Rojnameya Ronahî

Şaredariya Gel xizmetkara civakê ye

Ronaz Silêman/Qamişlo

Hevserokê Şaredariya Gel a bajarê Amûdê Ferhan Derwîş diyar kir ku ji sala 2013`an ve û heta niha Şaredariya gel a bajêr ji bo xizmeta civakê û rêxistinkirina bajêr gelek kar û xebatan dide meşandin. Herwiha di sala bûrî de wan 6 pirojeyên xwe qedandin.

Şaredariya Gel a bajarê Amûdê di havîna sala 2013`an de hat damezrandin. Di wê demê de Rêveberiya Xweser nehatibû damezarandin, lê li ser asta giştî Rojavayê Kurdistanê, hemahengiyeke di navbera Şaredarî û Komînan de dihat birêvebirin. Kar û barên rêxistinkirina Şaredariyan dihat pêkanîn. Bi rengekî xweser Şaredariyan kar û xebatên gel bi rêve dibirin û xwe dan pêş. Şaredariya gel armanca wê, xizmeta civakê û çareserkirina pirsgirêkên gel e.

Beşên Şaredariyê:

Di nava Şaredariyê Gel de gelek beş cih digirin, Kombend ew jî belav çend beşan dibe, Kombenda Fenî, Tenduristî, ekolojîke. Kombenda fenî li ser muxalefeyên di nava bajar de disekine. Kombenda ekolojîk paqijiya bajar girêdayî wê ye, Kombenda Tenduristiyê bi tenduristiya bazarê ve mijol dibe û rojane gerên wan di nava bajar de pêk tên. Kombenda hiqoqî çi pirsgirêkê derkevin û giliyê hebin ew pê radibin. Ofîsa Fenî, Rawestgeha Şaredariyê, beşek taybet a xizmetên paqijkirinê, Beşê Avê, Dîwana Şaredariyê, Beşê Têkiliyan ew jî pêşwaziya giliyan dike û daxwazên heyî ji aliyên Têkildar re rêdike. Beşê Hiqoqî, Komîta Ceneratoran ew jî li ser ceneratoran disekine, ji bo dema pirsgirêkên ceneratoran çareser bike. Ofîsa ekolojîk jî li ser paqijkirina bajar disekin e, herwiha karkerên taybet bi vî beşî hene û Ofîsa Bexçeyan, Ofîsa jinê û Ofîsa Ragihandinê.

Derbarê kar û xebatên Şaredariya Gel a bajarê Amûdê hevserokê Şaredariya Gel a  Amûdê Ferhan Derwîş ji rojnameya me re axivî.

Ferhan Derwîş diyar kir ku kar û xebatên wan li ser asta bajar tê birêvebirin û wiha got: “Kar û xebatên Şaredariya Gel a bajarê Amûdê, li ser asta bajar tê birêvebirin, bêtirî xwe karê fenî tê kirin, mîna rêxistinkirin û xweşikbûna bajar, di heman demê de ji bo tenduristiya bajar, gerên me li ser tevhî bazarê heye. Herwiha ji bo madeyên dîroka wan qediyayî ku bi tenduristiya giştî bajar ve girêdayî, şopandina me ji bo vê yekê jî heye. Di aliyê paqijî, vekirina kenalê avqirêjiyê û çêkirina riyan de, xebatên me bi rengekî baş bi rêve diçe. Kombenda Şaredariyê rojane li ser karê xwe ye, bi riya wan jî kar û xebatê rêxistinkirin û paqijkirina bajar tê meşandin. Beşê têkilî û lêkolînan yên girêdayî şaredariyê jî gerên xwe di nava bajar bi hemahengiya komînan pêk tînin, da ku pêrsgirêkê gel guhdar bikin û bighînin şaredariyê û em wek şaredarî li gorî wan pirsgirêkan tevbigerin.”

Şaredariya Amûdê di sala bûrî 6 piroje pêk anîn

Derwîş di dewamiya axaftina xwe da eşkerekirin ku di sala bûrî de 6 pirojeyên wan temam bûn û wiha got: “Di nava sala bûrî de Şaredariya Gel a bajarê Amûdê 6 pirojeyên xwe bi rengekî xweşik bi dawî kir. ew jî ev in: Berdewambûna Bexçeyê Serok, Serarskirina ziftê, rastkirina zivtê, bilinkirina kenalên ava baranê, Kevrê hûrkirî û danîna cenetorekî li ser bîrekê. Herwiha pirojeyên me yên sala 2024`an jî di nava pêşinyarê de ne. Ji xwe di sala 2023`an de pirojeya Sînaa Amûdê di nava pilansaziyê de hebû, me hewl dida ku bi dawî bikin, hin pirsgirêk di wir de derketin, lê di sala 2024`an de ew piroje hatiye erêkirin, ji bo wê em di nava hewldanê de ne ku vê pirojeyê birêve bibin, ji ber pirojeyeke pir girîng e.”

‘Armanca me xweşikbûn û rêxistinkirina bajar e’

Derwîş anî ziman ku 4 gund girêdayî Şardariya Amûdê ne û wiha got: “Navend û gundên girêdayî Şaredariya Gel a bajarê Amûdê jî evin; navenda avê ku yekser girêdayî Şaredariyê ye, di heman demê de Tugeya Agirkujê cihê xwe di hundirê şaredariyê de digire. 4 gund jî girêdayî Şaredariya me ne (Gundê Qaso, Hisên Romî, Heremcimo û Tilhebeşê ye. karê û xebatên ku di bajar de dibe li gorî hêza şaredariyê di wan gundan de jî tê meşandin ev kar û xebat jî di aliyê paqijî, kanalê avqirêjiyê, çêkirina Riyan de ye. Pirsgirêkên ku em rastî wê tên ew e ku gund di aliyê rêxistinî de ne di hundirê pilanameya şaredariyê de ne. Armanca me ya sereke jî xweşikbûn û rêxistinkirina bajar e”

‘Parastina xweşikbûna welat erka me ye’

Hevserokê Şaredariya Gel a bajarê Amûdê Ferhan Derwîş axaftina xwe wiha qedand: “Dewleta Tirk a dagirker bi van êrişên xwe yên hovane yên li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi taybet hedefgirtina binesaziya herêma me, dixwaze gel me koçber bibin û welatê me ber bi qirkirinê ve bibe, di heman demê de dixwaze erdnîgariya herêmê bughere, ji bo wê em jî weke Şaredariya gel bi biryar bin ku em kar û xebatên xwe ranawestînin û her wê îrade û hêza me hebe. Parastina xweşikbûna welat erka me ye.”