Rojnameya Ronahî

Li dijî dewleta Tirk lezgîniya tifaqa cîhanî

Volqan Elî

Piştî êrîşê 7’ê Cotmehê, hêzên cîhanî û herêmî yên wekî Îsraîl, DYE û Îran di cih de daxuyanî dan. Ji ber ku dizanîn hin hêzên wekî Tirkiyeyê yên tevlîheviyê, dê rehet nesekinin. Bi rastî dewletên herêmî, dewletên emperyalîst ên cîhanî di vê derbarê de mejiyê wan wekî yê raya giştî yê cîhanê ne şêlo ye; wekî tava li ezmana zelal e (lê ne paqij e). Bi îhtimalekî mezin her tiştê vê bûyerê bi hûrguliyê wê ve dizanin. Çawa dizanin? Ji ber ku hesab, hesabê wan e, proje, projeya (rêya enerjiyê ji Hindistan heta Ewrûpa) ya wan e; di Îlona 2023’an de ev bi peymanekê hatibû ragihandin û li gorî vê dewleta Tirk hatibû derbaskirin.

Bi îhtimaleke pir mezin hesabê Tayip û dewleta dagirker a Tirk ew bû; piştî Hamas êrîşê Îsraîliyan bike dê hemû ewir biçin li ser Îranê; Îran jî amadeye bikeve şer û her kes (dewletên hegemon) dê bikeve qirika Îranê. Ew ê bi xwe jî, benikên di destê xwe de yên Hamasê bikişîne, li gorî rewşê beralî bike, ji ber vê yekê wê demê digot “ez hazirim navbeynkariyê bikim”. Wekî ku me li jorî anîbû ziman, jixwe siyaseta klasîk a cîhana kevn (ji beriya şerê cîhanê yê sêyemîn ev yek asayî bû). Di encamê de ew lîstoka ku (projeya rêya enerjiyê) dagirkerên Tirk nexistibûnê, dê biketana hemaza Tayip Erdogan (bi alîkariya şûrê cîhadîst ê Hamasê).

Lê Îranê  ji aliyê xwe ve ev dekûdolaba dewleta dagirker xira kir. Got; “Em piştgiriya Hamasê dikin lê di amadekirina vî şerî de me cih negirtiye.” Eniya dijberê wê (DYE û Îsraîl)  jî zêde israr nekir û diyar kir ku di lêkolînên wan de delîlek peyda nekirine ku Hamasê ev şer bi alîkariya Îranê daye destpêkirin.

Piştî vê hêdî hêdî dagirkeriya Tirk rûyê xwe yê rast işkere kir û destpêkir. Jixwe Hamas ji aliyê piraniya hêzên hegemon ve wekî rêxistineke terorîst hatibû îlankirin. Lê ji ber ku Tirkiye amadekariya van rojan ji demeke pir dirêj ve dikir û fîilî û fermî jî Hamas xwedî dikir, tevlî vê biryara hêzên hegemon nebibû. Di encam de dagirkeriya Tirk xwe li hespê Hamasê siwar kir, ew derxist pêşberê Îsraîlê. Eger îro di şerê Hamas û Îsraîlê de ji her du aliyan nêzîkî sih hezar kesî mirîbe, ji beriya Îsraîl û Hamasê berpirsiyar Hakan Fîdan û Erdogan e.

Dema ku dagirkeriya Tirk dît nikariye Îranê li dijî Îsraîlê bixe şer, rasterast dest bi xebata reşkirina Îranê kir. Mînak, van demên dawî Îsraîlê berpirsiyarekî Hamasê li Libnanê kuşt. Tirk vê bûyerê bi hevkariya Hîzbulahê, yanî bi hevkariya Îsraîl-Îranê ve girêdidin. Ji ber ku Hîzbulaha vê derê bi Îranê ve giêdaye û têkiliyên wê yên li gel Hamasê germ in. Dîsa ne gengaz e mirov hemû nakokî û nîqaşên di navbera hêzên hegemon de bizane. Bi temamî dê çi nîqaş bikirana, çi bidana bistandana em nizanin. Diviyabû rayedarekî payebilind ê Îranî biçûbaya Enqereyê. Bi îhtimalekî pir mezin ji bo ku di nîqaşan de destê Tayip Erdogan bi hêz bike, Hakan Fîdan talîmat da DAIŞ’ê ku li Îranê çalakiyekê li dar bixe. Di salvegera bîranîna Qasim Silêmanî de di nava gel de bombe hatin teqandin zêdetirî 60-70 kesî mir û bi sedan kes jî birîndar bû.

Yanî di vê qonaxa şerê cîhanê yê sêyemîn de hêzên herêmî û cîhanî yên serwer naxwazin şer ji derveyê kontrola wan derkeve. Hem DYE, Ewrûpa û Îran jî, wisa tevdigerin. Ti dewlet naxwaze bikeve nava şerekî ku wan pêş nedîtiye û plan nekiriye. Tiştekî wisa ji derveyê mantiqa şer e jî. Lê dewleta Tirk bûye kewara rêxistinên wekî Hamas, Daîş ên cîhadîst û bê rawestan Rojhilata Navîn tevdide.

Herî dawî çawa ku wekî artêşên Îskender li wir şikest, li Zagrosan cara çendemîn terpilî; ev kir bahane û êrîşê Bakur û Rojhilatê Sûrî kir. Cihê sotemenî, asayiş û dexl û çandiniyê da ber xwe. Têrê nekir: çû li Hesekiyê li cihê ‘pêşeroja’ xwe da ku hemû birevin: Di vê lêdanê de plana herî sereke ew bû ku DAÎŞ’î birevin. Hin agahiyên çavkaniya wan ne diyar belav kirin, ev cih ji aliyê Îranê ve hatiye lêdan. Lê di rastiya xwe de hêzên îstixbarî yên dewleta dagirkerên Tirk li ser kar bûn.

Bi kurt û kurmancî hebûna dewleta Tirk ji bo gelên cîhanê, heta ji bo hêzên herêmî û cîhanî yên serwer zerer e. Çawa ku li dijî faşîzma Hitler, bi sosyalîstên xwe bi Ewrûpaya xwe hemû cîhan bûye yek, ji bo pêşeroja cîhanê jî hewce dike her hêz û quwet bibe yek. Naxwe rojên tarî li benda her kesî ne!