Rojnameya Ronahî

‘Xeta berxwedana jin li hemberî xeta xiyanetê wê berdewam be’

Ronaz Silêman/Qamişlo

Endama Meclisa Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Ayşa Hiso diyar kir ku PDK`ê di hedfgirtina jinên kurd yên têkoşer de ji dijmin re bûye amûr û got, li hemberî xiyanet û dijminan asta têkoşîna jinên berxwedêr her roj bilintir dibe. 

Ji dîrokê ve her qonaxa ku gelê kurd ji bo azadiyê berxwedan meşandiye, li kêleka wê xeta xiyanetê derketiye. Yek ji mînakên xeta xiyanetê jî, PDK’a mala Berzanî ye. PDK`ê bi siyaseta xwe ya qirêj xeta xiyanetê li hemberî gelê Kurd dide meşandin. PDK“ê ji destpêka avakirina xwe ve û heta niha her di nava xiyanet û hevkariya bi dijmina re ye, bi taybet bi destpêkirina şoreşa Rojava û heta niha hevkarî û xiyaneta wê bi dewleta Tirk a dagirker re ye. Li ser riya vê xiyanetê PDK`ê dibe hevkarê dewleta Tirk bi hedefgirtina jinên pêşengê civakê. Herwiha tevî vê yekê jî têkoşîn û berxwedana jinan bi isarî li ser riya azadiyê tê meşandin.

Di derbarê hevkariya PDK`ê bi dewleta Tirk a dagirker re bi hedefgirtina jinên pêşengên civakê endama Meclisa Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Ayşa Hiso ji rojnameya me re axivî.

Ayşa Hiso diyar kir ku PDK`ê serkêşiya hişmendiya dewleta Tirk a dagirker dike û wiha got: “Gelê Kurd li her çar perçeyên Kurdistanê sîstemeke wê li ser erdê heye. Lê îro roj li Başûrê Kurdistanê PDK`ê bi hişmendiya xwe ya qirêj Başûrê Kurdistanê bi rêve dibe. PDK`ê serkêşiya hişmendiya dewleta Tirk a dgirker dike û destekdayînê li hemberî gelê Kurd bi dewlet Tirk re dide meşandin, ev yek li ser hesabê gelê kurd pêk tîne. Herwiha li pêşiya çavê cîhanê û gelê Kurd xeta xiyanetê dimeşîne, çawa ku dewleta Tirk a dagirker dixwaze gelê Kurd qir bike PDK`ê jî vê yekê bi kar tîne. Ji bo wê PDK`ê di nav hewldan û siyaseta xwe ya qirêj de jinên pêşengên civakê li Başûrê Kurdistanê dike hevdefgirtin. PDK`ê raste rast xeta xiyanet, tunekirin û biryara cinosayda li ser kurdan ku bibin amûra pêk anîna wê dixebite. Dema ku îro roj jinên pêşeng û xebatkarên ku di nava têkoşîna azadiyê têkoşîna xwe didomin û dewam dikin, da ku civakê bi rengekî demokrat ava bikin, xeta xiyaneta PDK`ê li hemberî wê derdikeve. Bi heman hişmendiya dewleta Tirk a dagirker, PDK`ê bi kar tîne û bi dewleta Tirk a dagirker re di nava têkiliyên qirêj de ye. PDK`ê li hemberî gelê xwe xeta xiyanetê jî derbas kiriye.”

‘Her diçe hêz û vîna jinên kurd gur û mezin dibe’

Ayşa Hiso di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku asta têkoşîna jinê berxwedêr gihiştiye loteyê û wiha got: “Asta Têkoşîn û rêxistina jinên berxwedêr gihiştiye lotekeya herî jor. Bi taybet silogana jinan Jin, Jiyan, Azadî dema ku li tevhî cîhanê hatiye naskirin û ban pê hatiye kirin, ev yek di asta cîhanê de bûye siloganeke gerdonî, ji bo wê ev nayê xweşiya hişmendiya dewleta Tirk û sîxorên wek PDK`ê. Bi vê yekê liv û tevgera dewleta Tirk û PDK`ê zêde dike û dihêle kiryarên xwe yên qirêj li ser jinên pêşengê civakê bide meşandin. Li ser vê bingehê tevgera azadiya jin, rêxistinên jin, ji bo biryara avakirina civakeke demokratîk, politîk û exlaqî kar û xebatan didin meşandin. Herwiha ji bo xwedî derketin li xeta şehîdan û vala derxistina hemû kompiloyan û hedefgirtinên jinan ku xeta xiyanetê nikarîbûn vîna jin bidin şikandin, ji ber her diçe hêz û vîna jinên kurd gur û mezin dibe û tevgera jinê azad bi serdikeve, ev yek jî berxwedana ku jinên Kurd dide meşandin derxistiye hole.”

‘Dixwazin bi tunekirina Tevgera Azadiyê gelê kurd tune bikin’

Endama Meclisa Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Ayşa Hiso axaftina xwe wiha qedand: “Dema ku îro em behsa Kurdistan û erdinîgariya Rojhilata Navîn dikin a ku îro li ser erdê wê şerekî pir dijwar tê meşandin û kiryarên sûcên şer pêk tên, bi taybet kiryarên derheqê jina, destavêtina li ser hebûna jin û biryara bidawîkirina jinên pêşengê civakê dikin, li hemberî wê silogana Jin, Jiyan, Azadî yekîtiya xwe ya jin daye avakirin a milê hişmendî û li pêş xistiye. Lê di heman demê de jî pêwîste jin di milê hiqoqî de hîn zêdetir têkoşîna xwe bilin bikin, bikaribin bi hemû saziyên eleqedar ên Mafê Mirovan û Mafê jin maskên dawî ya dewleta Tirk û sîxortiya PDK`ê xelas bibe û li ser vê bingehê bighêje rastiya xwe. Herwiha armanca dewleta Tirk bi biryara tinekirina Tevgera Azadiyê dixwaze Kurdan tine bike. Lê her demxeta berxwedaniya jin li hemberî xeta xiyanetê wê berdewam be.”