Rojnameya Ronahî

Viyan sembola azadî û fedekariyê ye

Deriya Çiya/Qamişlo

Viyan Soran ji bo şermezarkirina tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan di 2’ê Sibata 2006’an bedena xwe da ber agir û li dora azadiyê xelekek ji agir û pola ava kir. Viyan Soran bi van gotina behsa armanca çalakiya xwe ya fedayî kir: “Çalakiya min bersivek ji siyaseta înkarê ye.”

Viyan Soran bû çirûska têkoşîn û azadiyê

Şehîd Viyan Soran di sala 1981’ê de li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê di nava eşîra Caf ku mezintirîn eşîrên Başûrê Kurdistanê ye, ji dayik bû.

Viyan Soran da ku xwedî li hebûn û nasnameya xwe derkeve, her wiha ji pirisgirêkên civakê re bibe bersiv, sala 1997’an xwendina xwe ya amadeyî berdide û biryara tevlîbûna nava refên Partiya Karkerên Kurdistanê PKK’ê dide.

Şehîd Viyan di çarçoveya pêngava “Hûn nikarin roja me tarî bikin”, li hember komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan bedena xwe kir xelekek ji agir û siyasetên çewisandin û zilmê yên li ser gelê Kurd, têk bir.

Viyan Soran bi gotina “Ez dixwazim daxwaza xwe ya azadiyê pêk bînim” hezkirina xwe ya di nava Tevgera Azadiyê de diherikîne û dibe çirûska rêya têkoşînê.

Di buhara temenê xwe de tevlî tevgera azadiyê dibe

Dema ku Viyan tevlî Tevgera Azadiyê dibe temenê wê 16 salî bû. Piştî ku salek di ser tevlêbûna wê re derbas dibe, weke fermandareke pêşeng ya YJA- STAR’ê dest bi kar dike. Di asta rêveberiyê de gelek erk girtin ser milê xwe. Di sala 2004’an de cihê xwe di komîteya jinûveavakirina PKK’ê de girt. Ji bo ku planên hêzên komploger vala derbixe, di 2’ê Sibata 2006’an de bi biryardariyeke xurt bedena xwe ya ciwan dide ber agir û planên komplogeran vala derdixe. Ew bi hemû hêz û zanebûna xwe ji bo azadiya Rêber APO û gelê xwe yê blindest çalakiya fedayî li dar dixe û navê xwe di rûpelên zêrîn ên dîrokê de dineqişîne.

‘Çalakiya min bersiva siyaseta înkarê ye

Pêşenga Tevgera Azadiya Jinên Kurd Viyan Soran beriya çalakiya xwe nameyek nivîsand û sedemên lidarxistina çalakiya xwe vegot. Viyan Soran di nameya xwe de behsa guhertinên di kesayeta xwe ya piştî tevlîbûna Tevgera Azadiya Kurd de kir û ji malbata xwe xwest ku piştgiriyê bidin tevgerê.

Di nameya xwe de wiha gotibû; “Ev çalakiya min bersiva siyaseta înkarê ya ku li ser gelê Kurd tê meşandin û tecrîda girankirî ya ku li ser Rêber Apo tê meşandin. Ger li hemberî zilm û zordariyê ku li ser gelê Kurd tê meşandin û ji bona pêkanîna azadiya gelê Kurd û jinên Kurd tiştekî ji canê min bi qîmetir hebûya, minê ew jî bida.Mîna gelek hevalan ez jî xwe deyndarê gel û jinên ku êşê dikşînin dibînim”.

‘Tevlî têkoşînê bibin

Viyan Soran di nameya xwe de xîtabî malbata xwe kir û ev tişt anî ziman: “Hûn ji gelên xwedî felsefeya têkoşînê ya li ser heqîqetê ne, ‘şêr şêr e, çi jin, çi mêr e’. Ji ber vê yekê divê hûn beşdarbûn û hebûna bi îrade ya jinê ya di çareseriya pirsgirêka netewî de weke şerm û şerefê nenirxînin. Divê êdî nekevin pey aliyên paşverû û kevneşopî yên civakê û li xwe mikur bên ku jin hebûneke civakî ye. Ji ber ku qebûlkirina jinê weke mirov erêkirina vîna civak û gel e. Ger ne wisa bûya, dê jiyan ne temam be. Niha dem hatiye ku hûn biryar bidin. Divê hûn dîrok, berxwedan û lehengiya gel û mirovahiyê biparêzin û weke her kurdekî birûmet û durust hûn jî bibêjin em jî hene û em ê bi qasî hêza xwe xizmetê bikin.”

‘Hêvî û coşa min pir bilind e’

“Viyan Soran di nameya xwe de ji bona Rêber Apo got: Min dixwazim vê yekê bibêjim, hêvî û coşa min gelek bilind in, bi taybetî dema ku we navê min anî ziman û pirsyarek li ser diyarkirina komîteya ji nû ve avakirina Partiya Karkerên Kurdistanê ji min kir, min hîs kir ku we xelata herî mezin daye min. Ez vê yekê weke şerefeke mezin dibînim. Nêrîna we ya li ser Şoreşa Başûrê Kurdistanê ku we weke “Jinên Şoreşger di min de coşeke bilind ava kir û cesaret da têkoşîna min.

Ger hûn bawer bikin, hûn ê bigihêjin armanca xwe

Di beşa ku Viyan Soran ji Rêber Abdullah Ocalan re nivîsandiye, wiha gotiye: “Rêberê min; Ji roja ku min navê te bihîst û tu naskirî, min jiyan hîs kir, min wê demê zanî ku ez kî me û divê ez çawa bijîm. Ji ber vê yekê ramanê te ez bi tevgerê dame naskirin û ez fêrî jiyaneke watedar kirim. Te ez hînî alfabeya azadiyê kirim. Di dibistana we de her çiqas zehmetiyên min hebûn jî, ez qet dudilî û poşman nebûm. Ji ber ku min di dibistana we de hêza wate, raman û mirovan nas kir. Bi kêmanî min nas kir ku tiştekî ne gengaz nîne û heya ku mirov li ser armancê xwe cidî û bawer be wê bigihêjiye. Weke jin û Kurdekê armanca min azadî bû û min ji dil û can bi vê armancê bawer kir. Ji ber vê yekê ez bi hesreta xwe dixwazim ku we ji nêz ve bibînim, heta kêliyekê jî we hembêz bikim, bêhna xwe bidim ser milê we û paşê bi we re li ser azadî, jin û gelê xwe çi di dilê min de ye bi we re parve bikim.”

“Ez dixwazim deyn û xêrên we vegerînim”

“Niha jî di nava vê bêdengiya mirinê de li başûrê Kurdistanê û weke jineke başûr, ez dixwazim kêmekî be jî ji bona ked û xebata ku we ji bona jin û mirovahiyê kirî bibim bersiv û ez gelekî kêfxweş im ku bigihêjim armanca xwe. Di dawiyê de ez silav, hezkirin û hesreta xwe ya ji dil pêşkêşî we dikim û ji bîr nekin ku em bi hesreta dîtina we ne”.