Monday, July 27, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Kevintirîn sazkerê kilîtan li Qamişlo;Yerwant Mosîs

30/01/2024
in Uncategorized
A A
Kevintirîn sazkerê kilîtan li Qamişlo;Yerwant Mosîs
Share on FacebookShare on Twitter

Rûheyv Şah/Qamişlo  

Yerwant Mosîs ku ji bajarê Qamişlo ye ji sala 1972’an de û heta niha karê çêkirin û sazkirina kilîtan li bajêr dike, herwiha ew kevntirîn sazker û çêkerê kilîtan li bajarê Qamişlo ye.

Gelek kes hene ku ji temenekî biçûk de fêrê çêkirin û sazkirina hin amûran dibin, herwiha pêşeya xwe bi 10 salan didin meşandin û derbasî nifşên nû dikin.

Yek ji wan kesên ku di warê çêkirin û sazkirina kilîtan de xwedî tecrubeyeke dûr û dirêje;Yerwant Mosîs e ku ji beriya 52 salan ve û heta niha karê çêkirina kilîtan bê rawestandin didomîn e.

Derbarê kar û serpêhatiyên xwe de, Yerwant Mosîs ku kevntirîn çêkerê kilîtan li bajarê Qamişlo ye, ji rojnameya me re axivî.

Yerwant Mosîs diyar kir ku ew di sala 1947`an de li bajarê Qamişlo ji dayik bûye û wiha got: “Di sala 1972`yan de min dest bi karê çêkirin û sazkirina kilîtan kiriye û heya niha jî karê min berdewame. Min 52 sal ji temenê bê rawestandin di çêkirina kilîtan de derbas kiriye. Ez pir ji karê xwe hez dikim û bi riya karê xwe debara jiyana xe û malbata xwe dikim.”

‘Bilindbûna nirxê dolar ziyanek mezin gihand karê min’

Yerwant Mosîs da zanîn ku dikana wî ya herî kevnar di bazara Qamişlo de ye û axaftina xwe wiha qedand: “Beriya Kirîza Sûriyê karê me baştir bû, lê ji ber bilindbûna nirxê dolar asta kar pir lawaz bûye. Tevî ku dikanan min ya herî kevnar di bazara Qamişlo de ye, lê dîsa tevgera welatiyan pir kêm bûye. Zerar ne tenê li min hatiye lê belê li hemî gelên vê herêmê hatiye kirin,di heman demê de em amûrên xwe yê çeksazkirinê dema ku dikerin piştî demekê buhayê wê pir zêde dibe  tu sûd jê nayê girtin. Min ciwaniya temenê xwe di karê çêkirina miftyan û tamîrkirina wan  de derbas kiriye, min di 25 saliya xwe de ev dikan da avakirin û min dest bi karê kilîtan kir, vekirina vê dikanê jî ku daxwaza min bû ji berê de û anha bûye 52 salê min ku ez vî karî dikim , ez tê de rehetim ji ber ku ez ji karê xwe pir hezdikm, û di heman demê de ez têde serkeftî me. Çêkirina mifteyeke biçûk dikare roja min bi kêfxweşîyeke pir mezin derbas bike.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Berxwedana Gerîla Misogeriya Pirrengî, Azadî Û Demokrasiyê Ye
ROJEV

Ji Lîbyayê Heta Sûriyê.. Stratejiya Tirkiyê Ya Kontrolkirina Korîdorên Enerjiyê

26/07/2026
DIVÊ QANÛN DERENG NEMÎNIN
HAJMARA PDF

DIVÊ QANÛN DERENG NEMÎNIN

26/07/2026
Hozan Comerd: Werin vê axa pîroz û dengê şoreşê bighînin her derê
ÇAND Û HUNER

Hozan Comerd: Werin vê axa pîroz û dengê şoreşê bighînin her derê

26/07/2026
Li Îranê kirîza avê  
CîHAN

Li Îranê kirîza avê  

26/07/2026
Dema mirina bizinê tê nanê şivan dixwe
Serbest

Serê hişk û req heta ku li dîwaran neqelibe…

26/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Zagona Çarçoveyî: Rêber Abdullah Ocalan çawa qonaxa nû dixwîne?

26/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.