Tuesday, May 20, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Kampa Holê kirine perestgeha jinên DAIŞ`î

07/02/2024
in QUNCIK NIVÎS
A A
Daxwaza dagîrkirinê ya dewleta tirkî xelas nabe
Share on FacebookShare on Twitter

Nehîr Pale

Sumeriyan sala 3500 BZ. jin li perestgehên xwe kirin kole, ew ji siyasetê dûrxistin, di rêvebirina civakê de rol jê standin û ew ji bo berjewendiyên xwe dan bi kar anîn. Zîhniyeta Sûmeriyan heyanî roja îro berdewam dike. Dewletên navdewletî jî îro heman rêbazî li hemberî jinê didin bi kar anîn û kampa Holê ji bo jinên DAIŞ`ê kirine stargeh.

Jinên çeteyên DAIŞ`ê li kampa Holê neslekî herî xeter mezin dikin. Ew jin hemû hemwelatiyên dewletên derveyî Sûrî ne, zagonî ji Rêveberiya Xweser nayê xwestin ku berpirsyartiya wan rabike. Lê ev zêdetirî 5 sale ku ew jin li kampa Holê ne û xwe birêxistin dikin.

Li kampa Holê li ser destê jinên çeteyên DAIŞ`ê buyerên gelekî giran qewimîn. Jinên ku li ser gotinên wan nemeşîn ew bi rêbazên gelekî qirêj qetil kirin, xendekan dikolin, çek vedişêrin, çete dihewînin û diparêzin. Tişta balkêş ew e ku her diçe hejmara zarokên wan zêde dibin. Ew jinên çeteyên DAIŞ`ê wan zarokan li ser kêr û amûrên tûj fêrî dijminayî û kuştinê dikin. Eger QSD û hêzên ewlekariya hindirîn di mijara ewlehiyê de tedbîr negrin ew jinên DAIŞ`ê wê kampa Holê bikin navenda çeteyên DAIŞ`ê.

Zîhniyeta DAIŞ`ê li ser xebatên jin xeteriyeke mezin e. Ew jinên ku zîhniyeta wan a DAIŞ`e û dikevin nava civakê de wê bandoreke neyînî li ser civakê bikin. Jinên DAIŞ`ê wê her tim hewl bidin ku derbe li têkoşîna jin bidin.

Piştî sala 2014`an çeteyên DAIŞ`ê gund û bajarên Sûriyeyê dagirkirin, ji aliyê zîhnî ve gelekî bandorekî neyînî li ser civakê kir. Hemleya xwe ya dagirkirinê di bin navê ol de kirin, jin li bazarên El-Nexase firotin, ew weke cariye dan bi kar anîn, destdirêjî li wan kirin û jinên ku piçekî canê wan xuyakiribane ew işkence dikirin, êdî her tiştê jinê guneh û şerm bû. Di bin navê jinê zîne kiriye ew bi destê mêran recm dikirin. Çeteyên DAIŞ`ê kiryarên herî qirêj li ser jinê dan meşandin û jin anîn rewşa ku qet ji malên xwe dernekevin.

Li kampa Holê niha jinên çeteyên DAIŞ`ê heman rêbazan li hemberî jinan didin meşandin. Bi dehan jin kuştin û zîhniyeta çeteyên DAIŞ`ê li ser civakê û jinê ferz dikin.

Di hemleya Mirovî û Ewlehî ya ku hêzên ewlekariyê û leşkerî 27`ê Çile dest pê kiribûn gelek hucreyên veşartî yên çeteyên DAIŞ`ê li ciyê jinên DAIŞ`î hatin girtin. Ji bo hemle neyê kirin zarok û jinên DAIŞ`ê êrîş dikirin. Hêzên leşkerî ev bûye zêdetirî 9 rojan dest bi hemlê kirine û her roj cebilxane li kampa Holê tê girtin.

Jinên çeteyên DAIŞ`ê yên ku li kampa Holê dimînin wê her tim li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xeter bin. Ji aliyê zîhnî û exlaqî ve bi civakê dileyîzin û neslekî ku zîhniyeta DAIŞ’ê dayimî bike mezin dikin. Dewletên Ewrûpa berpirsyartiya van jin û girtiyên DAIŞ`ê ranakin û mîna dewleta Tirk a dagirker her tim hewl didin ku bi riya çeteyên DAIŞ`ê êrîşî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bikin. Dewletên dagirker di pêvajoyên pêş me de wê van jinên DAIŞ`ê ji bo berjewendiyên xwe bidin bi kar anîn.

Post Views: 30
ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Armanca Kongreya NADA xurtkirina hevpeyamanên jinan e’
JIN

‘Armanca Kongreya NADA xurtkirina hevpeyamanên jinan e’

19/05/2025
Rêber APO: Tişta ku me kiriye, guhertineke mezin a paradîgmayê ye
NÛÇE

Rêber APO: Tişta ku me kiriye, guhertineke mezin a paradîgmayê ye

19/05/2025
4’emîn salvegera damezrandina Radiyoya Dicle Fm hat pîroz kirin
NÛÇE

4’emîn salvegera damezrandina Radiyoya Dicle Fm hat pîroz kirin

18/05/2025
‘Mîrasa Şehîdên 18’ê Gulanê Îradeya Kongreya 12’emîn e’
NÛÇE

‘Mîrasa Şehîdên 18’ê Gulanê Îradeya Kongreya 12’emîn e’

18/05/2025
‘Ji ber derengbarîna baranê berhemê mûsimê îsal kêm e’
CIVAK Û JIYAN

‘Ji ber derengbarîna baranê berhemê mûsimê îsal kêm e’

18/05/2025
RAMANÊ RÊBER APO YEKÎTIYA GELAN PÊK ANÎ
HAJMARA PDF

RAMANÊ RÊBER APO YEKÎTIYA GELAN PÊK ANÎ

18/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.