Rojnameya Ronahî

Em tev Zelal in

Zozan Cizîrî

Îlahiyatzanê Alman Martîn Nîemöller wek kesekî bûyî şahidê faşîzma Hîtler, serpêhatiyeke xwe ya wê çaxê bi îfadeyeke ku ji tevahî mirovahiyê re bibe şîret û aqilbasî wiha destnîşan dike; “Dema Naziyan ji bo komunîstan hatin min dengê xwe nekir; ji ber ez ne komunîst bûm. Dema sosyal demokrat xistin zîndanê min dengê xwe nekir; ji ber ez ne sosyal demokrat bûm. Paşê ji bo sendîkavanan hatin, min tiştek negot; ji ber ez ne sendîkavan bûm. Paşê ji bo Cihûyan hatin, min dengê xwe nekir; ji ber ez ne Cihû bûm. Vêca dema ji bo min hatin, êdî kesekî ji bo min dengê xwe bike nema bû!”

Ji bo mirov wateya hevgirtin û piştgiriya civakê ya li hemberî faşîzmê fêm bike, her wisa di wexta wê de bibe xwediyê helwesteke birûmet herhal tu gotinek bi qasî vê îfadeyê balkêş û hînker nabe. Em lê binêrin, îro çi yê faşîzma Erdogan ji faşîzma Hîtler cuda maye? Faşîzm rengê xwe ne reş e, ne jî spî ye. Dema êrîş dike, bi dorveger her derê û her kesekê dide ber xwe.

Di nav Şoreşa Rojavayê Kurdistanê de serkeftina herî mezin, bêguman di têkoşîna azadiya jin de çêbû. Têkoşîna jinan wek xebateke dîrokî di vî zemînî de rê vekir bi sed hezaran jin bi fikra azadiyê şiyar bibin, ji bo jiyanek birûmet û sîstemeke demokratîk, wekhev pêş bixin tevlî refên xebatên civakî bibin. Û ev ji bo tevahî jinên cîhanê û gelan bû hêviyeke mezin. Yek ji van jinên serhildêr û têkoşer şehîd Zelal Zagros (Firyal Xalid) bû ku roja 1’ê Çileyê li bajarê Kerkûkê bû armanca êrîşeke der-exlaq a çeteyên dewleta Tirk a dagirker û tevlî refên Stêrkên Nemir bû. Jina pêşeng şehîd Zelal, di dibistana azadiyê ya Rêber APO de wateya hebûna xwe ango jinbûna xwe fêm kiribû, hêza têkoşîneke birûmet bidest xistibû. Dizanî ger têkoşîna azadiya jinê nebe, jin wê her mehkûmê jiyaneke kole bin. Lewre weke jineke pêşeng 31 salên ji temenê xwe yê herî binirx di vê oxirê de fedayî hemû jinan û civakê kir. Weke tiyê azadiyê bi hemû hêz û taqeta xwe bi ser pirsgirêkên jinan de çû, ji bo xizmeta wan bike tu sînorek ji xwe re nedanî, her li hemberî sîstema desthilatdar-kujer a mêr têkoşiya. Geh li Rojava, geh li Ermenîstanê, geh li Herêmên Parastina Medya, geh li Başûr û cihên din û hwd. bênavber kar kir. Diyar e xebata wê, keda wê cihê xwe digirt û encam digirt, lewre hêzên faşîst ên dewleta Tirk ew li pêşiya planên xwe yên dagirkirin û qirkirina gelê Kurd û kolekirina jinan weke asteng dîtin.

Di vê wateyê de girîng e her jinek, her mirovek demokrat, azadîxwaz li ser cewherê jiyan û têkoşîna Zelalan bêhtir bifikire, heqîqeta wê fêm bike. Şehîd Zelal ne kesek e, nirxeke herî birûmet a tevahî jinan e. Lewre li nav kolanên Kerkûkê, hem jî li Kerkûka mozaîka gelan bi destê çeteyên kirêgirtî yên MÎT’a Tirk qetilkirina jina pêşeng Zelal Zagros, pêwîstiya jinan a bi têkoşîna azadiyê bêhtir eşkere kir. Heqîqet ev e ku, heya jin bi yekdengî û yekdestî bi hev re ranebin, ne ev faşîzma qirkerê gelan ji holê radibe, ne jî zilma li ser jinan û hebûna sîstema sermayedar bidawî dibe. Vêca ji bo mirov dûçarî serpêhatiya Nîemöller nebe, şert e tevahî jin û hêzên demokratîk, azadîxwaz îro bi feraseta “EM TEV ZELAL IN” dengê xwe bilind bikin ji bo sibe dereng nebe.