Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Armanc mezinkirina têkoşîna jinan e’

28/05/2025
in JIN
A A
‘Armanc mezinkirina têkoşîna jinan e’
Share on FacebookShare on Twitter

Dîlan Mulhim\Qamişlo

Parlamentera Partiya DEM Newroz Ûysal diyar kir ku îro Yekemîn Konferansa Perlamenterên Jin ên Kurd li Bakurê Kurdistanê ser asta navnetewî wê bê lidarxistin û got: “Armanca me ku xebateke hevpar a ku têkoşîna jinan mezin bike, were lidarxistin.”

Îro, 28’ê Gulana 2025an, li Bakur Kurdistanê bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û bi dirûşmeya “Jin siyaseta demokratîk dimeşînin, civaka demokratîk ava dikin” Yekemîn Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd li ser asta navdewletî were lidarxistin. Di konferansê de wê 80’ê Parlamenterên jin li ser asta parçeyên Kurdistanê beşdar bibin.

Derbarê mijarê de Parlamentera Şirnexê a Partiya DEM  Newroz Ûysal ji Rojnameya me re axivî.

‘Di Koferansê de wê gelek parlamenterên jinên Kurd beşdar bibin’   

Newroz Ûysal anî ziman ku armanca wan ji Konferansê ew e ku xebateke hevpar a ku têkoşîna jinan mezin bike were meşandin û wiha got: “Ev yekemîn konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd li Bakur Kurdistanê li Amedê di 28- 29 ê’ Gulanê de bi dirûşmeya “Jin siyaseta demokratîk dimeşînin, civaka demokratîk ava dikin” wê were lidarxistin. Li cîhanê û Rojhilata Navîn zîhniyeta mêrê serdest û netewe dewlet biryara şer didin û herî zêde jin ji vê yekê bandor dibin. Ji bo li dijî feraseta netewe dewletê bi siyaseta demokratîk bersivê bidin û ji bo pratîzekirina têkoşîna hevpar a jinan, pêwîstî bi vê konferansê hebû ku were avakirin. Herwiha di konferansê de jinên her çar parçeyên Kurdistanê, Iraq û welatên Ewropayê beşadar bibin. Bi taybet jinên kurd yên Bakur û Başûrê Kurdistanê bi awayekî fêzîkî tevlî konferansê bibin. Ji ber ku konferansê me bi Kurdî ye.”

Nîqaşên konferansê

Newroz Ûysal da zanîn ku ji her çar parçeyên Kurdistanê û ji welatên weke Danîmarka, Hollanda, Swîsre, Almanya û hwd. dê nûnerên Kurd tevlî konferansê bibin û wiha berdewam kir: “ Koferans wê li ser asta navnetewî were avakirin. Herwiha wê jinên Kurd yên li her çar parçeyên Kurdistanê tevlî bibin. Gelek Parlamenterên Bakur Kurdistanê yên hatine sirgûnî kirin wê nikarbin bi awayekî fêzîkî tevlî bibin. Bi awayê fêzîkî nêzî 80’ê Parlamenterên jinên Kurd li ser asta her çar parçeyê Kurdistanê tevlî kooferansê bibin. Wê di roja yekem a koonferansê de li ser tecrîbeyên Parlamenterên jinên Kurd li welatên cuda çawa di qada siyasî de cih girine were nîqaş kirin. Herwiha em ê hewl bidin nîqaşên xwe xeteke têkoşîna hevpar diyar bikin. ji bo ku mijara yêkitiya neteweyî ya jinên Kurd jî bibe gavekî baş. Di heman demê de di roja duyemîn de jî atolye bên lidarxistin. Di encama nîqaşan de dê danezan bê amadekirin.”

Parlamentera  Partiya DEM` ê  Newroz Ûysal axaftina xwe wiha bi dawî kir:  “Di konferansê de wê armanca me jî were zelalkirin. Di serdemeke ku netewe dewlet jinan tune dihesibîne, nasname, ziman û çanda Kurdan înkar dike, em ê yekîtiya xwe û ziman, çand û nasnameya xwe çawa bijîn, em ê vê yekê diyar bikin. Em ê bi beşdariya hemû hevalên jin, danezana xwe bi raya giştî re parve bikin.”

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.