Rojnameya Ronahî

Armanca sereke pêkanîna Mîsaqa Milî ye

Mihemed Xanim/ Qamişlo

Dewleta Tirk a dagirker ku xwe li ser xwîna gelên herêmê yên resen daye avakirin,  ji bo pêkanîna planên xwe yên dagirkiriyê hewil dide tevahiya gelên herêmê qir bike. Ji Sûriyê bigre heta Iraqê dagirkeriya Tirk komkujiyan pêk tîne û bi hemû hêza xwe hewil dide Mîsaqa Milî pêk bîne.

Dewleta Tirk a dagirker ji bo pêkanîna planên dagirkeriyê û nûjînkirina osmaniya nû, herwiha pêkanîna Mîsaqa Milî çi ji destê wê tê, dike.  Di bingeha xwe de ew li ser xwîna gelên resen yên herêmê hatiye avakirin. Dagirkeriya Tirk  ji 2011’an de ji destpêka aloziya Sûriyê ve, bi tevahiya hêza xwe mudaxeliya kirîza Sûriyê kir. Xwepêşandanên gelan veguherand şerê çekdarî û çete ji tevahiya cîhanê derbasî Sûriyê kir. Herwiha lojistîk û çekên giran radestî komên çete yên wekî Cebhet alnusra û hwd…. kir.

 Ji bo qirkirina gelê kurd li her derê bazarn dike

Dewleta Tirk a dagirker  li her aliyekî bazaran dike, êrişên qirkirinê pêk tîne û her tiştî dike da ku plana qirkirina gelê kurd û pêkanîna Mîsaqa Milî pêk bîne.Dagirkeriya Tirk di bin  hincetên cûda de êrişî xaka Sûriyê dikr, lê armanca wê ya sereke ya strtîjîk hewildana pêkanîna Mîsaqa Milî ye. Dagirkeriya Tirk ji bo cîbicîkirina plana xwe gav bi gav êrişên dagirkeriyê dan meşandin, armanca wê ya sereke jî valakirina herêmê ji gelên wê yên resen û pêkanîna guhertina demografîk di bin hinceta bicîhkirina koçberên Sûriyê. Ji 6 salan ve û heta niha  dagirkeriya Tirk bi alîkariya hin rêxistinên ixwanî bi 10’an kampên mitîngeriyê li Efrîn û derdora wê ava kiriye da ku guhertina demografiya herêmê bi lez bide meşandin.

Di navbera daxwazên siyasî û şexsî yên Serokomarê Tirkiyê Erdogan ferqeke zelal nîne û ji bo ku li ser desthilatê bimîne û armancên xwe bi dest bixe her tiştî dike. Di 4’ê Gulana 2022an de, Erdogan plana vegerandina milyonek penaberên Sûrî bo herêma dagirkirî ragihand, ku di rastiyê de ev jî beşek ji nexşeya Mîsaqa Milî ye,  ango rastiya peymanê destnîşan dike.  Dagirkerî bi riya wê dixwaze plana xwe pêk bîne û herêmê di guhertineke demokrafî re derbas bike.

Li Başûr jî bi hevkarê PDK’ê  planên dagirkeriyê tên meşandin

Li aliyekî din , lê ji bo heman armancê  artêşa Tirk li Başûrê Kurdistanê li aliyekî barageh û qereqolan ava dike, li aliyê din bi balafiran êrîşî welatiyên sivîl dike. Helbet ev jî bi hevkariya di navbera Tirkan û PDK’ê de pêk tê. Her roj dewleta Tirk li seranserî Başûrê Kurdistanê ku di serweriya hikûmeta PDK’ê de ye, gelek deveran bombebaran dike û welatiyên sivîl hedef digre, daristan û jîngeha Kurdistanê wêran dike.

Li gorî agahiyên dawî heta niha  dewleta Tirk li sinorê parêzgeha Dihok û Hewlêrê 85 baregehên xwe yên leşkerî û îstixbaratî avakiriye. Bi kûrahiya 35-40 kîlometran derbasî nava xaka Başûrê Kurdistanê bûye. Leşkerên Tirk çûnûhatina xelkê gundan li deverê qedexe kiriye û rê li welatiyan digre. Wesayîtên welatiyan kontrol dikin. Rojane bi balefirên bê mirov wesayîtên welatiyan  hedef digre. Di van hemû êriş û dagirkeriyan de PDK di aliyê leşkerî, îstixbaratî û madî de hevkariya dewleta tirk dike. Dema dewleta Tirk baregehan ava dike, PDK rê jêre dibe, dema bombebaran dike PDK hedef jêre diyar dike. Dema azadîxwaz tên qetilkirin, PDK zanyariyan bi delweta tirk re parve dike. Li gor amarên fermî ji sala 2015’an ve zêdetirî 160 welatiyên sivîl ên Herêma Kurdistanê di encama êriş û bombebaranên dewleta tirk de şehîd bûne û nêzî 300 kes jî birîndar bûne. Li vir eşkere xuya dike ku PDK’ê bûye amûrê pêkanîna planên dewleta Tirk a dagirker û di nav de pêkanîn Mîsaqa Milî ye.

Rayedarên Tirk armanac pêkanîna Mîsaqa Milî Eşkre derdixin holê

Tevhiya rayedar ên dewleta Tirk a dagirker eşker behsa armanca xwe ya avakirina osmaniya nû û pêkanînîna mîsdaqa Milî dikin û hin mînakên wê wiha ne:

-Abdullah Gul yekem kes bû ku di sala 1992 de wiha got: “Ez dibînim ku ev nîqaşên li ser têgînan, wek Komara Duyemîn an Împaratoriya Osmanî ya Nû, pir saxlem in.

-Di 24‘ê Mijdara 2009 de dema  Ahmet Davutoglu bû Wezîrê Karên Derve wiha got: “Mîrateke me ya ji serdema Osmaniyan maye. Ew dibêjin osmaniya  nû, erê, em osmaniyên nû ne.  Divê em bala xwe bidin welatên herêma xwe û her weha welatên Afrîkaya Bakur”.

-Erdogan di 8’ê  Tebaxa 2011’an de wiha got: “Sûriye ne mijareke derve ye, belkî em wê weke mijareke navxweyî ya Tirkiyê dibînin”.

-Erdogan di 19  Cotmeha 2016 de got: “Dema ku em bûyerên Sûriye û Iraqê dijîn, divê nifşê nû tiştekî baş bizane; Mîsaqa Millî çi ye? Divê em vê yekê baş bizanibin،  Eger em li ser Peymana “-Millî lêkolîn bikin û eger em Mîsaqa Millî fam bikin, em berpirsiyariya xwe ya li Sûriye û Iraqê baş fam dikin û eger em bibêjin berpirsiyariya me li Mûsilê heye, wê demê divê em li ser masê bin”.

-Erdogan di 11ê Çileya 2018an de got: “Bakurê Sûriyê di nav sînorên Mîsaqa  Milî de bû û em rê nadin avakirina saziyeke terorîst li wir»”.

– Berdevkê Serokomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalîn di 25 Çileya  2019an de got: “Yê ku dîroka nûjen a Tirkiyê dizane, bi zelalî û rast pê dihese ku ewlekariya Tirkiyê’yê ji pişt sînorên Peymana Milî dest pê dike،  Divê em ji bo kembera xwe ya ewlehiyê xêzek berfirehtir xêz bikin. Ji ber vê yekê em bala xwe didin Libya”.

Dewleta Tirk guhertina demografîk bi her rêbazî pêk têne

Bi Dewleta Tirk a dagirker  bi hincetên cûda beşke mezin ji xaka Sûriyê dagir kir, ji Babê bigre hetanî Ezaz, Cerabils, Idlib, Serêkaniyê û Efrîn dagir kir. Li aliyekî din komên turkmen ava kirine û desrtekê dide wan. Li aliyekî kampên mitîngeriyê ava dike,  ji derveyî Sûriyê ixwanan û xelkên welatên din li deverên dagirkirî bi cih dike da ku guhertina demografî pêk bîne.Li aliyê din jî dagirkeriyê dibistanli herêmên dagirkirî vekirin û bi zimanê Tirkî perwerdeyê dide û li gorî armancên dewleta Tirk a dagirker pirtûk dane amadekirin. Li tevahiya dibistanan wêneyên Kemal Atatork û ala Tirkiyê tê hildan.