Rojnameya Ronahî

‘Azadiya Rêber Abdullah Ocalan azadiya gelan e’

Birûc Resûl/Qamişlo

Hevserokên Desteya Çandê diyar kirin ku azadiya Rêber Abdullah Ocalan azadiya gelan e û bang li pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan têkoşînê bilindtir bikin û gotin, divê pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêkên kurd re çareseriya siyasî’ bi rê û rêbazên cuda û afirênerî dewam bike.

Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan re di 10’ê Cotmeha 2023`an de li 74 navendên cîhanê pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” û piştira zêdeyî 100 navendên cîhanî de hate destpêkirin. Pêngava azadiyê li seranserê cihanê belav bû. Bi taybetî jî jin û ciwan bi çalakiyan xwedî li pêngavê derdikevin., her kesên ked dane, bi hemû hêza xwe ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd têkoşiyane. Destpêkirina vê pêngavê, encama têkoşîna Rêber Apo ye ku 50 sal in bê navber raber dike. Rêber Apo ji bo hemû gelên cîhanê, bi taybetî ji bo jinan kedeke mezin da. 25 sal in li Îmraliyê di bin tecrîdek giran de ye. Bi taybetî ji 25’ê Adara 2021’ê ve tecrîd ewqas hat girankirin ku bi ti rengî agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nayê girtin. Gelên bindest, gelên azadîxwaz, rewşenbîr, hunermend, jin û tevgerên ekolojîk azadiya xwe di fikir û felsefeya Rêber Apo de dibînin. Ev hêza paradîgmaya Rêber Apo nîşan dide.

Derbarê pêngava cîhanî ya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan hevseroka Desteya Çandê a kantona Cizîrê Firyal Çolî û hevserokê Desteya Çandê a navçeya Til Hemîs Sayil Milif ji Rojnemeya me re axivîn.

Firyal Çolî diyar kir ku berdewama komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Hemû cihan bi rê û rêbazên cuda hewl dide îrade û berxwedana me têk bibe û wiha got:”Dewleta faşîst a Tirk tecrîda girankirî li ser Rêber Abdullah Ocalan dimeşîne. Zêdetirî 3 sal in xizm û parêzerên wî nikarin biçin serdana wî. Em dibînin ku dewleta faşîst bi alîkariya welatên sermayedar, bi rê û rêbazên cûrbecûr şerê fikira Rêber Abdullah Ocalan dike. Em wekî jin hêz û îradeya xwe ji fikrê Rêber Abdullah Ocalan digirin. Rêber Abdullah Ocalan jiyan û azadî daye jinan. Em ê têkoşîna xwe bidomînin da ku tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan bişkînin û em bang li pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin ku bibin yek û xwedî li berxwedana Rêber Abdullah Ocalan derkevin. Jin bi saya fikrê Rêber Abdullah Ocalan azad bûn.”

‘Rêber Apo jiyana xwe fedayî têkoşîna azadiyê ya jin û gelan kir’

Firyal di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Rêber Apo êdî ne tenê rêberê gelê kurd û gelên Rojhilata Navîn e, êdî lîderekî gerdûnî ye. Ev gelekî girîng û bi wate ye. Bi vê pêngavê divê êdî azadiya Rêber Apo teqez pêk were. Em vê yekê baş dibînin. Yekîtiya gelan û Neteweya Demokratîk yekane çareserî ye ku dawî li pirsgirêka kurd, pirsgirêkên cîhanê bîne û qirkirina jinan bi dawî bike. Pêşengiya vê yekê jî Rêber Apo dike. Rêber Apo hemû jiyana xwe fedayî têkoşîna azadiyê ya jinan û gelan kir. Eger 25 sal in di bin tecrîdekî giran de ye, ev zêdetirî 32 meh in bi tu rengî agahî jê nayê wergirtin û îro li hemû cîhanê ji bo azadiya wî ya fîzîkî têkoşîn tê kirin, ev yek hêza paradîgmaya Rêbertî nîşan dide. Lewma dîroka pêngav ku 10’ê Cotmehê hate destpêkirin, pêngaveke girîng û stratejîk e. Divê di pêvajoyeke bi vî rengî de teqez em azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bînin.”

‘Em ê pêngav azadiya Rêber Apo bi ser bixin’

Firyal Çolî di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku ew ê bi tekoşîn û bi fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan wê ev kampaniya bi serbikefe û wiha got: “Sedema girankirina tecrîdê ew e ku Rêber Apo tawiz ji xeta sêyemîn nade û gav ji paş re naavêje. Ji ber van rastiyan dest bi pêngava ‘Azadî ji bo Abdullah Ocalan, çareseriya siyasî ji bo pirsgirêka Kurd’ hat kirin. Bawer im ku wê salvegera komployê ya 26’emîn tu sedem nemîne ku Rêber Apo li Îmraliyê bê ragirtin û ev kampanya bigihîje armanca xwe. Heta ku encam bi dest bikeve her kesê tevlî vê kampanyayê bûye, divê tê bikoşe. Heta Rêber Apo azad bibe û pirsgirêka Kurd çareser bibe bawer im ku wê tê bikoşin. Silav û serketin ji bo hemû kesên tevlî kampanyayê bûne.”

‘Fikir û felsefeya Rêber Apo riya azadiya hemû gelan e’

Di heman çarçoveyê de Sayil Milif diyar kir ku Piştî ku dostên gelê me ev pêngav dan destpêkirin, hem li Rojhilata Navîn û hem jî li Kurdistanê her roj daxuyaniyên piştgiriyê têne dayin û wiha got: ” Ev 25 sal in ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka kurd, bi rengekî bêhempa têdikoşin, me bi hezaran şehîd dan û berdêlên giran dan. Îro di pêvajoya ku em hatinê de, em bawer dikin ku em ê têkoşînê bi ser bixînin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bînin. Lewma ez bawer dikim ku gelê me, her kesê ku fikrên Rêber Apo û felsefeya wî ji bo xwe weke hêvî dibînin, wê tenê vê pêngavê bi daxuyaniyan nehêlin. Divê ev pêngav bi rê û rêbazên cuda, nû û afirêner dewam bike. Ev gelekî girîng e. Yên ku pêşengiyê ji pêngavê re jî bikin, jin û ciwan in. Em wekî pêkhateyên Ereb dibêjin fikir, felsefe û pirojeya Rêber Abdullah Ocalan, ne tenê ji çareseriya pirsgirêka kurde, her wiha ji bo çareseriya tevhaî gelan e û cîhanê ye.”

‘Pêngav bi pêşengtiya jin û ciwanan wê biserkeve’

Sayil axaftina xwe wiha bi dawî kir û got: “Ez li ser nave pêkhatên Ereb vê pêngava pîroz silav dikim. Têkoşîna me gelekî girîng e. Ez bawer dikim ku pêngava 10’ê Cotmehê hate destpêkirin, bi taybetî wê ciwan û jin pêşengiyê jê re bikin. Bi taybetî ez dixwazim vê destnîşan bikim. Dîsa di pêvajoya dawî ku dewleta Tirk a dagirker bi belafirên bêmirovî êriş li ser bênesaziyên herêmê kir û ev jî tê wateya şikandina hêz û îradeya gel. Lê em bi fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan xwe li ser lingan digin. Di dawiyê de em ê bi pirojeya Netewa Demokiratîk vê pêngavê bi ser bixin”