Rojnameya Ronahî

Kê Sura Hz.Îsrafîl da dagirkeriya Tirk (?!)

 Volqan Elî

 Di pirtûka piroz de Xweda meleka xwe ya bi navê Îsrafîl bi ragihandina qiyametê wezîfedar dike. Li gorî vê, dê Îsrafîl li Sûrê bide û qiyamet dest pê bike. Xuya dike dagirkeriya Tirk xwe dixe (!) li şûna Îsrafîl. Lê tiştekî ji bîr dike: Bi taybetî di Îslamê de ku yek ji sê olên Îbrahîmî ye, xêr jî şer jî ji Xweda tê. Wekî ku xwendekar bêjin ‘ma tiştê ku dagirkeriya Tirk ji bîr kiriye çi tişte?’. Ya yekê di hişmendiya dewleta Tirk de jixwe qet tiştekî xêrê tine. Ya duyemîn jî ew şerê ku di Îslam û hemû reseniya olan de derbas dibe, ne zilm û qetla mirov li ser mirov e. Her mirin û felaketa bi xwezayî ji Xweda were wekî ‘şer’ were bi navkirin jî mineteke herî mezin e. Yanî ‘şerê’ ku di pirtûkên pîroz de behsa wê dibe, guherînên  Xwedayî û xwezayî ne. Ti eleqaya wê bi şerê dagirkeriya Tirk ve tine.

Van rojan, salvegera rizgariya Kobanê ye! Di heman demê de salvegera rojên ku Tayip Erdogan qiyameta Kurdan bide destpêkirin, bi şaşitî xwe li Îsrafîlbûnê(!) rakişandiye. Ji beriya ku Kobanê rizgar bibe li cihekî diaxivî û digot; “…Kobanê jî li ber ketinê ye” û piştî wê jî behsa planên xwe yên li ser Efrînê, dikir. Dîsa ne şaş bim payiza 2018’an bû. Di civîneke NY’ê de diaxifî û behsa plana xwe ya dagirkeriya li ser Rojava dikir. Nexşeyek jî di destê wî de hebû! wisa diaxifî… ‘em ê li vê derê korîdoreke ewlehiyê çêkin’. Pir di ser re derbas nebû Serêkaniyê û Girêspî hate dagirkirin.

Me li jor got, ti eleqaya dagirkeriya Tirkan, Tayip û temsîlkarên wî bi ‘xêr û şerê’ di Îslamê de ye, tine. Ji ber ku ew pirî caran nirxên pîroz bi kar tînin me jî muqayeseyeke wisa. Naxwe, ti armanca me ya cuda tine.

Ev demeke dirêj e, bi taybetî jî hema çend rojan ji beriya ku gerîlayên Kurdistanê (12.01.2024) artêşa Tirk li girê Amediyê bişkînin, endamên MİT’ê di ragihandina Tirk de propagandayek dikirin. Vaye, ‘PKK çima qendîl vala kiriye û çûye Silêmanî, artêşa Tirk li dijî PKK’ê çiqas bi serkeftiye’. Mijar cuda bû. Dixwestin ji bo ku li herêmên di bin bandora YNK bidin, li Silêmanî bidin zemînê ava bikin. Armanc ev bû: ‘me li Qendîl PKK’ê tengav kir, PKK’ê çû Silêmanî û herêmên din ên YNK’ê. Em neçar in li wir bidin’. Jixwe ev sedem û bahane bû. Ya rast dixwastin YNK jî wekî PDK bikişînin xiyanetê. Lê nedikarîn rasterast gef bixwun yan jî li herêmên di bandora YNK de ye bidin. Pir dem neçû ku fedaiyên gelê Kurd bi Operesyona şoreşgerî ya Helmet Dêralûk pişt li pişt li gurên boz ên Dewlet Bahçelî û Mala Barzanî şikandin, devê Tayip û murîdê wî Hakan Fidan vebû; ‘bila YNK jî alîkariya xwe ya bi PKK’ê re dest berde. Naxwe em ê hesabê wê bipirsin.’ Bi vî şiklî tiştê ku berê dikirin lê nedikarîn bi ziman bêjin û girantir bikin, êdî dianîn ziman.

Jixwe dîsa pir dem di ser re derbas nebû, 25’ê Çileyê erîş birin li ser stastyoneke kerabe û xazê ya li Çemçemala Başur. Di encam de xizmeta gel derb xwar.

Dagirkeriya Tirk ne tenê li Kurdistanê temsîla xirabkirin, bê exlaqî û bê wijdaniyê dike li Tirkiyeyê jî heman karê xirab dike. Li Tirkiye miroveke kêm peyda dibe û temsîla wijdanê dike heye: Şebnem Korur Fincancı. Dinya alem nas dike. Bi îhtimaleke mezin yên ku nas nedikirin jî bi saya dagirkeriya Tirk nas kirin. çima?

Di sala 2022 de dema ku li Zapê çekên kîmyawî hatibûn bikaranîn wê jî bertekek nîşan dabû. Bi kurtasî gotibû ‘pêwîst e ev îdîa were lêkolînkirin’. Heta ne ku rasterast jî dewleta dagirker tohmetbar kiribû. Bi rastî jî eger li Tirkiye qanûnên Tirkan bi xwe jî derbasdar bûna ew bi ti ceza û lêpirsînê re rû bi rû nedima. Em niha nirxa bi rûmet a sekna Dr. Şebnem Korur Fincacı kêm nakin, lê rastî û gotina wê ev e. Li ser dewleta Tirk bi xwe jî bi rastî jî eşkere tohmetbariyek tine. Yanî di encamê de dibe ku rast be yan jî rast dernekeve. Dewleta dagirker a çavsor û zikreş xwe li vê jî ranegirt. Di 27.10.2022’an de ew bi vê sedemê girt. Ceza da wê lê ji ber bertekên navneteweyî misoger nekir yanî biryar neda. Niha ev cezayê nêzîkî sê salan misoger kiriye.

Jixwe dagirkeriyê ti xêra wê nabe, lê şerê wî jî ne ti şer e. şerê ku ew fêm dikin û dimeşînin, xirabiya ku ew dikin û dimeşînin tenê dikare ola Zeusê zalim de hebe. Jixwe kurê xwedayê fêlbaz Zeus, navê wî Ares e. Li gorî vê mîtolojiyê hemû gemar û tiştê pîs û xirabî ji Ares digihîje mirovan: Dibe ku ev nav bêhtir li dewleta Tirk û Tayip were