Tuesday, July 14, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Roja dilêş; 15ê Sibatê

11/02/2024
in QUNCIK NIVÎS
A A
1 Mijdarê, Kobanê ket rojeva Cîhanê
Share on FacebookShare on Twitter

Ahmed Aktaş

Dîsa salvegera 25an a roja reş, roja dilêş, roja ku em hemû ji dil û ji derûnî ve birindar kir, hat pêşberî me!

Di wê rojê de, îradeya gelê Kurdistanê dîl hat girtin û 25 sal in di bin pergala êşkencê û tecrîda giran a dewleta qirker a Tirk de ye. Bi vê komploya Rêber APO re, ne tenê derbe li tevgêra gelê Kurdistanê dan, lê armanca vê komployê firehtir e.

Plangerên komployê, xwestin pêşîyê li ber fikir û ramanê Rêber APO bigrin, da ku bandora wê derbasî nava gelên herêmê û cîhanê nebe.

Ji ber ku dewletên serwerên cîhanê, felsefe û pergala Rêber APO, ji bo pergalên xwe alternatîf/berdêl û xeter didîtin.

Lewma li ser vê komplogeriya 15’ê Sibatê, ji DYE, Inglistan û Israliê heta Rûsyayê, Misirê û hwd.dewletên cîhanê bûn hemfikir. (Rola dewleta tirk; “gardiyanî”ye)

Tê dîtin ku çendîn balkêşe! Dewletên duh di şerê cîihanê yê 2mîn de dijminên hev bûn, îro di şerê cîhanê yê 3mîn de dîsa dijberbin jî, lê belê çawa û çima li dijî Rêber APO karibûn bibin hevkar û di vê plangeriya cihanî de, her yek ji wan rolekî hildin ser milên xwe?

Erê dema şîroveyek bi vî awayî tê kirin, hinek zimandirêj û mejî qirêj hene û li dijî vê nêrînê derdikevin.

Lê ma ev komplo, ji roja despêkê ya 10’ê Cotmeha 1998an û li pey wê roja 15’ê Sibata 1999an, heta îro hemû li ber çavê raya giştî pêknehat?

Dibe ku di hûrgiliyan de kêmayî hebin lê zêdeyî nîne. Erê serkêşiya vê plangeriyê, DYEyê û hinek dewletên hevalbendên wê kirin, lê keryek dewletên din ên cîhanê, ji Ewrupayê, Asyayê û heta Efriqayê beşdarî vê komployê bûn. Gotin hebû ku hinek hêviya dostayê ji Rûsya û Yewnanistanê dihat, lê berovajî, rola herî qirêj jî van dewletan list in! Di vê komployê de, ji ti dewletan piştgrî nehat, tenê ji Hafiz Esed û Massimo D’Alema hinek bêhna dostayiyê hat û weselam!

Di encamê de mirov bala xwe bide realitê, her alî ji bo berjewendên xwe, li goreyî zihniyeta xwe rolên xwe lîstin. Di komployê de, mijara herî giring û bingehîn, rola Rêber APO ye ku bi hostayiyek mezin û berxwedanek demdirêj, mirazê komplogeran di qirika wan de hişt û plangeriya wan pûç kir. Herwiha, paralelî berxwedana Rêber APO ya Imraliyê, xwediderketina bi hijmarek mezin a canbexşane(ku li cîhanê mînaka wê nîne) û lehengî ya şopdarên Wî; heval û hogirên wî yên Tevgerê, gelê Kurdistanê yê welatparêz û dostên wan, bandora hêza felsefe û tevgera Rêber APO, ji raya giştî ya cîhanê re nîşan dan.

Xwedîderketina Rêber APO û paradigma wî, îsal gihiştiye asta herî bilind; him li qada netewî him jî li qada navneteweyî, êdî ji bo yekser azadiya wî û çareseriya pirsgrêka kurd, kampanyayên berfireh ên demdirêj hatin despêkirin. Kurt kurmancî, ew çeka wan a komplogeran li wan zivirî; gelê Kurdistanê û dostên xwe, bê tirs û bicesaret hîn pêhtir li dor Rêber APO civiyan û dicivin.

Bêguman Azadbûna Rêber APO û serkeftina giştî nêztir dibe!

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû
NÛÇE

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû

14/07/2026
Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn
NÛÇE

Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn

14/07/2026
Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin
JIN

Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin

14/07/2026
Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin
ROJEV

Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin

14/07/2026
Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.