Tuesday, July 14, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Dijî êrîşa giştî, serhildana giştî!

28/01/2024
in QUNCIK NIVÎS
A A
1 Mijdarê, Kobanê ket rojeva Cîhanê
Share on FacebookShare on Twitter

Ahmet Aktaş

Dewleta faşîst a Tirk, êdî ti sînoran nasnake, êrîşî her qadê jiyanê dike.

Ti rûmetên mirovahî nasnake û ne rûmetên mirovahiyê tenê, êdî êrîşî hemû xwezaya Kurdistanê dike.

Ji bo vê politîka xwe ya qirêj û qirker bi ser bixe, her cûre çekan; ji yên takekesi heta yên kîmyewî û yên taktik nuklerî li Kurdistanê dide xebitandin.

Hilbet ji bo bi lez û bi bingehîn bibe xwedî serketinek demdirêj, armancên xwe yên sereke rêz kiririye.

Bêgûman ji fîlozof û rêşanê gelê Kurdistanê Rêber Apo despê dike, hema li pey wî şopdarên wî rêveberên Tevgêra Azadiyê dixe rêzê û êdî yek bi yek çalakvanên şoreşê; ji alîgirên Tevgêrê heta endam û dilxwazên siyaseta fermî Partiya DEM û hemû rêxistinên yasayî yên sivîl dixin ber êrîşên xwe.

Êdî aşkere diyer e ku vê dewleta dîktator a Tirk, di pêşengiya koma kujerên mîna Receb Erdogan û Devlet Bahçelî de, êrîşên xwe yên qirkeriya ser Kurdistanê gihandine radeya Seferberiyek Giştî.

Bû sê sal ku agahî ji Rêber Apo û her sê hevalên wî yên li  zindana Imraliyê  ne, nayên standin.

Bi deh hezaran rêber û endamên tevgêr û rêxistinên sivîl û demokratîk ên gelê Kurdistanê hatine girtin û di zîndanan de ne, li ser wan hemû kiryarên xerab ên êşkencewarî tên meşandin.

Dibe ku mijara herî xerabkar û gelê Kurdistanê hêrs dike jî hevkariya Berzaniyên li gel dewleta qirker a tirk e.

Hilbet li himber van êrîşên xedar û berfireh, bi giştî Tevgêra Azadiya Gelê Kurdistanê û gelê welatparêzê Kurdistanê jî, bêdeng û bêtevgêr nema ne û namîne.

Li her çar parçeyên Kurdistanê û bi giştî li her deverê cîhanê, li dijî êrîşkariya dewleta faşist a tirk, gelê Kurdistanê bi tevgêr hilwesta xwe nîşandide û her wiha him li Rêberê xwe û him li Tevgêra xwe, bênavber xwedî derdikeve.

Di nava şerd û mercên ewqas dijwar de, li Bakur xebatek hêja ya hilbijartinên xwecihî/herêmî ya şaredariyan, bêtirs bi wêrehî/bi cesaret tên birêvebirin.

Li gel sîstema hevserokatiyê, vê carê hilbijartinên pêşwext jî hat birêvebirin û ev şêwazê nuh ê hilbijartinê, ji aliyê gel ve pir bi rûmet hat pêşewazîkirin û di raya giştî ya cîhanê de jî weke demokrasiya yekser a gel dengveda.

Di vê qonaxa nû de, divê li gel operasyonên nûjen ên gerila û Tevgêra Azadiyê, hemû gelê me yên welatparêzên dilşewat, di asta bilind de, çawa pêşkêşî ji şoreşê û doza azadiyê re kirin, dîsa her li rêza pêş cih bigrin û têbikoşîn.

Her wiha, divê dostên gelê Kurdistanê, hemû kesên demokrat, mafparêzên mirovan û rayagiştî ya cîhanê, guhên xwe li deng û banga gerîlla û gelê Kurdistanê vekin, êdî dawiyê li xemsariya xwe bînin û êdî li rex têkoşîna doza Kurdistanê bi xurtî cih bigrin!

Êdî, divê li dijî van êrîşên giştî yên her alî yên dewleta tirk û xiyanetê, em jî bi ruhekî serhildana giştî rabin ser piya, da ku em karibin zûtirîn wext Rêberên xwe, gelên xwe û mirovahiyê, ji vê zulmê û zîndanan rizgar bikin û jiyana azad û aram biafirînin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû
NÛÇE

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû

14/07/2026
Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn
NÛÇE

Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn

14/07/2026
Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin
JIN

Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin

14/07/2026
Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin
ROJEV

Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin

14/07/2026
Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.