Rojnameya Ronahî

‘Hevrêziya Kurdî wê dawiya xiyaneta PDK’ê bîne’

Reşo Mihemed/ Qamişlo

Siyasetmedar Ebdilbaqî Hisên da zanîn ku PDK’ê û mala Berzanî xwedî dîrokeke kevnar a xiyanetê ne, herwiha di roja îro de jî bi dagirkeriya Tirk re di nava kevkariyê deye û Gerîlayên Azadiyê û gelê kurd dike armanc. Di heman demê Hisên anî ser ziman ku hetanî kongireyeke netewî li ser asta Kurdistanî li dar nekeve, PDK’ê cihê xwe di nav de negre û hevrêziya kurdî pêk newe, wê xiyaneta PDK’ê bidome.

Xiyaneta ku PDK’ê ji dirêjahiya dîrokê ve li gelê kurd dike,  hîna berdewam e. Li Rojava jî ENKS’ê Encumena Niştîmaniya Kurdî li Sûriyê jî heman karî dide meşandin. Grêdayî xiyaneta PDK û ENKS’ê ji gelê kurd re û hevkariya wen bi dewleta Tirk a faşist re  li dijî Qadên Berxwedanê, siyasetmedar Ebdilbaqî Hisên ê ji bajarê Qamişlo bi hevpeyvînekî bersiva pirsên rojnameya me da.

Naveroka hevpeyvînê jî weha ye:  

Ji destpêka ku PDK’ê û mala Berzanî li Başûrê Kurdistanê xwe kirine serwer, dev ji xeta xiyaneta gelê kurd û berjewndiyên malbatî bernedane û hertim bi dijminê gelê Kurd re di nava hevkariyê de ne.  Hûn vê yekê çawa dinerxînin?

Weke ku em dizanin xiyaneta ku PDK’ê dike xwedî dîrokeke kevnar e, ji avabûna xwe û heyanî îro dijminahî û xiyanetê li gelê kurd dike. Li Başûrê Kurdistanê, piştî damezrandina PDK’ê  û piştî wê jî damezrandina YNK’ê bi pêşengtiya mam Celal Telebanî, her tim di nava van partiyan de şer û pevçûn rûdidian û sebebê van peyçûnan jî her tim PDK’ê bû. Ji ber ku PDK’ê ji bilî xwe tu aliyekî din ku serweriyê bike, qebûl nake. Van herdû partiyan di encama şer û pevçûnan de bi hezaran pêşmerên xwe dan kuştin. Piştî wê jî Ebdilrehman Qasimlo jî li Rojhilatê Kurdistanê partiyek bi navê Partiya Demkratîk a Kurdistanê ya Îranê damezirand. Ev partiya ku ji aliyê Qasimlo ve hat damezrandin, dengvedenek li ser asta Kurdistanê çêkir. Ebdilrehman Qasimlo artêşeke ku ji hezaran leşkeran pêk tê, damezrand û dijî dewleta Îranê rabû serheildanê. Lê PDK’ê û mala Berzanî dîsa partiya ku Qasimlo damezrînerê wê bû qebûl nekir. PDK’ê bi hevkariya dewleta Îranê êrişî artêşa Ebdilrehman Qasimlo kir û di encamê de nêzî 3 hezar pêşmergeyên artêşa Qasimlo kuştin û PDK’ê ya Îranê lawaz kir. Piştî wê jî di navbera salên 1970 heta 80’î de Tevgera Rizgariya Kurdistanê bi pêşengiya Rêber Apo û çend hevalên wî destpê kir. Ev pêngava ku Rêbertî û hevalên xwe destpê kir, gava yekemîn a PKK’ê bû. Rêbertî û rêhevalên xwe bi gotina ‘Kurdistan bindest e’ biryar dan ku her yek ji wan li bajarekî Bakurê Kurdistanî dest bi têkoşînê bikin û piştî demekê li hev bicivin. Yek ji wan hevalên destpêka yên cihê xwe di nava koma bîrdozî de digrt Ş.Heqî Qerar bû. Li Dîlokê(Entab) xebat dida meşandin. Di nava xebata xwe de jî rojekê ji rojan piştî ku ji civîna xwe derdikeve ji aliyekî Aaedîn Kaplan yê bi rengekî yekser girêdayî istixbarata tirkiyê ve di 18 Gulana 1877’an de tê şehîdxistin. Dema Rêber Apo bi vê yekê dihise, dest bi lêkolînê dike. Piştî wê, Rêbertî nas dike ku Haqî Qerar ji aliyê Stêrka Sor a girêdayî PDK’ê ve hatiye şehîd xistin. Bi dirêjahiya tevgera leşkerî li dijî dewleta Tirk  li Bakurê Kurdistanê re hetanî slaên 90’î û 2000’an li ser çiyayên berxwedanê jî gelek caran pêşmergeyên PDK’ê êrişî Gerîlayên Azadiyê kirine.

Di roja îro de li hemberî Pêşengên Civakê û gelê kurd PDK’ê kiryarên ku dikeve xizmeta dijminên kurdan dike, li hemberî vê yekê pêwîste li ser asta Kurdistanî çi  were kirin?

Belê me vê dema dawî de dît ku PDK’ê careke din êrişî Qadên Berxedanê kir û di encamê de bi dehan gerîlayên azadiyê şehîd bûn û gelek ji wan jî birîndar bûn. PDK’ê ferman bi awayekî fermî da ku wê êrişî Qadên Parestina Mediya bike. Murad Qereylan girêdayî tevkariya PDK’ê bi dewleta Tirk a faşist di êrişên li ser Qadên Berxwedanê da zanîn ku heta niha Gerîla, berê tivinga xwe nedane Pêşmergeyan, em jî naxwazin ev yek pêk were. Em dizanin ku PDK’ê li ser daxwaza dagirkeriya Tirk bêserûber êriş dike. Lê Gerîla neçar dimîne xwe  xwe biparêze û ger êriş li ser wan pêk were wê li hemberî êrişan jî bê bersiv nemînin. Bi rastî kiryarên wan bi giştî li hember kurdayetiyê ne. Berî niha li dijî kurdan şer kirine, niha jî şer dikin. Heyanî ku PDK’ê destê dijminê kurdan weke dagirkeriya Tirk digire, wê tucarî kar û xebata wê nekeve xizmeta gelê Kurd e. Xiyaneta ku PDK’ê dike bêsînor e. Ji ber vê yekê heyanî ku hevkariya wê bi dijmin re bidawî bibe, pêwîste hin xebatên bi lez li ser asta Kurdistanê werin kirin. Girêdayî heman mijarê divê kongreyeke Kurdistanî ji bo yekrêziya kurdî were lidarxistin û hemû partî, tevger, rewşenbîr û hwd… ji tevahiya Kurdistanê tevlî vê kongreyê bibin. Herwiha PDK’ê neçarî vê kongreyê bikin, ger ku tevlî nebe jî, bila piştre PDK’ê  û mala Berzanî ji xwe re nebêje em kurd in.

Xiyaneta PDK’ê û dûvika wê ENKS’ê bi destpêkirina Şoreşa Rojava re li dijî gelê Kurd tê meşandin. Da ku rê li pêşiya xiyaneta ENKS’ê were girtin û destkeftiyên şoreşê werin parastin divê çi were kirin?  

Wekî em dizanin ku Şoreşa Rojava piştî kedeke mezin û bi xwîna hezarên şehîdan hatiye avdan û ev şoreş bi saya wan heta roja îro didome. ENKS’ê wekû amûra PDK’ê ye û girêdayî wê ye, ji xwe girêdana PDK’ê bi dewleta Tirk re jî diyar e. PDK’ê ENKS’ê ji destpêka şoreşa Rojava re li dijî şoreşê bikartîne û karên ku ew didine meşandin jî yekser dikeve xizmeta dijminê gelê Kurd. Kar û xebata ku ENKS’ê, û bi hevkariya Tirkiyê ji destpêka şoreşê ve dimeşîne hemû li dijî şoreşa Rojava bûn û armanca wê ew bû ku destkeftiyên şoreşê tar û mar bike. Di pêvajoya şoreşa Rojava de, pêwîst nedikir ku dûvika PDK’ê li Rojava kar bike, ji ber ku ENKS’ê ti carî xizmeta doza kurdî nekirye. Xiyaneta ku ENKS’ê dide meşandin heta roja îro jî wisa ye, di dema êrişên vê dawiyê de yên li ser gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rojava jî pêkhatin dijberiya wan diyar bû. Hetanî ku xiyaneta PDK’ê û ENKS’ê bi dawî bibe pêwîste rêxistina me û Rêveberiya Xweser li ser vê pirsgirêkê baş bisekinin ku rê li pêşiya xiyaneta wan were girtin.