Rojnameya Ronahî

Bi ramanê Rêber Apo em ê komployê bişkînin

Ronaz Silêman/Qamişlo

Endam û Rêveberên Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo diyar kirin ku armanca Komplogeran ji Komploya Navnetewî ya li ser Rêber Apo bêbandorkirina remanê wî bû. Lê hizirên Rêber Apo ne tenê li Rojhilata Navîn belavbû, di heman demê de bû malê cîhanê tevahî. 

 Di 9’ê Cotmeha sala 1998’an de, di şexsê Rêber Abdullah Ocalan de û ji bo dîlgirtina hizirên wî, Komploya Navneteweyî hate destpêkirin, bi vê armancê dewletên Kompiloger di serî de dewleta Tirk a dagirker, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê di 15’ê Sibata 1999’an de revandin û li Girtîgeha Yek Kesî ya Ewlekariya Bilind a Îmraliyê bicihkirin. Herwiha ji dema destpêkirina komploya navnetewî û dîlgirtina Rêber Abdullah Ocalan û heta niha dewletên Kompiloger, kompiloyên xwe yên qirêj li ser Rêber Apo berdewam dikin. Tevî salên dûr û dirêj ji Kompiloyê jî, armanca Kompilogeran bi cîh neta, û wê bi cih jî neyê. Ji ber ku hizirên Rêber Apo di nava dîwarên Imraliyê de nehat dîlgirtin, di heman demê de jî ne tenê belavî Rojhilata Navîn bû, belavî cîhanê tev bû. Lewra berxwedana ku Rêber Apo dide meşandin bûye afsaneya ku di dîrokê de nehatiye dîtin û nivîsandin.

Derbarê Komploya Navnetewî ya li ser Rêber Apo hatî meşandin endam û rêveberên Meclisa Malbatên Şehîda ya bajarê Qamişlo ji rojnameya me re axivîn.

Rêvebera Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo Şemsêxan Gilo diyar kir ku Komploya li ser Rêber Apo li ser gelê Rojhilata Navîn tevahî hate meşadnin û wiha got: “Ji ber ku Rêber Apo pirojeyekî wî ya navnetewî ya xelasiya hemû mirovahiyê hebû, hat dîlgirtin û Kompiloyeke Navnetewî û Cîhanî li ser hat meşandin. Da ku dewletên desthilatdar her tim serdestiya xwe li ser gelan bidin meşandin, bi vê armancê komploya navnetewî li ser Rêber Apo hate meşandin. komploya navnetewî ya ku li ser Rêbertî hatî meşandin dikeve sala xwe ya 26an û heyanî îro jî hîn komplo berdewame. Dewletên desthilatdar ji bo planên xwe yên 100`ê salan biparêzin, Komploya navnetewî li ser Rêber Apo pêkanîn. Ji bo wê doza Rêber Apo û dîlgirtina wî dozeke navnetewî ye û peywendiyên wê bi hêzên navnetewî re heye û ev sûcên herî giranin li hemberî mafê mirovahiyê.”

‘Hisabên dîrokê wê ji Kompilogeran were xwestin’

Şemsêxan Gilo anî ziman ku bi gotinekê ji Îmralî pirsgirêkên Rojhilata Navîn çareser dibin û wiha got: “Sûcên ku dewleta Tirk a dagirker li hemberî Rêber Apo pêk tîne, li dijî gelê kurd têne meşandin! dewletên ku ji bo berjewendiyên xwe tev digerin hevkarên van sûcane, lê wê rojeke bê, hisabê dîrokê ji wan bê xwestin. Her kes nas dike ku Rêber Apo ne ji bo berjwendiyên xwe tev digere, ji bo azadiya mirovan têkoşîn dike. Lewra armanca dewleta Tirk û Komplogeran, bi tecrîdkirina giran a li ser Rêber Apo ew ê çareserî ji pirsgirêkên Rojhilata Navîn re neyê danîn. Heger derfet dabana parêzeran ku hevdîtinê bi Rêber Apo re bikin, wê pirsgirêkên Rojhilata Navîn bi gotinekî ji îmralî çareser biba, ji bo wê hevdîtina parêzeran bi Rêber Apo re qot kirine, da ku çareseriya li Rojhilata Navîn pêkneyê.”

‘Bi Kompiloyê dixwestin hizira Rêber Apo dîl bigirin’

Şemsêxan Gilo di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku hizira Rêber Apo ji bo dewletên berjewendîxwaz metirsiyeke û wiha got: “Hizira Rêber Apo li ser dewletên desthilatdar û yên ku ji bo berjewenên xwe tev digerin, di destpê de dewletên ku komplo dan meşandin, metirsiyek e. Tevî van Kompiloyên qirêj yên li ser Rêber Apo dane meşandin, komployên wan berdewamin. Dixwestin hizirê Rêber Apo dîl bigirin, lê nikarîbûn vê yekê pêk bînin, niha hizirê Rêber Apo ne tenê belavî Rojhilata Navîn bûy e, belavî cîhanê bi giştî bûye. Qaşo dewletên Navnetewî zagon ji bo mafê mirovan danîne, lê ew bi xwe van zagonan di derheqê Rêber Apo de binpê dikin. Îro roj çareseriya Rojhilata Navîn û cîhan, bi azadiya Rêber Apo ve girêdayî ye.”

‘Gelên bindest Rêber Apo Rêberê xwe dibînin’

Şemsêxan Gilo axaftina xwe wiha qedan: “Ji bo azadiya Rêber Apo miletê berxwedêr her li ser piyan e. Niha jî kampaniyayek cîhanî ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatiye destpêkirin, kampaniya heta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk neyê bidawî nabe. Ji ber gelên bindest, li ser hizira Rêber Apo serbest bûn e. Di heman demê de jî heta ku Rêber Apo fîzîkî azad nebe, wê tu carî civak û mirovahî azad nebe. Li ser vê yekê jî banga min ew e ku ji hemû kesên mafê mirovahiyê dixwazin, dengên xwe li hemberî kompilogerên qirêj bilind bikin. Êdî bese ji koletî û bindestiyê re, em azadiya mirovan dixwazin û bera şer raweste, mirovahî bi erkên xwe rabe. Da ku em bighêjin çareseriyekê, ji bo ku gelên me bes bibin qorbaniyên berjwendiyên dewletên desthilatdar. Bostek ji axa kurdistanê nemaye ku bi xuyîna şehîdan nehatiye avdan.”

‘Tu carî di bin ala dijmin de welat ava nabe’

Di heman çarçoveyê de Rêvebera Komîta Jin a bajarê Qamişlo û endama Meclisa Malbatên Şehîdan Ayda Xelîl diyar kir ku dijmin xwe bi xeta xiyanetê xurt dike û wiha got: “Di destpêka ku kurd jiyan bûn, heger xiyanet tuneba û kesayeteke mîna Rêber Apo di wê demê de hebaya, wê çareserî pêkbihata. Ji xwe xiyaneta kurd bi kurd re heta roja îro jî berdewame. Xiyaneta Kurdên ku destên wan di Komploya li ser Rêber Apo de hebû, ev xiyaneta li ser miletê kurd tevahî tê kirin. Gelek şoreşên kurdan, bi destê xiyanetê hatin binxistin, ji bo wê pêwîste ku em xiyanetê bişkînin, piştre berê xwe bidin dijmin, ji ber pişta dijminê kurdan bi xeta xiyanetê xurt e. Divê xayin li hizira xwe ya qirêj vegerin, ji ber tu carî di bin ala dijmin de tu welata ava nabûne û ava jî nabin. Malê dinyayê xayin çavgirtî kirin e, berî ku dijmin me qir bike, wê wî qir bike. Lê mixabin tenê li berjewendiyên xwe digerin. Êdî bese ji xayinan re, bera ji xwîna şehîdên ku bi destên wan tên şehîdxistin şerim bikin. Lê em ê bi fikir û felsefeya Rêber Apo dawiya xayinan bînin û Rêberê xwe fîzîkî azad bikin.”

‘Rêber Apo Rêberê gelane û mîna wî di dîrokê de nehatiye dîtin’

Di heman mijarê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan Cîhan Gilo Komploya navnetewî ya ku li ser Rêberê mirovahiyê Rêber Apo hatî meşandin şermezar kir û wiha got: “Her mirovê ku destê wî di vê komployê de hebû û destek dan dewleta faşîst a Tirk ku komployê li ser Rêber Apo bidin meşandin, em wan şermezar dikin. Ev dibe 26 sal, Rêber Apo bi riya Komployeke navnetewî di zindana Îmraliyê de hatiye dîlgirtin. Rêber Apo bi Rêberê gelê Kurd dihat naskirin, lê niha bi Rêberê doza mirovahiyê tê naskirin. Di dîrokê de mîna Rêber Apo derneketiye, Rêber Apo ne ji bo berjewendiyê xwe têkoşînê dide meşandin. Ji ber ku ew Rêberê gelên bindest e. Ji bo wê cîhan tevahî berê xwe dane Rêber Apo. Di dîrokê de her mirovekî rast derdikeve ji bo doza gelên bindest, gelê ku mafê wî yê jiyanê hatiye xwarin, li ser destê desthilatdaran hatine çewsandin. Bi vê yekê jî dema Rêber Apo doza gelên bindest kir û xwediyê çareseriyê bû, komployeke navnetewî li ser hat meşandin.”

‘Bi ramanê Rêber Apo em ê komployê bişkînin’

Cîhan Gilo axaftina xwe wiha qedand: “Di Komploya li ser Rêber Apo de xiyanetê jî cihê xwe girt, ji bo wê ji beriya dijmin em xayinan şermezar dikin. Dijmin dijminê bê minete, lê xiyaneta kurdekî bi kurdê xwe re ev şerma mezin e. Herwiha hedefgirtina kesayeta Rêber Apo, ew e ku Rêber Apo ne tenê civakekî bi rêve dibe. Rêber Apo felsefeya ku cîhan niha xwe li ser dide meşandin. Ji ber wê îro mirovahî Rêber Apo Rêberê xwe dibîne û ji bona azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêkwere emê her tim di nava kar û xebatê de bin.