Tuesday, July 14, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Êdî mijar nema şerê DAIŞ’ê tenê ye!

07/02/2024
in QUNCIK NIVÎS
A A
Nikarin hevpeyaman civakî asteng bikin
Share on FacebookShare on Twitter

Dilyar Cizîrî

Dewleta Tirk a dagirker di 16’ê Çileyê de bi balafirên şer û ên bê mirov li seranserî xeta sînorê di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de binesaziya herêmê bombebaran û topbaran kir. Di encamê de gelek sazî û dezgehên xizmetguzariyê yên bi jiyanaê ve eleqedar ruxandin û bi temamî ji xizmetê hatin derxistin. Di êrişên beriya wê de jî gelek navendên xizmetguzariyê hatin hedefgirtin, di encamê de ziyaneke mezin li binesaziya herêmê hat û nêzî deh welatiyên herêmê yên sivîl şehîd bûn.

Piştî êrişan bi çend rojan tam di 24’ê çileyê de toreya 21’an a civîna Astana ku di navbera Rûsiya, Tirkiyê, Îran û hikûmeta Şamê de ye, hate lidarxistin. Tevî êrişên dewleta Tirk sûcekî şer e, lê balkêş bû aliyan di civînê de bi tu awayî behsa êrişên dewleta Tirk li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nekirin. Dibe bi awayekî veşartî behsê hatibe kirin, lê di encamnameya wan de tiştek nîn bû.

Ev bi xwe hevkarî û erêkirina hemû aliyên Astana û dijberiya wan bi Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re nîşan dide. Di civînên wan ên berê de jî di tu xalan de lihevkirinek tişta wan dighîne hev dijitiya Rêveberiya Xweser e.  Em êrişên niha li Dêrazorê ku komên girêdayî hikûmeta Şamê û Îranê li dijî bargehên QSD’ê tînin ji plana Astana cuda negirin dest.

Êrişên dewleta Tirk û êrişên çekdarên êgirdayî Şamê û Îranê di çarçoveya yek planê ku navenda Astan ye. Lê zêde bike, dorpêça li ser Şehba û taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê. Ew bi hemû hêza xwe ji bo tunekirina Rêveberiya Xweser di nav tevgerê de ne.

Di nava vê rewşê de hêzên Koalîsyona Navdewletî û di serî de Amerîka ku îda dike ew serkêşiya şerên li dijî DAIŞ’ê dike û ji bo wê li herêmê ye, naxwaze guhertinên mezin di herêmê de çêdibin, bibîne. Rewşa di herêmê de hîn zêdetir metirsîdar bûye. Derfet û zemîna derketina DAIŞ’ê careke din çêbûye û daxuyaniyên QSD’ê di vê derbarê de çêbûne.

Ji xwe piştî şerê Hemas û Israîlê em dinêrin bargehên Amerîka li Sûriyê û Iraqê têne bombebaran kirin. Kuştina 3 leşkerên wan li Urdinê û bombebaran û topbarana li dijî baregihên wan li Sûriyê û Iraqê aliyekî wê yê din e. Duh jî 6 şervanên QSD’ê li zeviyên Omer a Dêrezorê di êrişeke hevkarên Îranê de şehîd bûn. Destpêkê hat gotin ku êriş li dijî bargeha Amerîka ya li zeviyên Omer bû. Paşê diyar bû ku êriş li dijî Akademiyeke QSD’ê bû. Ji xwe navenda ragihandinê ya QSD’ê derbarê êrişê de daxuyanî da û tekez kir ku çekdaêrn girêdayî Îranê ji xaka Sûriyê êriş li dijî Akademiya wan pêk aniye.

QSD’ê û gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne ji Amerîka û parastina wê li Zeviyên Omer in, lê belê şervanê wê parastina xaka xwe dikin. Beriya hatina Amerîka jî şervanên vê herêmê parastina xwe dikin û li dijî gelek aliyan şer dikirin.

Lê li beranberî guhertinên mezin ku di herêmê de pêk tên, divê Amerîka û hêzên Koalsîyonê helwesta xwe ji aliyên Astana ku dewleta Tirk beşekî wê yê serke ye, nîşan bide. Êdî mijar ne tenê şerê DAIŞ’ê ye.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû
NÛÇE

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû

14/07/2026
Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn
NÛÇE

Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn

14/07/2026
Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin
JIN

Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin

14/07/2026
Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin
ROJEV

Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin

14/07/2026
Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.