Monday, July 27, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Gola Urmiyeyê zuha dibe

31/01/2024
in Uncategorized
A A
Gola Urmiyeyê zuha dibe
Share on FacebookShare on Twitter

Gola Urmiyeyê ya ku gola herî mezin a Rojhilata Navîn e, li ber zuhabûnê ye. Jeolog Suheyla Kerîmî diyar kir ev rewş nîşan dide ku di asteke zêde de hevsengî xira bûye û bal kişand ku ev yek nîşaneya qeyranek mezin e.

Li gola Urmiyeyê ku ya herî mezin e di erdnîgariya Rojhilata Navîn de, ji destpêka salên 2000’î vir ve av kêm dibe. Gola ku di bin metirsiya zuwabûnê de ye û hema bibêje ji sedî 95’ê wê zuwa bûye, li herêma Rojhilatê Kurdistanê û li Bakurê Rojavayê Îranê ye.

Derdora gola Urmiyeyê, ji bo aboriya gelên li herêmê dijîn xwedî berhemên girîng e. Gel li herêmê bi çandiniyê debara xwe dike. Lê belê nêzîkahiya bêserûber a mirovan a li ser xwezayê, dibe sedema tunebûna çavkaniyan jî. Di vê dema ku nîşaneyên qeyranek mezin ji Gola Urmiyeyê xuya dibin de êdî mirov dikare bibêje ku ji bo gelê li herêmê rojên zor û zehmet xuya dikin.

Faktora herî mezin a vê yekê mirov bi xwe ne

Li gorî lêkolînan zuhabûna gola Urmiyeyê tenê bûye sedema kêmbûnek ji sedî 5. Ev nîşan dide ku di zuhabûna golê de faktora herî mezin mirov in. Di heman demê de “Pira Şehîd Kalantarî” ya ku li Îranê hatiye çêkirin jî yek ji sedemên vê zuhabûnê ye. Bêyî ku hesabên hûrgilî bên kirin, pir bandorê li tevahî herikîna ava golê dike û ji ber ku rêjeya hilbûnê zêde dike, dibe sedema windabûna avê.

Ne pêkan e ku mirov êdî qala berhemdariyê bike

Li derdora gola Urmiyeyê, hebûna deştên fireh û zeviyên bi berhem, vê herêmê di warê berhemdariya xurek û xwedîkirina ajalan de dike yek ji qadên girîng. Lê êdî ne pêkan e ku mirov qala vê berhemdariyê bike. Li gorî daneyên Navenda Îstatîstikên Neteweyî ya Îranê, li derdora gola Urmiyeyê, 42 bajar û 520 gund hene. Nêzî ji sedî 9,2 yê tevahiya nifûsa Îranê li derdora gola Urmiyeyê dijî, pîşeya ji sedî 70’ê gelê vê herêmê bi awayekî rasterast û nerasterast girêdayî çandiniyê ye. Zuhabûna golê bandorê li çandiniyê dike û lewre li ser debara jiyana wan jî dike. Bi taybetî di nava 30 salên li pêş de, dibe ku ev yek bi xwe re hejariyek mezin bîne.

Dê qeyrana piralî çêbibe

Jeolog Suheyla Karîmî, bal kişand ku li herêmê ji ber bikaranîna zêde ya ava bin erdê, hevsengiya erdê xira bûye û anî ziman ku ev yek jî bûye sedema hilweşandina axa derdora golê. Suheyla Karîmî diyar kir ku zuhabûna golê ne tenê hişkesalî ye, her wiha tê wateya hebûna xwê û metalên jehrî yên li hewayê jî û da zanîn ku dê faktorên ku rasterast bandorê li tenduristiya mirovan dikin zêde bibin. Suheyla Karîmî wiha axivî: “Bandorên zuhabûna Gola Urmiyeyê, bi tunebûna berhemên çandiniyê, mirina ajalên gundiyan, zêdebûna nexweşiyên wek penceşêr, valakirina gundan, koçberiya mirovan a ber bi bajaran û depresyonên di nava civakê xwe nîşan dide. Zirardîtina sektora çandiniyê ya vê herêmê, ji bilî aboriya hemû welatên Îranê dê bandorê li  aboriya welatên cîran jî bike û li herêmê bibe sedema qeyrana aborî ya civakî.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Berxwedana Gerîla Misogeriya Pirrengî, Azadî Û Demokrasiyê Ye
ROJEV

Ji Lîbyayê Heta Sûriyê.. Stratejiya Tirkiyê Ya Kontrolkirina Korîdorên Enerjiyê

26/07/2026
DIVÊ QANÛN DERENG NEMÎNIN
HAJMARA PDF

DIVÊ QANÛN DERENG NEMÎNIN

26/07/2026
Hozan Comerd: Werin vê axa pîroz û dengê şoreşê bighînin her derê
ÇAND Û HUNER

Hozan Comerd: Werin vê axa pîroz û dengê şoreşê bighînin her derê

26/07/2026
Li Îranê kirîza avê  
CîHAN

Li Îranê kirîza avê  

26/07/2026
Dema mirina bizinê tê nanê şivan dixwe
Serbest

Serê hişk û req heta ku li dîwaran neqelibe…

26/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Zagona Çarçoveyî: Rêber Abdullah Ocalan çawa qonaxa nû dixwîne?

26/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.