Rojnameya Ronahî

Ji Meşa Romayê ber bi Meşa Kolnê

Farûk Sakik

Em dîsa di meha Sibatê de ne û li hemberî komployê hêrsa me danakeve. Ev 25 sal e her sal, di 15’ê Sibatê de Kurd di vê roja reş de dadikevin qadan.  Dîlgirtina rêber Apo tê şermezarkirin.

Bi şermezarkirinê sînorkirî nahêlin, ji bo komplo vala derkeve û Rêber Apo jî azad bibe, têdikoşin.

Îsal ji her salî cuda ye. Her sal li benda 15’ê Sibatê diman û ewroj li Starasbûrgê kom dibûn, êvarê jî vedigeriyan mala xwe derbasî jiyana normal dibûn.

Lê îsal, ji salek berê de amadekariya vê mehê hatiye kirin. 10’ê Cotmeha 2023’yan pêngavek dan destpêkirin. Demek dirêj e ji bo meşa li Kolnê ya 17’ê Sibatê amadekarî tên kirin.

Civînek hevserokên meclîs û federasyonên kurdan yên li Ewropa hebû. Bi salane van çalakiyên wan min dişopand, lê îsal biryardariyek min di çavên wan de dît.

Min di çavên wan de, biryardariya sala 1998’an de dema Rêber Apo li Roma bû dît.

Di sala 1998’an de dema ku Rêber Apo derbasî Roma bû, Kurdên Ii Ewropayê wek rûbarek herikîn Romayê.

Di rojên zivistanê, sar û seqemê de, bi rojan li qada Cello rûniştin.

Ev çalakiya wan, ev meşa wan, ev bîrdoziya wan, ev xwedîderketina wan a li Rêberê xwe, ji aliyê civaka Ewrûpa bi baldarî hatibû temaşekirin.

Heger ewroj ev xwedîderketin pêknehata diviya komplo ber bi merheleyeke cuda ve bi encam bibûya.

Em wan çalakiyên xwedî wateyek pîroz nîqaş nakin. Ku di pêvajoya komployê de destpêkiribû. Çalakiyên canbaxişyane ku li dora Rêber Apo ji agir xelekek çêkiribûn. Ev çeka herî mezin bû ku komplogeran tirsandibû. Ew difikirîn kesên ku xwe bişewitîne dikare li dijmin çi bike.

Lê mixabin, ji wê rojê hetanî îroj, xemsariyek heye. Me dikarîbû hîn deha zêdetir midaxleyî pêvajoyê bikira.

Rexneya herî mezin jî em dikarin li helwesta xwe ya van 3’ê salên dawî bikin.

Tecrîd û komplo normalîzekirin. Bi demê re mêjî fêrî vê rewşê kirin. Me digot em ê fêr nebin lê me xwe xapand.

Ev pêngava ku ev 3-4 meh e destpêkiriyê diviya me 3 sal berê dest pê bikira.

Lê dîsa jî em dereng neketine. Vaye şansek ku li hember Rêber Apo em xwe bidin efû kirin derketiye. 17’ê Sibata 2024’an.

Divê bi rohê ku di sala 1998’an de Kurd herikîn Romayê û evcar biherikin bajarê Kolnê.

24 sal e ev kevneşopiya çalakiyê, Ii Strasbûrgê, li bajarê ku navenda vê komployê ye, pêk dihat. Hemû saziyên ku bi Îmraliyê re têkildar bûn li vî bajarî bûn.

Îsal çima biryar girtin ku li Almanyayê ev meş were lidarxistin?  Almanya, tercîhek ku di encama nîqaşan de hat girtin bû. Giraniya Kurdên li Ewrûpayê, milyonek û nîv li vî welatî ne.

Hin kes dibêjin bi meş û mitîngan tecrîd nayê şikandin û Rêber Apo fîzikî nayê azadkirin. Nêrînek xelet e. Van kesan di sala 1998’an de jî digotin komplogeran ji xwe biryar girtine. Lê wisa nebû.

Bi van çalakiyan ew ê dubare were îspatkirin ku Ocalan Rêberê Gelê Kurd e. Kurd ji bo azadiya wî dikarin îro jî wek sala 1998’an gelek tiştan bikin.

Dîsa di çarçoveya 10’ê Cotmehê de ji bo paradîgma û kesayeta Rêber Apo bidin naskirin gelek çalakî tên lidarxistin. Bi van çalakiyan dostên Kurdan zêde dibin. Bi tevlîbûna wan jî hêza Kurdan xurt dibe.

Heger di 17’ê Sibatê de em rihê Meşa Romayê derbasî Kolnê bikin ew ê, ev yek wê ji bo azadiya Rêber Apo bibe gava destpêkê. Gava encamgirtinê.