Tuesday, July 14, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Rêveberiya Xweser nûnertiya gelên herêmê dike

28/01/2024
in ROJEV
A A
Rêveberiya Xweser nûnertiya gelên herêmê dike
Share on FacebookShare on Twitter

Birûc Resûl/Qamişlo

Di 27′ê Çileya 2014′an de şîniyên Kobanê pergala Rêveberiya Xweseriya xwe ya Demokratîk avakirin û ragihandin. Bi damezrandina Rêveberiya Xweser re welatiyên Kobanê rêveberiya xwe destnîşankirin û civaka xwe bi xwe birêve birin. Sîstema Rêveberiya Xweseriya Demukratîk nûnertiya hemû pêkhate, ol û netewan dike.

Piştî şoreşa 19′ê Tîrmeha 2012’a, herêma Kobanê di gelek pêvajoyan re derbas bû, di hemû aliyên siyasî, leşkerî û rêxistinî de xwe birêve birin. Piştre jî sazî hatin avakirin û bi riya wan hemû beşên civakê hatin birêxistinkirin. Di 27′ê Çileya 2014′an de ji aliyê şêniyên Kobanê ve pergala Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li Kantona Kobanê hat damezrandin. Ji ber ku dewleta Tirk a dagirker û komên çete, herêma Kobanê ji sê aliyan ve dorpêç kiribûn, gelek astengî derdiketin. Lê tevî vê, gelên herêmê hevgirtina xwe xurt kirin, zarokên herêmê bi zimanê dayikê perwerde didîtin, ciwanên ji hemû pêkhateyan beşdarî xebatên sazî û dazgehên Rêveberiya Xweser û refên parastinê bûn. Piştî ku Rêveberiya Xweser li kantona Kobanê hate ragihandin, çeteyên DAIŞ′ê li Sûriye û Iraqê dest danîn ser bajarên mezin, wekî Reqa, Mûsil û hejmareke mezin cebilxane desteser kirin. Her wiha bi destekdayîna dewleta Tirk a dagirker êrişên dijwar birin ser kantona Kobanê. Lê şervanên YPJ`ê û YPG′ê bi berxwedana xwe, ev êriş şikandin û kantona Kobanê di 26′ê Çileya 2015′an de rizgar kirin.

Rêveberiya Xweser wekheviya gelan xurt kir

Piştî ku Kantona Kobanê hat rizgarkirin, Rêveberiya Xweser xebatên xwe domandin. Her wiha li herêmên din ên rizgarkirî wekî Sirîn, Minbic, Reqa, Tebqa û Dêre Zor ev pergal li ser bingeha wekheviya gelan hate damezrandin. Ev yek serkeftina tecrûbeya Rêveberiya Xweser nîşan dide. Nûnertiyên Rêveberiya Xweser li Rûsya, Belçîka, Fransa û Başûrê Kurdistanê hatin vekirin.

Rêveberiya Xweser planên dijmin vala derxist

Sîstema Rêveberiya Xweser a ku hat avakirin, bi ked û berdêlên mezin hate avakirin. Avakirina sistema Rêveberiya Xweser a demukratîk pêngaveke dîrokî bû û bi riya vê rêveberiyê, gelên herêmê ji hemû milî ve êdî xwe bi xwer civaka xwe bi rêve dibir. Çi di aliyê ewlehî, aborî û  xizmetê de be, rûxmî îmkan û derfetên kêm jî civakê heyanî astekî dikarî xwe bi rêve bibe. Li hemberî Êriş û gefên  ku ji derve de li ser Rêveberiya Xweser dihatin kirin, li hemberî van êrişan gelê herêmê her tim di nava tekoşîn û berxwedanê de bû.  Rêveberiya Xweser dikaribû baş xwe li ser piyan bigire û hemû êriş û pilanên heyî vala derbixe. Ji destpêka avabûna xwe ve rêveberiya xweser bi ezmûnên ku wergirtî heyanî îro li hemberî hemû hewildanên têkbirin û qirkirinê li berxwebide û parastina destkeftiyên şoreşê bike.

Lê gelek hêzên derve ev sîstema Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ku ji derveyî pilanên wan bû bi şêwaz û rêbazên dijber û di serî de dagirkeriya Tirk a qirker û faşîst û bi riya çeteyên DAIŞ’ê heyanî îro jî dixwazin vê ezmûna rêveberiyê ji holê rakin û herêma Bakur û Rojhilatê sûriyê bi temamî dagirbikin.

Rêveberiya Xweser berhema şoreşa gelan e

Dagirkeriya Tirk bi riya DAIŞ’ê û hevalbendên xwe, gelek deverên Sûriyê û Îraqê kirin bin serweriya xwe de. Piştî ku gelek deverên Iraqê dagirkirin, berê xwe dane Sûriyê û gelek deverên Sûriyê jî ji Dêrezorê heyanî Reqayê girtin û berê xwe dane bajarê Kobanê. Li Kobanê dagirkeriya Tirk û çeteyên DAIŞ’ê rastî berxwedaneke dîrokî hatin. Rêveberiya Xweseriya Demokratîk di serî de li herêma Cizîrê hate ragihandin û piştî wê jî li Kobanê hate damezrandin û berxwedana ku li Kobanê hatî raberkirin û serkeftina ku pêkhatî encamê avakirina Rêveberiya Xweseriya Demukratîk bû. Li Kobanê vîn û hevgritina gelan û Rêveberiya Xweseriya Demukratîk li hemberî hemû hewildanên qikirinê û tunekirina destkeftiyên heyî bi binket û cîhanê tevahî jî şahidiya vê serkeftinê kir.

Li hemberî êrişan vîna gel bi ser ket

Çeteyên DAIŞ’ê bi gelek çek û cebilxaneyên ku ji artêşa Iraq û Sûriyê bi dest xwe xistibûn, êrişî herêma Kobanê kir. Li hemberî êrişên dijwar û giran şervanên azadiyê û hemû gelên azadîxwaz berxwedaneke dîrokî pêk anîn. Rûxmî hemû zor, zehmetî û êrişên dijwar ku li hember gelê Kobanê pêk hatin, vîna gelê Kobanê û hemû hêzên azadîxwaz û demokrat li hemberî dagirkeriya Tirk û çeteyên wê bi serket.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû
NÛÇE

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû

14/07/2026
Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn
NÛÇE

Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn

14/07/2026
Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin
JIN

Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin

14/07/2026
Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin
ROJEV

Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin

14/07/2026
Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.