Tuesday, May 20, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Dewleta Tirk û mela

04/02/2024
in QUNCIK NIVÎS
A A
100 saliya komara qirker
Share on FacebookShare on Twitter

Hafiz Ahmet Turhalli

Li Bajarê Amedê li navçeya Pasurê roja înê, di xwendina xutbêde buyerekî qewimî.

Qeymeqamê Pasurê diçe nimêja înê, dibîne kû melayê Mizgeftê xutbeya kû dîyaneta Tirkan jêre amade kiriye û şandiye dixwîne. Lê belê behsa leşkerên hatine kuştin nake. Xwedê giravî leşkerên li başurê Kurdîstanê hatine kuştin, ji bo wan duayan nake û nabêje „Şehîd“ bûne.

Qeymeqam mela dikşîne odeyê û bi hesinê miqrofonê li melê dide. Mela dike qîr û dibêje; bavê min cerdevane, birayê min polîse, tu çima li min didî. Qeymeqam têra xwe li mela dide û ji Mizgeftê derdikeve.

Piştre buyer eşkere dibe û raya giştî pê dihese.

Serokê Partiya Nîjadperest Dewlet Bexçelî, li beramber raya giştî axivî û got: „Ez çavê qeymeqam maçî dikim, destê wî saxbin“.

Mudûrîyeta Polêsan jî diyarî dan ví Qeymeqamî.

Kurdên kû dibêjin em Kurdin, xwedan îman û Îslamin deng jiwan derneket. Tirkên ku xwe misilmanên cîhanê bi nav dikin, gotin va mela melayek xayine.

Carekî din Kurdekî bavê wî cehş û birayê wî polîs, kesên welatparêz lê xwedî derketin.

Divê ji vê meselê dersên girîng werin derxistin. Mela Memurê dewleta Tirke. Liba dewletê cîh digre û hemû tiştên dewletê diparêze. Rexmî vê yekê cardin nikare ji xezeba dewleta Tirk xwe biparêze. Ev mela û malbata xwe, malbatek alîgirê neyarê Kurd, di hemû karên dewletêde cîh digrin.

Bav cerdevane, nêçîra zarokên Kurdan dike û dixwaze Kurdên xwedan şeref û xwenas bikuje.

Polêsê bira, ji bo Kurd bi zimanê xwe neaxivin, xwedî lixwe û welatê xwe dernekevin, behsa şerefa xweya millî nekin, zarokên Kurdan yên welatparêz, oldarên kû Îslama rast dihebînin, ser navê hêza dewleta Tirk, bişev davêje ser malên wan, wan binçav dike, qetl dike, îşkence dike û dikin zîndanan.

Mirov çawa dikeve vê rewşê û çawa vê revşê dipejirîne?

Vê dewleta hov, Kurd kirine sosret, henekî Kurd bune bendeyên wan, liba wan cîh digrin. Senteza Îslama Tirk wek jehriyek li ser Kurdan dibarînin.

Ev cerdevanên olfroş, ku bi navê mela û îmametiyê kar dikin, di Kurdîstanêde pêşengiya Senteza Îslama Tirk dikin.

Ey kurdo: ka li dereûdora xwe mêzeke, tu ji bo meaşekî, kursîyekî, pişt mizdanekî, dikevî çi rewşê.

Tu heta li cem vê dewleta hov cîh bigrî, çi karî dikî bike, tu xwe ji bo wan perçe perçe jî bikî, dawîya te lêdan, kuştin û rezalete.

Îslam bi zanyariya medreseyên Kurdîstanê li welatê me pêşketibû û ev Îslamekî rast bú. Civakê jî, ji vê olê sud wer digirt. Pirsgirêkên xwe bi melayê xwe û rusipiyên xwe çareser dikir.

Divê tu carî neyê ji bîr kirin, ola dewletan ji bo berjewendiyê dewletane, dînê dewletan, ne dîne Xwedê, ne jî dînê Pêxemberane. Dînê dewletan navê vî çidibe bila bibe, dînê Nemrut, Fîrewn û dînê Ebu Cehîlane.

Bê vîjdane, bê merhemete, hove, qatile, diziye, xapandin û derewe.

Dînê maddê û ê berjewendiyêye. Dema hûn neligor berjewendiyên wan tevbigerin, karin we bikujin û bi sedan seydayên me qetil kirin.

Kurdo: Ev dewlet neyarê teye, ji bo te tune bike, di xebite. Kurdê herî baş, li gor vê dewletê, Kurdê miriye!

Wek Qur’an dibêje: Îzzet û şeref ne li ba desthelatdaran û berjewendî perestane.

Îzzet û şeref li ba Xwedê û li ba heqîqetêye.

Post Views: 71
ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Armanca Kongreya NADA xurtkirina hevpeyamanên jinan e’
JIN

‘Armanca Kongreya NADA xurtkirina hevpeyamanên jinan e’

19/05/2025
Rêber APO: Tişta ku me kiriye, guhertineke mezin a paradîgmayê ye
NÛÇE

Rêber APO: Tişta ku me kiriye, guhertineke mezin a paradîgmayê ye

19/05/2025
4’emîn salvegera damezrandina Radiyoya Dicle Fm hat pîroz kirin
NÛÇE

4’emîn salvegera damezrandina Radiyoya Dicle Fm hat pîroz kirin

18/05/2025
‘Mîrasa Şehîdên 18’ê Gulanê Îradeya Kongreya 12’emîn e’
NÛÇE

‘Mîrasa Şehîdên 18’ê Gulanê Îradeya Kongreya 12’emîn e’

18/05/2025
‘Ji ber derengbarîna baranê berhemê mûsimê îsal kêm e’
CIVAK Û JIYAN

‘Ji ber derengbarîna baranê berhemê mûsimê îsal kêm e’

18/05/2025
RAMANÊ RÊBER APO YEKÎTIYA GELAN PÊK ANÎ
HAJMARA PDF

RAMANÊ RÊBER APO YEKÎTIYA GELAN PÊK ANÎ

18/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.