Rojnameya Ronahî

Heta ku Rêber Apo azad bibe wê meşa azadiyê bidome

Navenda Nûçeyan

Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan “Meşa Dirêj a Azadiyê” ya 25 rojan li banliyoya Villeneuve Saînt Georges a paytexta Fransa Parîsê hatibû destpêkirin, her roj li bajarekî nû pêk tê û meş di roja xwe ya 14’an de berdewamdike. Herwiha li Bakurdê Kurdistanê jî “Meşa Mezin a Azadiyê” ji bona heman mebesê hatibû destpêkirin di roja 4’an de bi coş û kelecaneke mezin berdewam dike.

‘Tu zext û kuştin nikare me ji rêya me vegerîne’

Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk li wir axivî û wiha got: “Tu zext, binçavkirin û kuştinan nekarî me ji rêya me bikin û dê nekarin jî. Em ji bo jiyaneke bi rûmet têdikoşin. Têkoşîna me ji bo gelên Tirkiyeyê ye. Heta ku pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk neyê çareserkirin dê ev krîz bi dawî nebin. Gel, daxwaza azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan dikin. Armanca me jî ev e. Heta ku em vê armancê pêk tînin jî dê meş û têkoşîna me bidome.”
Piştre jî girseyê stranên kurdî gotin û xelekên govendê gerandin. Meşa li vê derê bi dirûşma “Hezar silav ji Îmraliyê re” bi dawî bû.
Meşvan piştre jî derbasî Îdirê bûn. Di ketina bajar de bi dahol, zirne û çepikan hatin pêşwazîkirin. Piştre jî bi dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe” û “Hezar silav ji Îmraliyê re” ber bi navenda bajar ve meşiyan. Bi sedan kes tev li meşê bûn. Meşvanên ku ketin Rus Pazariyê, li vir bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin. Girse her ku çû mezintir bû û meş heta pêşiya avahiya partiyê dom kir. Gelan li vir govenda azadiyê gerandin.

‘Muxatab Abullah Ocalan e’

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar got, “Ev meş meşa me hemûyan e. Îro em bi 38 kesan dimeşin, lê em bi mîlyonan in. Ji her cihê ku em derbas bibin, gel azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan dixwaze. Ev meş wê heta ku Birêz Abdullah Ocalan azad bibe dê bidome”

Uçar, axaftina xwe wiha domand: “Apekî 80 salî ji me re got; ‘Em heta qiyametê kurd in.’ Pirsgirêka kurd dikare were çareserkirin. Birêz Abdullah Ocalan dibêje ‘ez dikarim di hefteyekê de çareser bikim.’ Azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan mecbûriyeteke. Birêz Ocalan tekane muxatab e. Em li dijî kesên siyaseta mirinê li me ferz dikin têdikoşin. Em spasiya gelên dibin parçeyeke têkoşîna hevpar dikin. Ev meş dê 15 rojan bidome. Her gotina me bila bibe wesîleya aştiyê.”
Piştî daxuyaniyê, bi gel re civîn hat lidarxistin. Di civînê de beşên ji parastinên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatin xwendin.

Meşa ji bo azadiya Rêberê Apo meşa fînalê ye

Herwiha ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan “Meşa Dirêj a Azadiyê” ya 25 rojan hatibû destpêkirin, her roj li bajarekî nû pêk tê û meş di roja xwe ya 14’an de berdewamdike. Meşa ku li Parîsê destpê kir, wê di 15’ê Sibatê de li Strasbourgê li ber Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) bi dawî bibe.

Di meşê de bi hezaran belavok ji bo hişyarkirina gelê derdorê hatin belavkirin, esnaf û saziyên Fransî yên li herêmê dosyayên têkildarî şert û mercên tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin pêşkêşkirin.

Koma meşê ya ji 25 kesan pêk tê, di tevahiya meşê de bi coş stran gotin, dostên Kurdan bênavber dirûşmeyên ji bo azadiya Ocalan berz kirin û berxwedana gerîla ya li Zapê ya destanî silav kirin.

Di meşê de ji çalakvan Yakup Çelîk mafê axaftinê girt û berxwedana leheng a gelê Kurd silav kir û got, “Ev meş ji bo azadiya Rêberê me û ji bo me fînalê ye. Divê gelê me yê rêxistinkirî girîngiyê bide vê yekê. Em spasiya hevalên ku di vê rêyê de meşiyane, di serî de meclisa herêmê, berxwedana li zindanan, têkoşîna gerîla ya ku dijmin di tunelan de bin xistiye, dikin.”

Qertên di meşê de hatin berhevkirin, ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê li Îmraliyê di bin pergala îşkenceyê de tê ragirtin hatin şandin.

Meşa ku li Parîsê destpê kir, wê di 15’ê Sibatê de li Strasbourgê li ber Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) bi dawî bibe.