Rojnameya Ronahî

Şaredariya Gel ji pirsgirêkên Civakê re dibe riya çareseriyê

Ronaz Silêman/Qamişlo

Endama beşê fenî ya Ofîsa lêkolînan a Şaredariya Gel a bajarê Qamişlo Şîlan Xilêf diyar kir ku Şaredariya Gel her sal pirojeyên xwe li gorî pêwîstiya civakê dide meşandin û got, em li gorî derfetên xwe hewil didin ku ji tevahiya pirsgirêkên welatiyan re bibin cihê çareseriyê.

Şaredariya Gel a bajarê Qamişlo di dawiya sala 2012`an de hatiye avakirin. Ji destpêka damezrandina wê ve û heta niha xebatên xizmetguzarî ji civakê re dide meşandin û bajar bi rêxistin dike, pirsgirêkên di nava bajar de çareser dike û ji bo tendirustiya gel çavdêriya bazaran dike, di heman demê de bexçeyan paqij dike û projeyên paqijkirinê pêk tîne. Herwiha salane li gorî pêwîstiya gel projeyan dide avakirin.Di heman demê de gelek beşan digire nav xwe. Beşên ku di nava şaredariyê de cih digirin evin; Ofîsa Tenduristî, Ofîsa Jinê, Ofîsa kenalên avqirêjiyê, Ofîsa veguhestinê, Ofîsa Fenî, herwiha Ofîsa fenî belavî van beşan dibe, mîna Ofîsa avakirinê, Gilî, Tebogirafî, di heman demê de, Ofîsa fenî li ser muxalefeyên di nava bajar de disekin e. Ofîsa ekolojîk paqijiya bajar girêdayî wê ye, Ofîsa Tenduristiyê bi tenduristiya bazarê ve mijol dibe û rojane gerên wan di nava bajar de pêk tên. Ofîsa hiqoqî çi pirsgirêkê derkevin û giliyê hebin ew pê radibin. Rawestgeha Şaredariyê, beşek taybet a xizmetên paqijkirinê, Beşê Avê, Dîwana Şaredariyê, Beşê Têkiliyan ew jî pêşwaziya giliyan dike û daxwazên heyî ji aliyên Têkildar re rêdike. Beşê Hiqoqî, Komîta Ceneratoran ew jî li ser ceneratoran disekine, ji bo dema pirsgirêkên ceneratoran çareser bike. Ofîsa ekolojîk jî li ser paqijkirina bajar disekin e, herwiha karkerên taybet bi vî beşî hene û Ofîsa Bexçeyan û Ofîsa Ragihandinê.

Derbarê asta kar û xebatên Şaredariya Gel a bajarê Qamişlo endama Beşa Fenî ya Ofîsa Lêkolînan a Şaredariya Gel a bajarê Qamişlo Şîlan Xilêf ji rojnameya me re axivî

Şîlan Xilêf diyar kir ku pirojeyên Şaredariya Gel li gorî pêwîstiya civakê ne û wiha got: “Şaredariya Gel bi armanca xizmeta civakê kar û xebatên xwe dide meşandin. Her sal şaredarî pirojeyên xwe nû dike, pirojeyên Şaredariyê jî li gorî pêwîstiya civakê tên avakirin û pêk anîn. Şaredariya Gel bi gelek kar û xebatên girîng mijol dibe, bexçeyan li bajar ava dike, li paqijiya bajar baldariyê dike, di heman demê de ji bo parastina tenduristiyê şopandina bazarê dike, riyên bajar jî çêdike û her dem di xizmeta civakê de ye. Herwiha di sala bûrî de me kar û xebatên baş di nava bajar de da meşandin, dibe ku derengî di destpêkirina pirojeyan de bû, lê ev jî bi sedema hîn ne erêkirina pirojeyan bû.”

 ‘Şaredariya gel bi hemû derfetên xwe xebatê dide meşandin’

Şîlan Xilêf pirojeyên ku Şaredariya Gel a bajarê Qamişlo di sala 2023`an de pê rabibûn wiha anî ziman: “Di sala 2023`an de pirojeyên ku me pêk anîn jî ev bûn; Beqaya li hin riyên taxan wek, Umfirsan, Hilêliyê, Hîmo, Cimayê û li taxa Tey hatin rastkirin. Hin riyên taxa Hilko, Cimayê, Qenat Siwês, Elaya, Enteriyê û Cirnikê hatin ziftkirin. Xebatên kenalên avqirêjî jî li gelek cihan hat kirin, ji xwe hin tax pêwîstiya wan boriyên ku firehbûna wan 40.cm hebû û hin pêwîstiya wan bi boriyên ku firehiya wan 30.cm hebû, me ew jî bi dest anî û li Nemetiyê, Cimayê, Qenat Siwês, Hilko, Navkorê û li gundê Sêgirka pêk hat. Kenalê ava baranê jî li bajarê Qamişlo hatin belavkirin, hin jê li aliyê Xerbî û hin li aliyê Şerqî hatin belavkirin, li aliyê xerbî li Hilêliyê, Hilko, Kornîş, Hîzam xebat hat kirin û li aliyê Şerqî jî li Elaya, Enteriyê, Cirnikê, Qenat Siwês bû, hejmara wan jî 63 kenalê avê bûn. Di heman demê de me li bazara zebzeyan entirlok danî. Niha jî em xebatê enterlokan li çerxeya Şehîd Yûsif Gilo didin meşandin, heta niha bi dawî nebûye, lê di demên nêz de wê bi dawî bibe. Li riyên bajarê Qamişlo sererastirin jî pêk hat. Xebatên Qeşartina riyên bajêr jî hat kirin, ew jî li giştî Qamişlo û me bi hemû hewldanên xwe pirgirêkên heyî yên bajêr çarser kirin. Ji xwe sedema derengbûna pirojeyên me jî ewbû ku Şaredarî hevpeyman bi Kampaniya Zagros re danîbû û Kampaniya Zagros li çêkirina riya Embara kar dikir, ji bo wê derengî di xebatên pirojeyên me de bûn.”

‘Bi êrişan hêza kar û xebatên me ranaweste’

Şîlan Xilêf axaftina xwe wiha qedan: “Pirojeyên ku şaredariyê di sala 2024`an de daniyê pêşiya xwe evin; Kenalên Avqirêjî, Devên rîkaran û Kenalên ava baranê ye. Ev pirojey ji aliyên Têkildar re hatine rêkirin û dema ku erêkirina wan bên em dest bi kar û xebatên pirojeyên xwe bikin. Herwiha êrişên dawî yên dewleta Tirk a dagirker yên li ser binesaziya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bo sedema qutbûna elktirîk, gaz û kêmbûna avê jî, lê tevî vê yekê jî kar û xebatên me nehatin rawestandin û em her dem bi biryarin ku di kar û xebatên xwe de berdewambin. Di heman demê de êrişên dewleta Tirk a dagirker, hêza kar û xebatên me ranawestînin.”