Rojnameya Ronahî

Mêtîngerî

Sîpan Şînda

Kambaxiyek a herî mezin ku di dîrokê de hatî serê mirovahiyê jê mêtîngerî ye. Mêtîngerî, ango kolonyalîzm, ji roja derketî û hetanî îro, bûye bela serê mirovahiyê. Ne tenê bela serê mirovahiyê, herwiha sewalan û xwezayê jî.

Çi welatê ku hatî mêtînger kirin li wî welatî şîn û girîn, talan kirin û wêran kirin, kambaxî, xizanî, nexweşî, sergum, êşkence, girtin, kuştin… qet jê xilas nebûye. Niştecihên wî welatî her û her di bin pêstûrî û zilmê de ne. Berovajî vê, mêtînger ji her keyf û xweşiyê li ser pişta wan xizanan dikine. Dema mirov li rewşa welatên mêtînger û yên ku hatîne mêtînger kirin dinêre, ev rewşa henê bi awayekî zelal derdikeve li ber çavan. Ka berê xwe bidine dewletên Ewropî yên mêtînger û Japonya, rewşa her yekê ji yê din xweştir e. Lê ka li welatên mîna Kurdistanê, Îndonezya, gelek welatên Efrîka yên ku hatîne mêtînger kirin binêrin; rewşa her yekê ji yê din xirabtir e.

Muzeyên Ewropa bi hezaran alavên giranbiha yên ku ji welatên xizan hatîne dizîn yan jî bi darê zorê ji wan hatîne standin tijî ne. Kolonyalîstan him kuştin kirine, him dizî û destdirêjî kirine, him bi sed hezaran kes kirine kole û kirîn û firotina wan kirine, him jî mal û xezîneyên wan revandine û anîne li welatê xwe di muzeyên xwe de rayêxistine û hê jî bi wan diravan qezenc dikine û xwe bi wan alavan ku kalikên wan dizîne nav didine. Lê ew nizanine ku ew alav hemû delîlê diziya wan in. Kolonyalîstan ne tenê ev kirine, herwiha her tim hewldane ku exlaqê civakê jî têk bibine. Ji ber ku wan dagirkirina welêt bes nedîtiye û xwestine hişmendî û binhişîya gel jî dagir bikine.

Ka em fekine rewşa Kurdistana ku eve pênsed sal e hatî dagir kirin. Gelo çi maye ku mêtîngerên ku Kurdistan dagir kirine, ne anîne li ser Kurdan û welatê wan? Kumkujî be kirine, talan kirin be kirine, xenaqandin be kirine, destdirêjî be him li mêran, him li jinan, him li zarokan him jî li sewalan kirine; şewatindin be kirine, gund û bajar xirakirin be kirine, dizî be bi milyonan caran kirine; bi zêr û petrola vî welatî dewlemend bûne û keyfê dikine, dikine û dikine… Gelo ewan heta niha di Rojhilata navîn de çend netew qelandine? Kurdistan dergûşa mirovahiyê bû, lê îro ji xeynî Kurdan kesek nehêlane. Ermenî qir kirin, Asûrî qir kirin, Sûryanî qir kirin, Keldanî qir kirin, Aramî qir kirin, qir kirin û qir kirin. Lê dîsa jî têr nebûne. Kurd mane û li ber xwe didine, lê hindik maye ku wan jî qir bikine. Ango Kurd jî di bin pencên mêtîngeriyê de berû qelandinê diçine. Ji xwe asîmîlasyona li ser Kurdan gihaye armanca xwe û qir kirina fîzîkî ji eve pênsed sal in didome. Ji beriya komarê anatoliya tijî Çerkez bûn, lê belê tu niha yekê tinê jî nikarî peyda bikî. Ji ber ku yê hatîn kuştin jixwe mirin yên din jî yan revîn yan jî hatin bişaftin.

Belê mêtînger îro jî nasekinine û ji bona civakê pitir têk bibine tişta ji destê wan tê dikine. Divê îca Kurd jî li himberî vê rewsê tevdîrên xwe bigirin e.