Wednesday, July 15, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Siyasetmedar Hamît Geylanî koça dawî kir

29/05/2025
in NÛÇE
A A
Siyasetmedar Hamît Geylanî koça dawî kir
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

Siyasetmedar, nivîskar û helbestvan Hamît Geylanî li nexweşxaneya lê dihat tedawîkirin, koça dawî kir.

Siyasetmedar, nivîskar û helbestvan Hamît Geylanî ku 1’ê Tîrmeha 1947’an li bajarê Ûrmiye yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bû, ji Partiya Demokrasî û Aştiyê (BDP) a hate girtin, di serdema 23yemîn de bû parlamenterê Colemêrgê. Nivîskar û helbestvan Geylanî li Enqereyê, li nexweşxaneya ku lê dihate dermankirin jiyana xwe ji dest da.

Hamît Geylanî kî ye?

Malbata Hamît Geylanî sala 1925’an ji ber Serhildanên Şemzînanê û bûyerên wê demê koçî Îranê kir. Geylanî li gundê Mirgever ê bajarê Ûrmiye yê Rojhilatê Kurdistanê di sala 1947’an de ji dayik bû. Malbata Geylanî sala 1951ê bi efûya ku ji aliyê Partiya Demokrat ve hate ragihandin vegeriya gundê Dêmanê yê Şemzînanê. Geylanî li Ocaxên Çandê ya Rojhilat a Şoreşger (DDKO) dest bi siyasetê kir. Du salan li dibistana bilind a endezyariya înşaetê xwend, salekê li Fakûlteya Zanyariyên Siyasî ya Enqereyê xwend. Fakulteya Hiqûqê ya Enqereyê sala 1979’an qedand.

Geylanî ku yek ji damezrînerên Partiya Kedê ya Gel (HEPê bû, ji serokatiya bajêr destpê kir û di nava hemû partiyên Kurdî de yên hatin vekirin û girtin, Serokatiya Giştî jî di nav de di her qadê de wezîfe kir, bi berpirsyariyê rabû. Geylanî piştî ku HADEP hate girtin 5 salan kete ber cezayê qedexeya siyasetê û 3 caran hate girtin.

Di dema parêzeriyê de li Colemêrg, Wan, Amed, Edene, Erzîrom, Enqere, Stenbol û li dadgehên Ewlekariya Bilind û dadgehên cezayên giran parastina mafên mirovan kir. Her wiha li Dadgeha Destûra Bingehîn û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê parastina partiyên siyasî, kesayet û saziyan kir.

Pirtûkên Geylanî

Pirtûkên ku ji aliyê Geylanî ve hatine nivîsandin bi vî rengî ne: Yîrmî Kûrşûnlû Yurek (Helbest); Azad Nîsan Yagmûrû (Helbest); Ciwan Dengê Bê Dêngîyê’ne (Helbest); Zap Nehrî Gîryan Akar (Helbest); Şemdînlî’den Qamişlo’ya Dag Sevdasi, Kurt Mucadelesînîn En Genîş Damari Şeyh Ubeydûllah Nehrî û Kurt Mucadelesînde Yarim Asir Hamît Geylanî (Li gel Emîn Sari)…

 

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike
CîHAN

Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike

15/07/2026
Em bi YPJ’ ê azad in
Serbest

Em bi YPJ’ ê azad in

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.