Tuesday, July 14, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

KURDO ‘RABE’, PDK ‘RÛNÊ’

31/01/2024
in QUNCIK NIVÎS
A A
Sed salên Komara Tirkiyê
Share on FacebookShare on Twitter

Farûk Sakik

25’ê Çileyê HPG’ê  bi daxuyaniyek digot; “Em dikarin bi belgeyan îspat bikin ku PDK’ê li Herêmên Parastinê yên Medyayê rê ji Artêşa Tirk re çêdike, wan diparêze û bi hevkariya wan Kurdistan tê dagirkirin. Çekdarên PDK’ê di nava 4 salan de, 4 caran kemîn danîn pêşiya gerîlayên azadiyê û 12 gerîla şehîd xistin.”

Ev çekdarên PDK’ê kî ne? Ev çekdar, di 3’yê Tebaxa 2014’an de dema ku DAIŞ’ê êrişî Şengal kir, civaka Êzidî bi hovîtiya DAIŞ’ê re li herêmê hiştin û çûn.

Civaka Kurd her çiqas ew dîmen bi çavên xwe jî dîtin, lê qebûl nekirin ku Pêşmergeyê li dijî dagirkerî û zilma Sedam Husên ewqas şer kiriye tewanbar bike. Dizanîbûn ku li navenda Hewlêrê bi biryareke siyasî ew hatine birêxistinkirin. Ew wesaîtên ku Pêşmerge bi dîmeneke nexweş lê siwar dibûn, ji Hewlêrê bi rê ketibûn.

Ew wesaîtên ku ji Şengalê Pêşmerge revandin, di 24’ê Çileya 2024’an de çekdarên PDK’ê derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê kirin. Li vê derê piştgirî dane dagirkeriya dewleta Tirk. Li vê herêmê kiryarên ku hêzên artêşa Tirk nikaribûn wan pêk anîn.

PDK’a Hewlêrê, dizanibû gerîla qedr û qîmeteke mezin dide Pêşmerge û berê lûleya tifinga xwe tu carî nade Pêşmerge û wan nake armanca xwe. Tevgera Azadiyê, li Pêşmergeyên civaka Êzidî bi DAIŞ’ê re rû bi rû hiştibûn jî xwedî derdiket û parast. Hewldanên wan ên ku civak van Pêşmergeyan û hêz-siyaseta PDK’ê ji hev cuda binirxînin jî hebûn.

28’ê Çileya 2024’an de di Stêrk Tv de di bernameya Ewroj de Hevserokê PYD’ê Salih Muslim mêvan bû. Digot; di pêvajoya berxwedana Kobanê de, me xwest ku komek Pêşmerge werin tevlî berxwedana Kobanê bibin (di rojên dawî yên rizgarkirina Kobanê de). Ji bo ku îmaj û rûmeta wan a li Şengalê binketî ji nû de paqij bikin me ev bang kir. Salih Muslim, dubare dikir û digot; em dizanin ên ji Şengalê bazdan siyaseta PDK’ê bû, Pêşmerge nebû.

Niha wa dîsa ew hêz dîsa di nav liv û tevgerê de ne. Êdî civaka Kurdan nikare wan bide sekinandin. Êdî naxwazin enerjiya xwe bi sekinandina PDK’ê heba bikin. Kurd vegeriyan bê wan (PDK) li rê û rêbazên têkoşînê yên nû  digerin.

Di van rojan de tevgerek an jî çalakiyek bi navê RABE dest pê kir. Li gelek deveran nivîsa RABE hat nivîsandin. Li her deverên Kurdistan bi tevlîbûneke roj bi roj mezin û belav dibe. Ev çalaki jî mirov dikare wek parçeyek hamleya ji bo azadiya Rêber Apo hatî destpêkirin jî îzah bike.

Dema ku min çalakiya RABE dît, nivîsa Apê Mûsa ya di rojnameya Welat de a bi sernivîsa ‘Kurdno Rabin’ hat bîra min. Piştî şehadeta wî rojnameya Welat ev derxist manşetê. Kurdan wesyeta wî bi cîh anîn û rabûn serhildananê.

Îroj, di nav civaka Kurdan de westanek dîrokî heye. Yan jî westandinek bi têkoşîna salan re wek ewrek li ser civakê belav bûye, heye. Kurd ji bo da ku vî ewrî berteref bikin û ji nû de vegerin kodên xwe yên têkoşînê yên bere, ji hev re dibêjin ‘rabe’.

Em dîsa vegerin PDK’ê. Ka em ê ji qatilê 12 gerîlayan re bibêjin çi? Her gotin hatiye gotin. Lê mixabin, israra wan a xiyanetê dewam dike. Dîsa jî herî dawî em vê yeke bibêjin; “PDK; Ranebe, li cîhê xwe de rûnê.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû
NÛÇE

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû

14/07/2026
Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn
NÛÇE

Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn

14/07/2026
Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin
JIN

Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin

14/07/2026
Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin
ROJEV

Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin

14/07/2026
Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.