Can Yûsif
Hunermendê nemir Ciwan Hesen Balyozê çand û stranbêjiya Efrînê û dengê çiyayê kurmênc. Hunera neteweyî ya pabendî di ronahiya pevçûnên dûvdirêj yên nasnameyê de ji dayik dibe, huner amrazek e ku li dijî helandina çandî radiweste û bi polîtîkayên bêdengkirinê re rû bi rû dimîne û rola Hunermendê Neteweyî yê Kurd yê pabend, di parastina nirxên miletê kurd de parastina mîrateya wî ya çandî, nasnameya neteweyî û zimanê kurdî rolek bingehîn e.
Hunermendê neteweyî yê Kurdî ew rehjena gele û ruhê milete û ew parêzgerê dilsoz yê çanda wê, zimanê wê û nirxên wê ye, bi saya karên wî yên hunerî yên armancdar, ruhê Kurd geş dimîne û xewna Kurdî bo azadî û rûmetê berdewam dike, piştgirî û qedirgirtina wî ji hêla civakê ve erkekî exlaqî û neteweyî ye, ji ber ku ew ne hunerê çêdike, lê ew hişmendî diafirîne û dîrokê bi rengên afirînerî dinivîsîne û dilsoziyê ji xakê û mirovan re xêz dike, ew ne tenê bedewiya afrîneriyê vediguhêze, lê di heman demê de ew berevanê nasnameyê ye, nêrevanê çandê ye û zêrevanê huner û dîrokê ye, rola wî ne mumkine ji projeya neteweyî ya Kurd were veqetandin, ji ber ku bi rêya hunerê cewherê neteweya kurd hatiye parastin, mîrateya çandî, nasnameya neteweyî û zimanê kurdî ji wendakirin û tunekirinê hatine parastin.
Hunermendê Kurd Ciwan Hesen, kurê bajarê Efrîna birîndar, mînaka hunermendê welatparêz û kirdar bû ku bi dilsozî xizmeta welatê xwe kir û ji zaroktiya xwe ya destpêkê ve wî şopek hunerî li dû xwe hişt, ew yek ji dengên hunerî yên herî berbiçav tê hesibandin ku roleke girîng di parastina mîrateya çandî, nasnameya neteweyî û zimanê kurdî de lehîstiye, nemaze di germahiya tengasiyên ku herêm pêre rû bi rû dimîne. Di rewşa bêdengkirina çandî û zimanî de, li deverên kurdî, rola hunermend Ciwan Hesen wekî dengê berxwedanê û rehjena şoreşê derkete pêş ji bo parastina mîrateya çandî û hunerî, nasnameya neteweyî û zimanê kurdî di rêya xebatên xwe yên hunerî ku derbirîna êş û hêviyên gelê kurd dikir .
Hunermend, bestekar û stranbêjê kurd Ciwan Hesen ji dê û bavek Kurd (Esmet û Zafet Izet) li gundê Gorda yê girêdayî navçeya Cindirêsa Efrînê hatiye dunya ye, ew herêmeke naskiriyê bi dewlemendbûna xwe ya Çandî û Hunerî ya Kurdî, ew di nav malbatek kurdperwer û welatparêz û xebatkar ya Kurd de mezin bû ye, ku girêdayî bi nirxên welatparêziyê ve, evîndar û dildarê azadî û axa welat, ew zewicî bû û bavê sê zarokan bû, (du keç û kurek) û ew mirovekî ku hunera xwe kir bû bin xizmeta doza xwe û gelê xwe de.
Meylên wî yên hunerî, evîna wî ji bo stranbêjiyê û hezkirina wî ji bo muzîka kurdî di temenek piçûk de, hîn di heşt saliya zaroktiya xwe de dest pê kir, ji zaroktiya xwe ve, ew ji hêla jîngeha muzîkê ya herêmî ve bandor bû, ji ber vê yekê ew fêrî lêxistina amûrên kevneşopî yên mîna Tambûr, ûd û Bizqê bû. Wî muzîk bi rengekî akademîk xwend û beşdarî pêşkeftina strana kurdî bû û karî bi rêbazên hevdem re tevlihev bike.
Wî li bajarê xwe, dibistana seretayî û navîn xwend, piştre peymangeha amadekirina mamosteyan li bajarê Ezazê xwend .
Piştî destpêkirina şoreşa Rojava di sala 2011’an de, ew wekî mamosteyekê zimanê kurdî xebitî û wî li ser asta kantona Efrînê koma yekem ya mamosteyên zimanê Kurdî perwerdekir, wî çar salan di pîşeya perwerdehiyê de berdewam kir, dûv re ew şeş mehan wek nûçegihanê telvezyonê li kanala “Ronahî TV ” di beşê kurdî de xebitî.
Piştî dagirkirina bajarê wî “Efrîn” ji hêla dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ve di sala 2018’an, ew neçar ma ku bi darê zorê ji bajarê xwe derkeve û koçber bibe, ew di şert û mercên dijwar ên koçberiyê de nêzî şeş salan li deverên Şehba yê, bakurê Helebê dijiya, wî dest bi bikaranîna pîşeya stran û hunerê kir û bêrîkirina wî ji welat re veguherî hêmanekî afirînerî, ji ber vê yekê ew stranan li ser êş û hesreta dîtina welat çêdike, dinivisîne û vedibêje.
Di hevdîtinên xwe yên dawî de, wî êşa xwe ya bihêz ji bo windabûna Efrînê anî ser ziman ku vegera wî ji Efrînê re ewê xewna jiyana wî be, ew bû endamek yê çand û hunerê. Di sala 2024’an de bi malbata xwe re li Amûdê niştecih bû û nêzî neh mehan di radyoya ARTA de wekî amedekar û bêjer (weşangêr)xebitî, dengê wî bi mirovan re hevrê bû di kêliyên hesret û hêviyê de .
Wî dest bi kariyera xwe ya hunerî kir wekî sazvanê amûra Bizq û Tembûrê berî ku ew di sala 2018’an de, dest bi weşandina yekemîn stranên xwe bike, di kariyera xwe ya hunerî de, wî gelek karên hunerî pêk anîn, gelek helbestên stranbêjiyê nivîsandin û awazên wan çêkirin û qursên perwerdehiyê li ser amûrên muzîkê daye ji bo xwendekaran .
Hunermend Ciwan mînaka hunermendê welatparêz û kirdar bû, wî pirsgirêkên welatê xwe bi dilpakî û dilsozî ji dilê Efrînê heta Şehba yê hilgirte û bi gotin û awazên xwe rastî, êş û hesreta miletê xwe anîne ser ziman, ev çîroka mêrxasekî ku rikberî bi derd û êşan re kir, xwe hînkir û dora xwe fêrkir, saz lêxst û nivîsand, bi hunera xwe têkoşîn kir ji bo gelê xwe û axa xwe tevî dijwariya mercan û êşên koçberiyê.
Nemir Ciwan bi karên xwe yên stranbêjiyê ku li ser wijdana Kurd û êşa derbideran vedigot hatibû naskirin, wî helbest dinivîsandin, dikirin awaz û gelek stranên kurdî yên ji gotin û awazên xwe digotin ku dengvedanek berfireh dan, hin ji wan bûn beşek ji bîrdanka hunerî ya Kurd re û hin ji wan hunermendên din jî digotin û kirin albumên xwe de.
Ciwan bi dengê xwe yê xemgîn û şewat û stranên xwe yên Kurdî, dihate nasîn û dikete dilê her mirovekî Kurd de û mîrateyek hunerî û mirovî li pişt xwe dihêle ku di bîrdanka her kesê ku ew nas kirî an jî guhdariya dengê wî kirî zindî dimîne ..
Hunermendê nemir Ciwan dihate zanîn û navûdengê wî balav bû bi rêya hejmarek stranên ku wî nivîsandîn û ji hêla xwe ve awazên wan çêkirîn, di heman demê de wî ji gelek hunermendên din re stran nivîsandin û awazên wan çêkirin, ji stranên wî yên herî navdar ku bi dengê wî yê xweş û melûl hatîn naskiri , evin:
1- Ax lo welato
2- Sal debasbûn
3-Şala Zeytûnê
4- Siba te bi xêr, Efrîna min
5-Xum Xum
6-Dayika min tu negirî ser gora min
7-Tê bîra min bêhna gundê min
8-Buhara Gula min barkir
9- Dil sare
10-Mala min
11-Herder Rojava
Ciwan strana xwe ya yekem ( Li te digerim Efrîna min) berhev kir, ku tayên hesret û bêrîkirinê vehûnand û diyarî da rê hevalê xwe Mihemed Belko ku wî jî awaz jêre çêkir û pişre ewî û Bilind Ibrahim ev stran gotin.
Di sala 2020’an de, Ciwan Hesen beşdarî hilberîna strana “Banga Netewî”, bû ku wî gotinên wê bi xwe nivîsandin û ji hêla 22 hunermendên Kurd ve hate gotin bi mebesta ku piştgiriya yekîtiya kurdî di rûyê komkujiyên ku li ser gelê kurd têne pêkanîn.
Ciwan Hesen stranên xwe û wêneyên wî yên hunerî bi bajarên kurdî yên dîrokî ve girê dide, Wek Efrîn- Kobanê – Cizîra Botan û Qamişlo da ku van deveran bike sembolên xweragirtin û pêdariyê ne tenê cîwarekî erdnîgarî ne .Her bajarek di stranên xwe de dike jêdera çîrokeke berxwedanê an mîratek dîrokî. Di strana wî ya “Banga Netewî”, de navên bajaran ne tenê wekî cihan xuya dikin, lê wekî ku bangên ji bo yekîtî û xwedîbûnê..
Hunermendê kurd yê welatparêz Ciwan di hunera xwe de girêdaneke kûr di navbera deverên arkeolojîk û dîrokî yên kurdî û hesta neteweyî û folklorê de çêdike û vê girêdanê vediguhêze peyamek hunerî ku şêweyek neteweyî û nasnameyî destnîşan dike. Ciwan Hesen Peywendiya di navbera gelê Kurd û dîroka wî de bi rêya amejekirina dubare ya ji bo şûnwarên arkeolojîk û dîrokî yên mîna Kela Efrînê wekî sembola xweragirtinê û çiyayê Lîlonê, wekî sembola pîrozbûn û berxwedanê û bajarokên mîna Cindêrs, Şêrawa û Kobanî wekî cîwarên ku sembolîzma têkoşînê dest nîşan dike.
Dengê hunermendê Kurd Ciwan Hesen ne tenê melodiyeke derbas dibe an jî awazeke xweşe bi demê re tê ji bîr kirin, lê ew dengek bû ku di hundirê xwe de êşên tevahî mirov û dîroka têkoşînê digire dest, dengê wî ji bo berxwedanê amûrek hêzdar bû û peyva rastiyê bû ku deng vedida di navbera deşt û çiyayan de û derbirîna êş û pêdariyê dikir di rûyê zordarî û dijwariyê de.
Ciwan Hesen ne tenê ji bo hunerê distirand, ji bo gelê xwe û doza xwe distirand, dengê wî bi êşa ku kurd her roj lê dijîn re lêdida ji windabûna erdê ji derbiderbûn û zordariyê û di heman demê de ew dengê hêviyê, dengê viyana ku nayê şikandin û dengê xewna azadî û rûmet bû. Her peyvek û her tonek(nexmek) di stranên wî de peyamek bû ku rastiya êş û beramberiyê hildigre û êzingê agirê têkoşînê ye ku di dilê gelê Kurde venamire, bi rêya dengê xwe wî karî çîroka gelê xwe belge bike û bigihîne guhên dinyayê û ji her kesê re bibîr bîne ku dengê azadiyê bêdeng namîne, her çendî hêzên sitemkar hewl bibin ku vebirin.
Ciwan Hesen ne tenê hunermendek an stranbêjek normal e, lê ew sembola nasnameya kurdî û nebeza wî ya zindî ye, vedenga dengê wî ilhama nifşên nû berdewam dike û şiyar dike da ku mîrat û rûmeta xwe biparêzin û tekoşîna ji bo mafên xwe yên rewa bidomînin.
Hunermend Ciwan yek ji wan navên herî berbiçav e, di dîmena hunerî ya Nûjen a Kurd de, ji ber ku Kariyera wî ya hunerî bi evîna xak û keleporê ve girêdayî bû, nemaze ji bajarê wî yê Efrînê re, di salên xwe yên dawîn de wî êş û zehmetiya koçberbûn û dûrbûna ji warê xwe kişande heta ku jiyana xwe ji dest da, bêyî ku xwestek û hêviya wî ya vegera Efrînê pêk were .Hunermend Ciwan beşdarî gelek şevbuhêrkên stranbêjiyê, ahengên niştimanî, helkeftên neteweyî û festîvalên hunerî li hundur û derveyî Efrînê bû, ew dengek hunerî yê pabend bû ji bo pirsgirêkên gelê Kurd.
Ciwan Hesen mînaka nimûneya hunermendê ku ji doza xwe veneqetiya ye, wî huner kire rêgezek ji bo derbirîna êşa tevahî û hesreta neteweyî. Wî mîrateyek hunerî û mirovahî ya nemir li dû xwe hişt, tekez dike ku hunermendê rasteqîn namire, ew vediguhêre sembolek mayînde ya di wijdana gelên xwe dimîne. Hunermendê Efrînê, Ciwan Hesen di roja 20/5/2025’an li nexweşxaneya bajarê Helebê jiyana xwe ji dest da, wefata wî ya bi êş li dû xwe şok û êşek kûr di dilê her kesî de hêla û di encama birînên xwe ên giran ji ber şewatên giran yên laşê xwe ku di hundurê mala xwe de li bajarê Amûde pêketî beriya du rojan ji mirina wî, Ciwan koça xwe bar kir û li pişt xwe jinek, du keç, kurek û gelek dilên ku jê hez dikin ku bêriya wî dikin hişte.
Bi hezaran kesayetên taxa Şêx Meqsûd û Eşrefiyê laşê wî oxirkirin, bi merasîmek girsehî ku ji ser milan hilgirtin û stranên wî yên ku li ser hezkirina wî ya kûr ji ax û zeytûnan re digotin û berê xwe didan dergha Efrînê.
Di dîmenek balkêş û bi bandor de ku rondik bi xemgîniya kûr re tevlîhev dibûn, girseya gel ya Efrînê û heskerên hunermendê nemir Ciwan Hesen laşê wî yê pak, veguheztin cihê xwedêdana wî, gundê Gurda yê girêdayî navçeya Cindêrsê, di nav hêstirên hijmekarên wî û dilên ku dihatin sotin li ser çûyîna wî li cihê ku wî wesiyet kirî di nava pêşbaziyeka girsên gel ya pir mezin de, di nava pêlên girî û stranên xemgîn de li koşeyeka ji zeviya bavê xwe ku pir jê hesdikir hate oxir kirin di bin siya darên zeytûnê de ku wî di tevahiya jiyana xwe de jêre distirand, milet pêre meşiya bi tilîlî û lîlelîlan û stranên xemgîn û selawatan di kêliyên neyên ji bîr kirin di wijdana Efrîniyan de hate veşartin.
Ciwan Hesen jiyana xwe ji dest da dema ku ew ji evîndara xwe, Efrîn dûr bû, û ewî nekaribû ku bajarê xwe careke din bibîne, Efrîn di di gewriya wî de janek ma û di dilê wî de hesret ma, koçkirina wî birîneke kûr ji cemawer û hezkerên wî re bû. Hunermendê nemir, Ciwan Hesen dawî kir û di dilê wî de hesretek ku nayê vemirandin û bêrîkirinek kesî ne dîtî ji Efrîna rengîn re, çû bê ku carek din wê bibîne, koçkirina Ciwan Hesen ne tenê windahiyek hunerî ye, lê ew windabûna statuyek neteweyî û hunerî ya mezin e.
Hunermendê nemir mînakek peywira neteweyî û çandî bû, ji ber ku serpêhatiya wî ya hunerî pirek di navbera paşerojê û dema niha de çêkir û bi dengê xwe yê xemgîn û melûl çîrokên Çiyayan, gundan û dayîkên kezeb şewitî û ciwanên ku ji cîhanek din bêtir dadmend xeyal dikirin vedighuztin. Kiryarên wî bi ruhê berxwedana aştiyane dihatin lêdan û çîroka miletekî ku dengê wî nayê bihîstin, vedibêje û jêre dibû vedeng.
Kurê Efrîn, bajarê ku bûye sembola birîn û rûmetê, rojekî ji dilê wî derneket, her tim bi dengê xwe, bi stranên xwe, bi awazên xwe, wî bi xwe re hildigirt, ew bajarê wî yê erdingarî û sembolîke di her stranê de, di her xuyangê de, ji guhdaran re bi bîr dianî ku Efrîn li ser nexşeyê ne tenê ciheke, lê ew dilê ji bo serbilindahî û nasnameya rastîn a kurdî lêdide .Ji bo wî, huner ne amûrek ji bo kêfê bû, lê amrazek bû ji berxwedana sembolîk, menberek bû ji bo rastiyê û çekek bû di rûya piştguhkirin û dûrkirinê de. Hunermendê nemir Ciwan Hesen, nîşanek cudabû di nav muzîka kurdî de ji hêla stranên xwe û awazên xwe ve ku dê di wijdana gelê kurd de li her çar perçeyan zindî bimîne û dengê wî dê sermedî bimîne, ji ber ku ew ne tenê dengê muzîkê bû, lê dengek ji bo rastiyê, dengek ji bo azadiyê û dengek ji bo neteweyek ku dê tucaran teslîm nebe. Hunermend Ciwan Efrîn, tenê ji bo yek carî bi şewatê ne miriyê, lê gelek caran û caran ew miriye him ji qehra koçberiya bi zorê û nexweşiyên dûrbûna ji axa xwe û mala xwe Efrînê .Piştî çend salan li benda vegerê, sotandina biyaniyê û hesretkirina dîtina warê xwe, Ciwan vegeiya li Efrînê lê ne wekî wî dixwest, vegeriya li ser darbestê bi kefen rapêçayî. Dilê wî rawestiya û çavên wî bi dîtina dilbera wî, Efrîn kil nebû, Ew jena germ sekinî û ew hestên ku herdem ji bo bedewiya wê cihê ji erdê distirand jinavçû rawestiya hesret û bêrîkirina dîtina gundê wî, buhişta giyanê wî yê ku ew qet ji bîr nekir.
Îro …darên zeytûnan li Efrînê li ser te digirîn, Keleha Nebî Horî bi çûyîna te dinale
Gola Meydankê û sûlavên wê li ser koçkirina te reşgirê didin, Her bostek ji axa wê gavên te li bîr tîne û henaseyên te yên dawîn diparêze wekî dilsoziya xwe bi tere di kûrahiya erdê de digire, evîna te ya ji bo Efrînê dê sermedî bimîne, silav li rewanê te, silav li Efrînê ku carek din te nabînê lê ew li ser te giriya wekî ku dayîk li ser kurê xwe yê tekane bigirî. Ciwan Hesen namire ew nemire.. ew ji ser pişta hespê xwe hate xwarê
Da ku giyanê wî bilind û sivik bifire di navbera me de, wekî awazan çêra xumxuma çemê Efrînê bike. Mîna pistepistên dikenin li ser eniya çiyayê Lîlon û Hewrarê.
Rûyê wî ji çavan dûr bû, Lê dengê wî hîn jî li gel me dijî, Bêrîkirinê di dilê me de hişyar dike, ew di rêzikên bîranînê de jiyanê dişîne. Ew ji hunerê re welatek bû, Ji awazê re navnîşanek bû, Dema ku distrand kevir digiriyan, dema ku bêdeng dima çiyayan guhdarî dikir, te pir keyf û şahî xiste dilan, te distirand ji bo evînê, ji bo xakê, ji bo mirovan, rihet raze sazvano, tê her sax bimînî ta ku hesret bimîne û awaz çîroka te ji siberojê re bibêje, silav li te be di nebûna te de, silav li me be her gava awazek ji awazên te derbas dibe û bîrdankê şiyar dike û dibêje Ciwan li vir bû, hîn jî li vir dimîne . Bi çûyîna wî re, Efrîn yek ji stûnên xwe yên hunerî oxir kir û gelê me yê kurd bejneke hunerî ya bilind winda kir, wî li dû xwe şopek şiyandar di bîrdanka çandî de hiştiye û dengek ku çendî êş û nasnameya gelê Efrîn û herêmên Kurdan derxistiye holê. Oxir be ji te re yê ku di bêdengiyê de vegeriyayî û her sax mayî di bîrdankê de .Oxir be yê ku li ser êş û azarên me strandî û bi dengê xwe çîrokên me mayende hiştîn. Oxir be gula Efrînê, dengê te dê li gel me bimîne. Mîrateya te wê jîndar bimîne û kariyera te dê bibe minareyek rê ji nifşan re ronahî bike û stranên te dê bimînin rêhevalê her kesê ku azadî, wekhevî û rûmetê daxwaz dike. Bila giyanê te bi aramî raze û li welatê me yê ku xwîn ji cergan dibare aştî lê belav bibe.