Rojnameya Ronahî

Civînên Asîtanayê wê tu carî nebin cihê çareseriyê!

Hemza Sêvo/Qamişlo

Kirîza Sûriyê her ku diçe kurtir dibe. Hêzên navneteweyî û herêmê qaşo ji bo dîtina çareseriyê bi 10’ê caran li Asîtana, Cinêv û Sûtşî civînên berfireh li dar dixin, lê ji ber ku ev hêz ji bo berjewendiyên xwe kar dikin û nûnertiya gelên Sûriyê nakin, tu çareserî peyda nabe, tersî wê hin hêzên wekî dagirkeriya Tirk bi kiryarên xwe dixwazin kirîzê gurtir bikin. Ji bo çareserkirina kirîza  Sûriyê tenê riyeke heye ew jî projeya Rêveberiya Xweser e.

Piştî rawistandin civîna Asîtan ya 20’an ku di sala 2023’an de hat lidarxistin, di 19’ê Çileya 2024’an de berdevkê Wezareta Derve ya Kazaxistanê Êbik Simadyarof li ser destpêkirina civîna Asîtana ya 21’ê erê kir. Herwiha di 24’ê Çile de civîna Asîtana weke hertim ji aliyê hêzên navdewletî yên weke Rûsiya, dewleta Tirk a dagirker, Îran, şandeyên hikumeta Şamê û Opozisyona Sûrî ya bi ser dagirkeriya Tirk  ve li Kazaxistanê hat destpêkirin.

Di heman rojê de dewleta Tirk a faşist, serokê Îranê Ibrahîm Reîsî pêşwazî kir û bi Receb Teyîb Ardoxan re civiya, ev pêşwazî jî piştî du caran ji taloqkirinê pêk hat.

Civînên Asîtana yên destpêkê, domdariya wan, rûsniştin û hevpeyvînên  Rûsya, Îran û dagirkeriya Tirk bi hev re yên bûrî ku di salên dawîn de çêbûn, rewşa siyasî  li Rojhilata Navîn li gor berjewendiyên xwe guherandin.

Civînên Asîtan di çileya 2017’an de ji aliyê alîgirên hikumeta Şamê weke Îran û Rûsya ve, li aliyekî din alîgirê Rikberiya Sûriyê weke dagirkeriya Tirk  hatin destpêkirin. Van hêzan ji wê demê heta roja îro 20 civîn li dar xistin.  Herî dawî jî civîna Asîtana a 21‘emîn di 24’ê vê mehê hat lidarxistin. Qaşo armanca wan ew e ku kirîza Sûriyê bi dawî bikin, lê hejmara gelek ji civînên Asîtana yên ku di vê dema kurt de hatin lidarxistin, diyar dibe ku hêzên navdewletî nebûn bersiva gelên Sûriyê.

Bi destpêkirina kirîza Sûriyê re van hêzên navdewletî yên weke dagirkeriya Tirk, Rûsya û Îran ji bo berjewndiyên aborî û dagrkirinê destwerdan di kirîza Sûriyê de kirin, civîn û hevdîtinên weke Cinêv û Sûtşî. Lê ev hêzên ku îro li ser maseya civînên Asîtanayê dicivin, bi domdariya kirîza Sûriyê heta roja îro komkujî di derheqê gelên Sûriyê de pêk anîne. Herwiha erd û binesaziya wê talan kirine û heya niha dibêjin armanca me çareserkirina kirîza Sûriyê ye. Li aliyekî din jî şoreşa 19’ê Tîrmehê jî bi kirîza Sûriyê re destpê kir, vê şoreşê weke qada sêyemîn li ser bingehê Netewa Demokratîk li dijî desthilatdariya li ser jinê û civakê têkoşîna xwe destpê kir. Şoreşa 19’ê Tîrmehê ji bo gelê kurd û gelên Sûriyê tevî vejînek bû û roja îro riya çareseriya pirsgirêkên gelên Sûriyê ye. Lê ji ber ev yek nakeve xizmeta hêzên navdewletî yên mêtînger weke dagirkeriya Tirk, Rûsya û Îran hertim Rêveberiay Xweser dikin armanc, nexasim di civîna Asîtana ya dawî de, ku tesfiyekirina wê armanca herî sereke bû di civîna 21’ê de.

Yek ji rêgezên dewletên desthilatdar û kapîtalîsta nûjen, lihevkirina li ser  berjewendiyên dagirkerî û aborî, di hemandemê de nelihevkirina li ser heman mijrarê ye. Ango berjewndiyên ku bikevin xizmeta desthilatdarî û dewletê hebin, li gorî wan gelek baş e, li cem desthilatdaran ne girîng e çi bi serê gelan were û qirkirina gelan tiştekî normal e. Îran û dagirkeriya Tirk jî xwedî heman hişmendiyê ne. Kiryar û siyaseta ku li ser riwê erdê li dijî glelan pêk tînin xwesteka wan diyar dike. Nakokiyên di navbera Îran û dewleta Tirk a faşist de girêdayî sedê salan e, ji serdema impratoriya Osmanî û Sefewî de ye. Aliyek jê ku dewleta Tirk e û li ser rêbaza islama suneyê ye, li aliyê din jî Îran li ser rêbaza islama şî’ayê ye. Îran û dagirkeriya Tirk li Rojhlata Navîn û Asiya bi domahiya dîroka impartoriya Sefewî û Osmanî heta roja îro ola islamê ji bo dagirkeriya herêmê bikar anîne. Di serî de li Sûriyê, Îraq, Libnan, Filestîn û hwd. Yek ji nimûneyên van nakokiayn, pirsgirêka di navbera Îran û Tirkiyê li Ezrbîcanê de ye û hîn çareser nebûye. Dewleta Tirk a dagirker dixwaze Ezrbîcan bixe bin desthilatdariya xwe, Ezerbîcan nêzî dewleta Îranê ye, Îran tu awayan qebûl nake Tirkiye nêzî sînorê wê bibe. Herwiha nêzbûna Tirkiye ji sînorê Îranê re, nêzîkbûna NATO’ê ye û Îran vê yekê naxwaze. Li aliyek din li Bakur û Rojhilatê Sûriyê qalibên nakokiyan yên di navbera Îran û dagirkeriya Tirk di rewşekê de tên şikandin. Şikandina nakokiyên van herdu dewletan jî dema ku doz bikeve xizmeta gelên bindest, bi taybet gelê kurd, çi li Rojava, Başûr an Rojhilatê Kurdistanê be. Îran ya ku piştevaniya hikumeta Şamê dike, bê deng e li ser dagirkina xaka Sûriyê, weke Efrîn, Serêkaniyê, Girê Sipî. Wekî ku tê xwuyakirin herî dawî dewleta Tirk û Îran li ser dagirkina herêmên weke Heleb û Tilrife’etê jî li hev kirine.

Maseya nîqaş û diyaloga ku di navbera Îran û dagirkeriya Tirk de çêdibe, helbet li ser berjewendiyên siyasî û aborî yên wan tê erêkirin. Herwiha da ku siyaseta wan ya qirêj diyar û eşkere nebe ola islamê ji xwe re weke maskekê bikar tînin. Bi vî awayî ji bo pêk anîna armancê xwe yên cuda bi navê ola islamê mislmanan dixapînin. Ji bo van dewletan ne girîng e ku gel di çi qeyran û komkujiyan re derbas bibi. Şerê ku îroj di navbera Israyîl û Hemasê de didome, sedemên wê berjewendiyên Îran û dagirkeriya Tirk in. Di destpêkê de van herdu dewletan piştgirî dan Hemasê û ew li gor berjewndiyên xwe bikar anîn. Xeta aboriya cîhanî ya ku wê di pêşerojê de ji Hindê were kendava Erebî û derbasî Israyîl bibe û biçe Ewropa nakeve xizmeta aboriya Îran û dagirkeriya Tirk. Di encama şerê ku ji 7’ê Cotmeha sala bûrî ve hatiye destpêkirin heta roja îro derdora 25 hezar filestînî û israyîlî hatine kuştin. Li aliyekî din jî artêşa Israyîl xwedî helwesteke bi tundbû ji ber rêrişa Hemasê ya ku Îran û Tirkiye li pişt wê bû, bi hezaran ji sivîlên filestînî bûn qurban. Şer û pevçûn heta roja îro tê domandin û her ku diçe derbasî qonaxeke cuda dibe. Serdana serokê Îranê Ibrahîm Reîsî ji Erdogan re, wê ji bo rewşa gelê Israyîl û Filestînê re xeteriyeke pir mezin bi xwe re bîne. Di heman demê de wê bandora serdanê li Sûriyê, Rojava, Başûrê Kurdistan û Îraqê jî bike. Êdî xweş diyar e ku hêzên navdewletî weke Îran, Rûsya, dagirkeriay Tirk, Emerîka û hêzên din, Rojhilata Navîn kirine qada şer ji xwe re û her yek li gor xwesteka  xwe bibe serdestê herî bihêz.