Wednesday, July 15, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Bi meşeke girseyî gel ji bona azadiya fîzîkî ya Rêber Apo meşiya

29/05/2025
in NÛÇE
A A
Bi meşeke girseyî gel ji bona azadiya fîzîkî ya Rêber Apo meşiya
Share on FacebookShare on Twitter

Stêrk Mihemed/Qamişlo

Ji aliyê Însiyatîfa Gel a Azadiya Rêber Apo li bajarê Qamişlo, bi dirûşmeya” Ji bo Rêber Apo azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareserî ” meşeke girseyî hat lidarxistin.

Di çarçoveya rêzeçalakiyên ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo tên lidarxstin, Însiyatîfa Gel a Azadiya Rêber Apo bi dirûşmeya ’Ji bo Rêber Apo azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ meşeke girseyî li bajarê Qamişlo li dar xist. Di meşê de sazî û meclisên Rêveberiya Xweser, tevger û rêxistinên jinan û bi sedan ji şêniyên bajarê Qamişlo beşdar bûn. Meş ji çarxereya Sonî hat destpêkirin û li çarxereya Şehîdan veguherî mêtîngê.

Piştî ku meş veguherî mîtîngê deqeyeke rêzgirtin li ser giyana şehîdan hat rawestandin. Piştre li ser navê Însîyatîva gel Şîraz Hemû axivî û wiha got: “Ev 27 salin hêzên kompiloger hewl didin ku di şexsê Rêber Apo de hêz û îradeya civaka azadîxwaz û jiyana hevbeş ya di nava civakê de bişkînin. Bi destê Rêber Apo Rojhilata Navîn bû dergûşa mirovahiyê. Herwiha Rêber Apo çavên jinan li siyasetên ku li ser wan tê meşandin vekir û hemû planên navdewletî bi taybet ê dewleta Tirk vala derxist. Pêvajoya îro jî bi destê Rêber ber bi çareseriyê ve diçe, lê heta pergala işkence û qirkirinê li ser Rêber Apo berdewam be ev pêvajo biser nakeve, lewra azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, pêvajoya çareseriyê pêk tîne.”

Meş bi siloganên “Bijî Rêber Apo, Bê Serok Jiyan Nabe û Azadiya Rêber Apo Azadiya Me Ye” bidawî bû.

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike
CîHAN

Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike

15/07/2026
Em bi YPJ’ ê azad in
Serbest

Em bi YPJ’ ê azad in

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.