Rojnameya Ronahî

Hewl didin deriyê cîhanê ji Kurdan re bigirin

Zekî Bedran

Dewleta Tirk hem DYE û welatên Ewropayê, hem jî hêzên weke Rûsyayê li dijî Kurdan dixe tevgerê. Hewl dide cemserên cuda, hêzên nakokî di navbera wan de hene bikişîne cem xwe. Di rewşa heyî de giranî û serekebûn daye pêkanîna qirkirina Kurdan. Piştî hilbijartina Gulanê, Erdogan ji dîplomatên xwe re gotibû ku dê giraniyê bidin dîplomasiyê, dostê xwe zêde bikin û dijminê xwe bi tenê bihêlin. Li gorî vê biryarê tev digerin. Yunanîstan jî di nav de, hewl dide bi tevahî dewletan re têkiliyên xwe sererast bike. Çûn li ber lingên dewletên Ereb. Weke berê dar nîşan nadin. Heman demê de ji bo aboriya wan xirab e, hewl didin ji dewletên Ereb pere bigirin. Bi Israîlê re jî bazirganî zêde kirin, di asta herî jor de têkilî çêkirin. Yahûdiyên li DYE yê jî di nava de hewl dan piştgiriya van hêzan qezenç bikin.

Bi Rûsyayê re têkiliyên piralî pêş xistin. Dema balefira Rûsyayê daxistin li hemberî hev rabibûn. Erdogan destpêkê hewl da rast bisekine, lê dema hêza wî têrê nekir çû Rûsyayê dilê wan xweş kir û tawîz da. Rûsyayê ji her demê zêdetir tawîz ji Tirkiyê girt. Wisa bû ku Erdogan bi niyeta rişwetê fuzeyên S-400 ji Rûsyayê kirî. Dewleta Tirk evqas kûrkirina têkiliyan û dayîna tawîzan ji bo perçiqandina Kurdan bikar anî. Ji ber ku Rûsya li Sûriyê bû û rê ji statûya Kurdan re vebibû. Heta erêkirin û piştgiriya Rûsyayê negirtibûya nedikarî êrişî Sûriyê bike û dagir bike. Ji bo Îranê jî heman rewş mijara gotinê bû. Ji ber wê pêvajoyên weke Astanayê domandin. Pêvajoya Astanayê veguherî eniyek li dijî Kurdan. Di encamê de di daxuyaniyên Astanayê de Rêveberiya Xweser ne rewa hat îlankirin. Li ser derxistina DYE yê ji Sûriyê li hev kirin. Ji bo lewazkirina herêmên xweser û bidestxistina çavkaniyên enerjiyê yan jî tunekirina wan li hev kirin. Di demên dawî de dewleta Tirk êrişî çavkaniyên enerjiyê dike, ev êriş bi vê biyarê ve girêdayî ye.

Tirkiyê, beşdariya Îsveçê ya ji bo NATO’yê veguherand bazara li dijî Kurdan. Di encamê de Îsveç û welatên NATO’yê pejirandin ku piştgiriyê nadin hêzên weke YPG’ê û xebatên Kurdan ên li Ewropayê sînordar bikin. Qedexeya leşkerî ya li ser Tirkiyê rabû. DYE yê dayîna balefirên F-16 û çakkirina yên kevin erê kir. Niha pakêtek bi 23 milyon dolarî erê kirin. Kanadayê qedexeya li ser firotina kamerayên ÎHA-SÎHA yan rakir. Ne tenê Kanadayê, heman demê de tevahî welatên Iskandinavya û Ewropayê qedexeya çekan a li ser Tirkiyê rakirin. Pratîka van li hevkirinan bandor li şerê Kurdistanê kir. Herdû êrişên dewleta Tirk ên demên dawî bi temamî sûcên şer bûn. Çavkaniyên jiyanê yên li Rojava ji dewrê derxistin. Santralên elektirîkê, cihên avê, depoyên genim hatin bombebarankirin. Sivîl qetil kirin. Lê ji DYE û welatên Ewropayê tu bertek nehatin. Rûsya jî heman şêweyî, ev welat neaxivîn. Halbûkî ew bi xwe jî li Sûriyê ne û pir baş dizanin çi çêdibe. Hêzên QSD’ê yên DAIŞ şikandin li ber çavên wan tên armancgirtin. Ew jî qada hewayî ji Tirkiyê re vedikin. Gelê Kurd ji axên wan tê derxistin û tê koçberkirin.

Dewleta Tirk aloziyên li Rojhilata Navîn ji bo ji holêrakirina Kurdan bikar tîne. Erdogan li aliyekî serokkomarê Îranê li Enqereyê pêşwazî dike, lihevkirinên aborî û hwd îmze dike, li aliyê din jî beşdariya Îsveçê ji NATO’yê re îmze dike. Li aliyekê piştgiriya Hemasê dike, li aliyê din gotinan diavêje Israîlê û li aliyekê têkiliyan bi rêveberiya Îranê re çêdike. Tê zanîn ku nakokiyên mezin ên Îran û Tirkiyê hene. Lê ji bo perçiqandina Kurdan û PKK’ê pêwîstiya wê bi Îranê heye. Ji ber hem li Iraqê hem jî li Sûriyê bandora Îranê heye. Îran li herêmê hêzek bi bandor e. Di vê tifaqê de pêwîstiya wan bi aliyek ê Kurdan jî heye. Ji bo vê PDK’ê hat amedekirin, hewl didin Huda-Par û ENKS’ê bi bandor bikin. Erdogan hewl dide li dijî Kurdan, Rûsyayê, Îranê, Ewropa, DYE û welatên Ereban bike yek û piştgiriya wan bigire. Di vê wateyê de hewl didin li dijî Kurdan koalîsyonek a cîhanî çêbikin.

Pêwîste gelê Kurd, ronakbîr û hêzên demokrat ên li Sûriye û Tirkiyê van rastiyan bizanin, yekîtî û têkoşîna xwe bilind bikin. Pêwîste têkilî û tifaqên tarî û bi xwîn eşkere bikin û gelê cîhanê ronî bikin. Tirkiye ev sed sale di vê polîtîkaya înkar û îmhayê de israr dike. Nekarîn armancên xwe pêk bînin, heta ku berxwedêr û şervan hebin dê ev plan vala derkevin