenûreke kevin bi odeyê bi rêya kevokên mîrateyê xemilandî ve girê dide. Ji ber vê yekê odeya min navê Xerbûş Darb Eltenûr dihejîne.”

Komkirina amûrên kevin

Dema ku Munîr piraniya dema xwe di hundirê vê odeyê de derbas dike, ew mîrateke ku di nav xwe de berhev kiriye, ne xerîbê xwediyê mîratê ye û dibêje: “Min perçeyên mîrata herî kevnar û hêja berhev kirin, ji ber ku dê û bav û bapîrên me ew di çandinî û karê malê de bi kar dianîn, ew min vedigerîne zaroktiya min.”

Munîr di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Gelek amûrên kevin hene, ev amûr jî li hin bazaran firotin ku hin malbat hene dixwazin wam bi firoşin û ez diçim wan tînim ji oda xwe re. Hesinên kewî yên ku dîroka wan vedigere, hesinê yekem e ku hat bi kar anîn ji bo rastkirina cilan, di heman demê de topên hawanê û makîneya hêrandina goşt heta roja îro jî tên bikaranîn. Radyo û televîzyona reş û sipî, telefona kevin. Her wiha ez kêfxweşin ji ber ku bi amûrên kevin em dîroka xwe bi bîrtînin. Ez van parçeyan ji bo parastina mîrasa orjînal berhev dikim, ew paşeroja me ye û min hêvî dikir ku ev ode ji çend metreyan mezintirba, ji bona ku min gelek amûrên kevnar kiribana hindirê wêde.”