Rojnameya Ronahî

Jin û15’ê Sibatê

Zozan Cizîrî

Em bi vê meha Sibatê re ketin 26. salvegera dîlgirtina Rêberê  Konfederalîzma Demokratîk Rêber APO ku di sala 1999’ê di encama Komploya Navdewletî de pêk hatibû. Komploya Navdewletî êrîşa herî xedar û namerd a li ser ruhê azadiyê ye. Rêber APO tenê kesayetek nîn e; Ew nasname û rûmeta tevahî gelê Kurd e. Wî, rastiya gelê Kurd ê bindest, fetiland rastiya gelê şerker û serbilind. Kesên xwedî zanista dîrokê û zanista civakê ya rast, dizanin beriya Rêbertî derkeve û Tevgera Azadiya Gelê Kurd PKK’ê damezrîne, rewşa li Kurdistanê çiqas ji hêviyê bêpar mabû. Bi taybetî li Bakurê Kurdistanê bi dehan serhildan hatibûn tepisandin, siyaseta qirkirin û bişaftinê wekî polîtîkayeke dewleta Tirk bi zilm û zordarî li ser gelê Kurd dihat meşandin. Dijmin ev siyaset çizirandibû nava her ocax û malbateke Kurd.

Di vê têkoşîna civakî ya Rêbertiyê hîmê wê danî de hebûn û nasnameya jina azad bi rêxistinî derxistina pêş her tim esas bûye. Tevlîbûna jin a di nav refên têkoşîna azadiyê de tu caran bi feraseta hejmarê zêde bikin û tenê wek hêza alîkar, berdestî di nav şoreşê de cih bigirin çênebûye. Di mijara azadiya jinê de li hemberî hişmendiya zilamperest, yekdestdar têkoşîneke cidî hatiye meşandin. Ji bo jin bi hêz û îradeya xwe beşdarî nav refên têkoşînê bibin, di bin siya zilam de nemînin, wek kirdeyeke esasî ya şoreşê kar bikin û keda wan watedar be Rêber APO girîngiyek mezin daye xebatên zanekirin, perwerdekirin û birêxistinkirina jinan. Heta azadiya welat bi azadiya jinê re yekta girtiye dest. Hewl daye azadiya jin a di nav mekanê şoreşê de pêk were, derî li azadiya hemû jinên di nav civakê de veke. Ji bo wê ev maf daye ku hemû biryarên têkildarî rewşa jinan jin bi xwe di nav xwe de bigirin û derî li her cureyê mûdaxeleyên zilam ên li ser jinan girtiye. Elbet ev gaveke dîrokî ya nûjen e.

Hêzên sermayedar-yekdestdar ji ber hewl didin sîstema xwe ya zilamperest û mijokdar li ser lingan bigirin, li gel têkoşîna azadiya gelan, bi taybetî ev asta şiyarbûn û pêşketina jinan li pêşiya berjewendiyên xwe yên desthilatî wek xeterî dîtin. Ji vî alî ve ku em rastiya Komploya Navdewletî bigirin dest, eşkere dibe ku bi Komployê êrîşa herî mezin li ser nasnameya jina azad pêk anîne. Îro jî ferzkirina tecrîdê, ferzkirina bindestiyê ye. Di vê wateyê de serkeftina xeta azadiya jin, îro bi şikandina tecrîda li ser Rêber APO ve girêdayî ye. Ji bo wê dem hatiye bi giştî hêza jin xwe bikin yek û di bin ala Viyanan de meşa xwe ya Azadiya Rêber APO ji her demê bêhtir gur bikin û bêhtir xurt bikin.