Rojnameya Ronahî

Nikarin hêza gelê me biçûk nîşan bidin!

Dilyar Cizîrî

Çend roj berê gelê kurd bi taybet û bi giştî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê salvegera rizgarkirina Kobanê pêşwazî kirin. Beriya wê bi çend rojan jî Dewleta Tirk tişta DAIŞ’ê nikarîbû pêk bîne, bi xwe xwest pêk bîne. Êrişî binesaziyên herêmê kir. Stasyona Siwêdiyê ya kehrebeyê dide bi milyonan kesî jî di nav de gelek sazî û dezgehên xizmetguzariyê yên gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bombebaran kirin. Şêniyên gelek bajar û gundan bê av, kehrebe, sotemenî û nan hiştin. Balkêş bû tevî giraniya êrişan û wêraniya binesaziyê şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di pêşwazîkirina salvegera rizgarkirina Kobanê de gav paş de ne avêtin û coşa û heyecana xwe kêm ne kirin.

Berûvajî wê ji êrişkaran re gotin, ev rihê Arîn Mîrkan û bi hezaran şehîdên Kobanê yên kelecana azadiyê diyarî mirovahiyê kirin û DAIŞ’ê di Baxozê de xilas kirin. Wê karibe faşizma dewleta Tirk jî têk bibe û zafera mezin bi dest bixin.

Di rewşeke wiha de hin derdor nîqaşa wê dikin ku wê Amarîka hêza xwe ji Sûriyê vekşîne û wiha nîşan didin ku gelê Bakur û Rohilatê Sûriyê bêyî hebûna Artêşa Amarîka nikare liberxwe bide û destkeftiyên xwe biparêze. Ez di vir de rola hêzên garantor Amarîka û Rûsiya di dosya Sûriyê de ji ne dîtî ve nahesbînim. Lê di vir de dixwaz im ji wan derdoran re bibêjim, bêyî îradeya civakan wê ne rola Amarîka û ne ya Rûsiya ne pêkan be. Ev di destpêka şoreşê de bi berxwedan û gavavêtinên gelê me de isbat bû. Gelê me bi pêşengtiya şoreşgerên xwe karîbû gavên mezin bavêje û destkeftiyên herî mezin bi destxîne.

Têkbirina DAIŞ’ê ku ji berxwedana Kobanê destpê kir, beşekî zindî ya vê berxwedanê bû. Niha jî gelê herêmê li gorî demê hêza xwe mezin dike. Bi hevpeymana civakî ya nû destkeftiyên xwe yên heyî hîn bêtir bi rêk û pêk dike. Bi rihê Berxwedana Kobanê kar dibe ku herêmên dagirkirî ji Efrînê bigre heta Girê Spî û Serêkaniyê ji dewleta Tirk û çeteyên wê yên qirêj rizgar bikin.

Ji ber wê jî tişta me beriya niha derbarê hebûn û nebûna Aamrîka li ser xaka Sûriyê anî ziman, dûbare dikim. Tu kes bila bi hêsanî li vîn û berxwedana gelê me, meyze neke. Gelê me yê li ser hêmana Netewa Demokratîk xwe birêxistin kir, wê li ser easê heman rihî parastina xwe bike û tekoşîna xwe bidomîne, wê ji hêza xwe pê ve li benda tu aliyan nemîne.

Di vir de jî ez ê gotina yek ji serfermandarên QSD’ê yên li Dêrazorê serkêşiya gelek şeran kir, Ronî Qamişlo dema pirsa Amarîka dibêje ezê xwe ji vir bikşînim, jê hat kirin. Bersiva wî bi gotina “vekişîn û ne vekişîn girêdayî wan e, xwe bikşîne, nakşîne, Me bi wan û bêyî wan parastina xwe kiriye û em ê heta dawiyê jî bikin”. Ezê jî bi gotina wê gelê herêmê tu carî ji dû gotina rêber û fermandarên xwe venegere nivîsa xwe bi dawî bikim.