Rojnameya Ronahî

Li Kurdan xistin serbest e!

Zekî Bedran

 Dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê bê ku were sînordarkirin bi dilê xwe hêza leşkerî bikar tîne. Bi havîn û zivistan, şev û roj çiyayên Kurdistanê, sîberên gerîlayan bi balefir, helîkopter û topan tê bombebarankirin. Bi dehan baregehên leşkerî hatine avakirin. Hêjmarên baregehan zêde dikin û herêmên dagirkirinê berfireh dikin. PDK’ê ya li herêmê bi bandor e van êrişan destek dike û rewa dike. Hikumeta navendî ya Iraqê jî dibêje ew der herêma Kurdan e çi bi serê wan tê bila were. Hikumeta Iraqê dibêje, her çawa be Kurd, yanî xwediyên malê bi dagirkeran re hevkar in, çima ez serê xwe biêşînim.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rewş hîn cudatir e. Ev herêm hîn zêdetir bi koalîsyonê re hevkarî çêkirin û DAIŞ’ê tune kirin. Hêzên koalîsyonê li herêmê bûn. Ji deh hezaran zêdetir girtiyên DAIŞ’ê hebûn. Pêwîst bû ev di girtîgehan de bên girtin û werin parastin. Heman demê de bi hezaran malbatên DAIŞ’ê di kampên weke Kampa Holê de bûn. DAIŞ bi tevahî nehatibû tunekirin û xwe vekişandibû binê erdê. DAIŞ ji bo ewlehiya cîhanê xeteriyek bû. Ji bo vê jî Îran, Rûsya, DYE, Ewropa û welatên Ereb li hemberî DAIŞ’ê xwedî helwest bûn.

Tirkiye jî berovajî cîhanê bi DAIŞ’ê re di nava hevkariyê de bû. Taybet jî ji ber dijminahiya li hemberî gelê Kurd rêveberiya Erdogan DAIŞ destek kir û berê wan da Kurdan. Xwest Kurdan bi destê DAIŞ’ê xilas bike. Nûnerê taybet ê DYE yê wê demê Brett McGurk herî baş vê pêvajoyê dizane. Her çi kir rêveberên Tirk sînorên xwe ji DAIŞ’ê re negirtin. Bi dehhezaran DAIŞ’î ji welatên cuda yên cîhanê di ser Tirkiyê re herikîn Sûriye û Iraqê. Erdogan mizgîniya êrişên DAIŞ’ê dida: Digot, “Kobanê li ber ketinê ye”. Lê nebû, Kobanê neket. Yê ku ket û binket DAIŞ bû. Piştî ku sînor ji DAIŞ’ê hatin paqijkirin û Kurd bi bandor bûn, aliyê Tirkan kire qîre qîr û got “sînorên me di xeteriyê de ne” û hema dest bi lêkirina dîwaran kirin.

Tirkiyê tucar li dijî DAIŞ’ê şer nekir. Ew kir hêncet û ket Sûriyê û herêmên weke Cerablus û Babê dagir kir. Armanca wan astegkirina gihiştina xeta Kobanê û Efrînê bû. Jixwe niha vê bi awayekî vekirî tîne ziman. Dibêjin, em weke xencerekî ketin korîdora Kurdan, me yekbûna wan asteng kir. Li gel dagirkeriyê jî Kurd û Ereb bûne yek û Rêveberiya Xweser ava kirin û xwe parastin. Bi vê re faşîzma Tirk bi Rûsan re bû yek û Efrîn dagir kir. Wê jî têra faşîzma Tirkan nekir. Vê carê jî bi Tramp re li hev kirin, Girê Spî û Serêkaniyê dagir kirin. Herêmên hatin dagirkirin ji Kurdan hatin valakirin, piraniya axê dane malbatên çeteyên Ereb û şêniyên berhevkirî lê bicih kirin.

Rêveberiya Biden wê demê Trump rexne dikir. Ji DYE yê rexne li Trump kirin û digotin te Kurd firotin. Ji ber Kurdan ji şerê li dijî DAIŞ’ê re pêşengî kirin û ji 10 hezaran zêdetir şehîd dan. Trump herêmek girîng pêşkêşî Tirkan kir. Lê vê jî pergala qirker a Tirk têr nekir. Ji bo wan hebûna Kurdan, hele hele statû bidestxistin dawiya dinê bû. Teqez divê bihata perçiqandin û tunekirin.

Dewleta Tirk di dawiya kanûnê û heta nîva çileyê de êrişên giran ên hewayî birin ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Taybet jî herêma Cizîrê ya piraniya şêniya wê Kurd e kir armanc. Cihê hatin lêxistin cihên elektirîk, gaz û petrolê bûn ku jiyana gel li ser lingan digirt. Ne cihên leşkerî bûn. Ji ber dewleta Tirk dixwaze herêmê bîne rewşa ku jiyan lê nebîne û Kurdan bide koçberkirin. DYE û Rûsyayê qada hewayî ya Sûriyê di navbera xwe de parve kirine. Eger erêkirina van herdû dewletan nebe dewleta Tirk nikare êrişî herêmê bike. Ew çi bêjin jî derew e. Tu mafê dewleta Tirk li ser Sûriyê tune ye. Cihên ku êrişî dike di nava sînorên Sûriyê de ne. Eger qada hewayî venekin balefirên Tirk nikarin bikevin hindir.

Balkêş e, Trump du herêm ji dagirkeriya Tirkiyê re vekir. Paşê şandeyek şand Enqereyê û xwest şer bisekinîne. Zextên li ser pir bûn. Heman demê de dema rêveberiya Tirk planên dagirkeriyê çêkirin û gef xwarin, Trump gefa dorpêçê li wan xwar. Biden ê ku Trump rexne dikir, peyva dorpêçê nekir devê xwe, heman demê de dorpêça berê ya Ewropa û Kanadayê li ser Tirkiyê rakir. Di beramberî endamtiya Îsveçê de Kurd pêşkêş kirin. Eger li hemberî êrîşan evqas bêdeng in sedem bazar û lihevkirinên wan in. Rêveberiya Trump du herêm ji dagirkeriyê re vekir, lê xuyaye rêveberiya Biden tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji dagirkeriyê re vekiriye. Ji ber dewleta Tirk ji Şehbayê heta Dêrikê bombebaran dike. Rêveberiyên xweser nikarin bixebitin. Asayîş jî di nav de herkesî li her derê dixe. Eger ewlehiya bajar û rêyan neyê girtin, dê herêm ji hêzên weke DAIŞ’ê re vebe.

Dema rêveberiya DYE yê tê rexnekirin dibêjin “me soza parastina rêveberiya xweser li hemberî Tirkiyê neda” û xwe diparêzin. Dema balefir û êrişên rêveberiya xweser hatin ber nexebitînê, hûna çawa girtiyên DAIŞ’ê di girtîgehan de bigirin? Dema QSD di bin êrişan de be û li her derê were kuştin, dê çawa weke ku tiştek nebûye we di baregehên we de biparêz e û bi we re beşdarî operasyonên li dijî DAIŞ’ê bibe? Erê DYE yê soz neda û negot ezê we li hemberî Tirkiyê biparêzim, ma got êriş û kuştina we serbest e? Qet nebe vê jî ragihînin, bila gelê we û tevahî cîhan bizane hûn çi dikin!