Rojnameya Ronahî

KOMPLOYA MEZIN A GLADÎOYÊ …Derketina Ji Sûriyê…(1)

 

Abdullah Ocalan                       

Derketina ji Sûrî bi operasyona NATO-Gladîo’yê re têkildar e. Eger em jihevcudabûna di nava artêşa Tirk de û Gladîo’yê li ber çavan negirin, em nikarin vê operasyonê rast şîrove bikin. Bi qasî tê yeqînkirin, Serokatiya Fermandariya Giştî ya I. Hakki Karadayi û ya Huseyin Kivrikoglu serdestî her tiştî nebûn. Di pirsgirêka Kurd de nêzî helwesta Eşref Bitlis bûn. Li gorî wan bi şer bi temamî tesfiyekirina Kurdan hem ne pêkan bû, hem jî ne rast bû. Çareseriya siyasî û aştiyane ya Turgut Ozal û Eşref Bitlis dixwestin bidin destpêkirin hem weke erkeke welatparêziyê, hem jî li gorî têgihiştina şerê klasîk di cih de didîtin. Sakip Sabanci jî di nava TUSIAD’ê de temsîla beşekî dikir ku xwedî li vê xetê derdiket. Di nava MIT’ê de Serokê Daîreya Kontrgerîlla Mehmet Eymur û ji nava Midûriyeta Polêsan jî Hanefî Avci nêzîkatiyên wan parelelî heman xetê bûn. Vê ekîbê bûyera Sûsûrlûkê jî nirxandibû û li dijî lobiya şer pêngavek avêtibû. Dogan Gureş û Çevîk Bîr temsîla ekîba dijber an jî baskê Gladîo’yê dikirin. Hewldanên reşkujiyê yên li beramberî Sakip Sabanci û Huseyin Kivrikoglu ji aliyê vê ekîbê ve hatibûn pîlankirin. Wekî din, berê jî di serî de li dijî Turgut Ozal û Eşref Bitlis gelek reşkujiyên bi armanca tesfiyekirina hin kesan di nava dewletê de ji aliyê selefên heman ekîbê, û dûvikên wan ên berê ve hatibûn pêkanîn. Sala 1990’î li gorî rêûresmên artêşê dora Serokatiya Giştî ya Fermandariyê hatibû Muhittin Fisunoglu. Kengî li derveyî rêzik û pîvanan Dogan Gureş bû Serokê Fermandariya Giştî derz û nakokiya di navbera wan de mezin bû. Ekîba din, bi çaya jehr xistibû navê hewl da bi destê du eskerên sempatîzanê PKK’ê yên di nava artêşê de Dogan Gureş bikujin. Ev hewldana reşkujiyê tam bi ser neket. Li Îmraliyê kengî dozgerê eskerî yê taybet pirsî kê der barê vê mijarê de biryar daye, min got herdu esker sempatîzanê PKK’ê bûn, piştî bûyerê reviyan û tevlî nava refên gerîlla bûn û herdu jî şehîd bûne. Min gotibû ez texmîn dikim ku biryar ji nava artêşê hatiye dayîn. Bi vî awayî, jêpirsîna di vî warî de jî bi dawî bû.

Di nava artêşê de nakokiyên bi vî rengî heta bi serê sedsala 20. û heta hê beriya wê hene. Ji xistina text a Siltan Ebdulhemîd heta bi hewldana reşkujiyê ya Mistefa Kemal, ji pêvajoya qirkirinê ya li dijî Kurdan a bi komploya 15’ê Sibata 1925’an a li dijî Şêx Seîd dest pê kir û heta bi 18’ê Mijdara 1937’an bi komployê darvekirina Seyîd Riza, ji girtina Firqeya Serbest (1930) heta bi xistina Înonî ya ji serokwezaretiyê (1937), ji darbeya eskerî ya 27’ê Gulana 1960’î heta bi darbeya postmodern a 28’ê Sibata 1998’an û herî dawî jî piştî salên 2000’î amadekariyên darbeyê bi qasî sedsalekê derbas bûye û di tevahiya van bûyerên bi vî rengî de şerê heman xetê heye. Pêşî Elmanya, paşê li gorî rêzê hêzên hegemonîk Ingilîstan û DYE’yê ji derve destek didan van şeran û bi vî awayî ew kontrol dikirin. Ev bûyerên reşkujî û komployê hemû bi xwe şerên hegemonyayê yên li dijî gelên Rojhilata Navîn, nexasim li dijî gelên Anatolya û Mezopotamyayê îfade dikin. Ji van şeran a para berxwedana Kurd a PKK pêşengiya wê dike çar demên girîng ên şerê Gladîo’yê ne ku min di beşên beriya vê de bi awayekî pêşnûme pêşkêş kiribûn. Şerê hêzên hegemonîk ên kapîtalîst bi kirasê faşîzma Tirkê Spî dewam dikir. Ji dema M. Kemal ve beşekî di nava artêşê de yê ji vê zivêr hebû. Ev beş welatparêz û Anatolîparêz bû. Ji darbeya 27’ê Gulana 1960’î heta bi amadekariyên darbeya piştî salên 2000’î rewşa vî beşî ji komploger û darbekaran cuda bû. Li pişta darbekar û komplogeran bi awayekî bingehîn NATO û Gladîo’ya wê hebûn. Herweha di nava civaka sivîl de navend û şaxên xurt ên herdu aliyan hebûn. Ev di nava xwe de timî xwedî nakokî û têkilî ne. Li gorî deman serdestiya wan a li ser hevdu diguhere. Ji aliyê çînî ve jî divê bûrjûwaya mîllî û hevkar temsîl bikin.

Ha di navbera van herdu beşan de berî ku ez ji Sûrî derkevim dîsa hevrikî û reqabetê serî dabû. Reqabeta di navbera beşê alîgirê diyaloga bi me re û dijberê wan de, bi desteka Îsraîl û DYE’yê baskê NATO-Gladîo ango beşê alîgirên şer û îmhayê serdest bûbûn. Beriya derketinê bi demeke kin, îstîxbarata Îsraîlê bi awayekî neyekser bi israr peyam dida ku divê ez ji Sûrî derkevim. Min veqetîn di cih de nedîtibû. Min fikar dikir ku wê statuya me ya li Sûrî derbeke mezin bixwe. Min ji aliyê stratejîk û îdeolojîk ve rast nedidît. Şer wê di riya xwe ya xwezayî de bimeşiya, di çarenûsê de çi hebû wê ew biqewimiya. Ez ne li ser xeta çarenûsî bûm. Lê ji bo min helwesteke manedar a dijçarenûsê nebû ku ez rabûma min xeta eskerî, polîtîk û îdeolojîk a sîh salî bidaya aliyekî û rota biguherta. Diviyabû ez durist bûma, ne rast bû ku ez li rizgarkirina xwe bifikiriyama. Piştî ku Atîlla Ateş li ser navê NATO-Gladîo cara dawî hişyar kir, eger Sûrî û Rûsya bi awayekî bi biryar pişta me bigirta şensê me hebû ku me şer derxista asteke jortir û bêhtir berfireh bikira. Lê bihêlin em vê destekê bibînin, herdu welat hêza wan tinebû giraniya min a şexsî rakin an jî ji bo vê niyeta wan tinebû. Bi rastî ji bo Sûrî ev ne pêkan bû. Ji Bakur Tirkan, ji Başûr jî Îsraîliyan di nava rojekê de karîbûn wê dagir bikin. Eger neketibûna nava panîkê, karîbûn ji bo min cihekî bêhtir di cih de bibînin. Nikarîbûn vê jî li ber çavan bigirin. Jixwe helwesta Rûsyayê bêhtir bêrûmet bû. Di berdêla Projeya Herikîna Şîn û krediya deh mîlyar dolar a IMF’ê de em bi darê zorê ji Moskovayê derxistin.

Berî ku ez behsa serhatiya xwe ya Atîna û Romayê bikim, divê em bêhtir ji nêz ve li dema beriya derketinê û dema derketinê binêrin. Ev gelekî girîng e, û mirov dikare ji vê pêvajoyê gelekî hîn bibe.

Eger mirov rast li dualîteya darbeya 28’ê Sibatê serwext nebe nikare fêhm bike ku çi diqewime. Milekî darbekaran bi pêşniyareke rastî ya aştiyê nêzî me bûbû. Ez yeqîn dikim ku der barê vê de wê di arşîva me de belge hebin. Min bawer kiribû ku nêzîkatiyên wan jî weke yên Turgut Ozal û Necmettin Erbakan ciddî ne, û aştiyê dixwazin. Ev helwesta alîgirê çareseriya siyasî û aştiyane rê li ber darbeya di nava darbeyê de vekiribû. Niha têra xwe eşkere bûye ku di wê demê de ango heta bi girtina min, Îsraîl û DYE ji sedî sed alîgirê çareseriyeke siyasî û aştiyane nebûne. Di asteke nizim de be jî dewamkirina şer û bêçareserîhiştina pirsgirêka Kurd bi israr xwestine. Ji bo Rojhilata Navîn, nexasim ji bo Iraqê kontrol bikin û wê bişikînin, bi dijwarî pêdiviya wan bi vê hebû. Ji ber ku bi tenê bi vê riyê karîbûn Tirkiyê pasîfîze bikin û pîlanên xwe pêk bînin. Turgut Ozal, Necmettin Erbakan û Bulent Ecevît bi sedema ku guh nedan van pîlanan û bêhtir bûn xwedî helwesteke Anatolîparêz, mîllîgir û di pirsgirêka Kurd de bûn alîgirê çareseriyeke siyasî û aştiyane ji desthilatdariyê hatin xistin. Ji bo alîgirên şer pirr girîng nîne ku wexta kesên behskirî ji desthilatdariyê dixin ew kes bêne kuştin an neyên kuştin. Jixwe di nava şer de ne. Bi şer dixwestin heta dawiyê biçin û her astengiya derkeve pêşiya xwe bişikînin û bi vî awayî bigihîjin armanca xwe. Di nava van astengiyan de pirsgirêka Kurd jî hebû. Ya lê difikirîn bi riya eskerî bi tevahî tesfiyekirina wê bû ango bi awayekî li qirkirina Kurdan difikirîn. Eger hêzên hegemonîk pişta vê têgihiştina ku dewama xeta Îttîhad û Teraqîgirên berê bûn negirta, ti carî şensê wan ê serketinê tinebû. Ji ber ku wan jî bi vê zanîbûn, ji sedî sed hewcedarî desteka DYE, Ingilîstan û Îsraîlê bûn. Bi derketina min a ji Sûrî di sala 1998’an de desteka pêdiviya wan pê hebû tedarik kiribûn.

Di serê salên 1990’î de desteka DYE û Ingilîstanê, di sala 1996’an de jî desteka mutleq a Îsraîlê (Di navbera Îsraîl û Tirkiyê de, di warê eskerî de peymanên hevkariyê yên stratejîk) tedarik kiribûn. Piştî ku alîkariya hewcedariya wan pê hebû tedarik kirin, dor hatibû destwerdana hundir ango di nava hukûmetê de guhertinên dixwestin wê bikirana û di nava artêşê de yên ji wan nexweşbûn wê tesfiye bikirana. Ji serê salên 1990’î ve wê ev jî gav bi gav bi cih bianiyana. Dogan Gureş ê wezîfeya Serokatiya Fermandariya Giştî dewr wergirt pêşî çûn serdana Ingilîstanê û di dema vegera xwe ya ji vî welatî de got “Ji bo tesfiyekirina PKK’ê ji me re lampeya kesk vêxistin” ev gotina wî rastiya em behsa wê dikin, îfade dike. Çawa ku em dizanin di pêvajoya pêş de bi tenê bi êrişên îmhakirina Kurdan û PKK’ê qîma xwe nayînin, Serokkomar dikujin, di nava hukûmetê de guhertinan dikin, di nava artêşê de tesfiyeyê dimeşînin, li dijî civakê tevgerên pasîfîkasyonê bi rêxistin dikin, rêzeke reşkujiyên rewşenbîr û karsazan pêk tînin û heta bi pîlankirina tevkujiyên girseyî û teslîmgirtina medyayê gelek bûyerên xeternak û şer xistin rojevê. Li vir a kêm ew e, divê mirov van hemûyan weke bûyerên zincîrwarî yên bi hev ve girêdayî fêhm bike. Ji roja Tirkiye ket NATO’yê heta bi 1998’an di bingehê tevahiya bûyerên siyasî û civakî yên li Tirkiyê de mirov heta xeta stûr a NATO-Gladîo’yê nebîne, nikare ti bûyera girîng, şer û reşkujiyê ji hev derxe. Ya rastî, li dijî daxwazên gelan ên ji bo azadî, wekhevî û demokrasiyê şerekî NATO’yê dest pê kiriye û weke xeleka dawî derxistina min a ji Sûrî di sala 1998’an de li vî şerî hatiye zêdekirin.