Monday, June 23, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Hedefgirtina binesaziya herêmê sûcekî dijmirovî ye’

28/01/2024
in ROJEV
A A
‘Hedefgirtina binesaziya herêmê sûcekî dijmirovî ye’
Share on FacebookShare on Twitter

Birûc Resûl/Qamişlo

Rêvebera Rêxistina Mafê Mirovan a Kantona Cizîrê Evîn Cuma diyar kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser herema Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hedefgirtina binesaziya herêmê  sûcêkî dijmirovî ye. Her wiha Evîn da zanîn ku dewleta Tirk a Dagirker dixwaze pêlên koçberiyê zêde bike û herêmê vala bike, lê berxwedana gel pilanên wê têk birin.

Dewleta Tirk a dagirker di 4’ê Cotmeha 2023`an de li tevahî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi balafirên xwe yên bêmirov topebaran kir. Her wiha êrişên ku hatin kirin piranî cihên xizmetgûzarî û binesaziya herêmê bûn. Di encamên erişên dewleta Tirk a dagirker de ziyaneke mezin ya madî hat jiyîn û stasiyonên avê, elektirîkê û petrolê ji xizmetê derketin. Di şeva 12`ê Çileya 2024’an de jî, dewleta Tirk a faşîst careke din êrişî binesaziya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir, di encama êrişên dagirkeriyê de stasyonên petrol, gaz, av û cihên xizmetguzariyê hatin hedefgirtin, ji Dêrikê hetanî Şehbayê tevahiya cihên xizmetguzariyê bûn armanca êrişên dagirkeriyê. Herwiha bi 100’an gund, bajar û bajarok bê elktirîk û av man.

Di derbarê êrişên dewleta Tirk a faşîst yên li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Rêvebera Rêxistina Mafê Mirovan a Herêma Cizîrê Evîn Cuma ji Rojnemeya me re axivî.

 

Evîn Cuma balkişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser harêma Bakur û Rojhilatê Suriyê û wiha got: “Ji 4’ê Cotmeha 2023`an de û heya roja îro, dewleta Tirk a dagirker bi giranî êrişî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Di encama van êrişan de bênesaziya herêmê ji xizmetê hat derketin, hedefgirtin û bi tundî talan bûn. Gelek navendên enerjî, elektrîk, petrol û gazê bûn armanca êrişên dewleta Tirk. Pêdiviyên jiyanê yên sereke hemû hatine rawestandin û ev yek xeteriyeke mezin bi xwe re tîne, ev yek dihêle ku metirsiyek di nav gel de çêbibe ji ber ku bi vî awayî jiyan jî tê rawestandin.”

‘Tirkiye sûcên şer pêk tîne’

Evîn destnîşan kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker sûcên şer ên li dijî mirovahiyê ne û wiha got: “Li gor zagonên hiqûqî ên navneteweyî; ev kiryar sûcên şer in, ji ber ku cihên tên armancgirtin hemû girêdayê jiyana gel e. Ev sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Pêdiviyên jiyanê rasterast tên armancgirtin.”

‘Pêwîste bêdengiya li dijî dewleta Tirk bê şikandin’

Evîn Cuma wiha berdewamî da axaftina xwe û got: “Êriş û bombebarankirina dewleta Tirk a dagirker li ser qadên niştecihan, binesazî û avahiyên stratejîk, mîna stasyonên petrol, gaz, dibistan û nexweşxaneyên li tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, sûcên qetilkirinê sûcên şer in. Ev hemû li pêş çavên rêxistinên mafên mirovan û NY′yê û binpêkirina qanûnên navneteweyî û qanûna Cinêv pêk tên. Pêwist e bêdengiya li hemberî kiryarên dewleta Tirk were şikandin û rê li ber xwînrijandinê were girtin.”

Xetera koçberiyê

Rêveberiya Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê Evîn Cuma di dawiya axaftina xwe de balkişand ser xeterî û zirarên ku digihêjin koçberan û wiha got: “Dewleta Tirk a dagirker dixwaze pêlên koçberiyê di herêmê de zêde bike, sedema wê jî gef û êrişên berdewam ên dewleta Tirk li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriye yê. Lê koçberî ne bi hêsanî ye, dewleta Tirk dixwaze tirs di nava civakê de bide avakirin û bênesaziyên herêmê bide tune kirin, da ku gel bide ser riya koçberiyê û bê çare bimînin. Gelek rewş hene ku hatine belgekirin taybet li ser sînorê di navbera Sûriyê û Tirkiyê de bê çawa mirov rastî tundî, îşkence û kuştinê hatine. Ji ber vê yekê em berxwedana gel pîroz dikin ku her diçe berxwedanî û tekoşîne wan zêde dibe.”

Post Views: 73
ShareTweetPin

Herî Dawî

Buşra Elî: Yekîtiya Jina li Rojhilata Navîn şoreşa Demokratîk lidar dixe
JIN

Buşra Elî: Yekîtiya Jina li Rojhilata Navîn şoreşa Demokratîk lidar dixe

23/06/2025
3’emîn Konferansa Platforma Yekîtiya Jinên Kurd li Amedê li dar ket
JIN

3’emîn Konferansa Platforma Yekîtiya Jinên Kurd li Amedê li dar ket

23/06/2025
Pêşbirka “Nivîskarên Pêşerojê” ya zarokan
ÇAND Û HUNER

Pêşbirka “Nivîskarên Pêşerojê” ya zarokan

23/06/2025
‘Em ê serdana Zanîngeha Rojava, Kobanê û Şerq bikin’
ÇAND Û HUNER

‘Em ê serdana Zanîngeha Rojava, Kobanê û Şerq bikin’

22/06/2025
 Armanca Komkujiya Helincê têkbirina vîna jina azad bû
JIN

 Armanca Komkujiya Helincê têkbirina vîna jina azad bû

22/06/2025
Hevserokên Yekîtiya Rewşenbîrên Kantona Cizîrê kî ne?
NÛÇE

Hevserokên Yekîtiya Rewşenbîrên Kantona Cizîrê kî ne?

22/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.