Rojnameya Ronahî

Kobanê neket , lê hêzên tarî û hov têk çûn

Birûc Resûl/Qamişlo

 Kobanê bi berxwedana xwe ya dîrokî bala hemû cîhanê kişand, berxwedana 134 rojan ji bo hemû gelên azadîxwaz bû hêvî û qublenameya azadiyê. Berxwedana Kobanê îro rewşa şênber a jiyana hevpar bi hemû aliyên xwe nîşanî gelan dike. Kobanê bû pêvajoya destpêkê ya têkbirina tarîtiyê û çandina tovên jiyaneke nû.

Çima Kobanî?

Çavên hovan li hemû bajarên Kurdan temaşe dikirin û bala wan bi taybetî li ser Kobanê bû, bajarê ku Rêber Abdullah Ocalan destpêkê jê derbasî Sûriyê bû û şoreşa 19’ê Tîrmehê lê gur bû. Çeteyên DAIŞ’ê dagirkirina Kobanê kirin armanca xwe û gotin “Em ê li Kobanê nimêja cejnê bikin”, lê armanca wan pêk nehat, nedizanîbûn ku Kobanê wê li hemberî wan bisekine û Kobanê gava yekemîn a berxwedana gelan e, xwestin şoreşa gel a ku ji Kobanê destpê kir ji holê rakin, lê nezanîbûn ku wê Kobanê bibe êşa xwînê ya di dilê wan de.

Kobanê ji aliyê erdnîgarî ve cihekî stratejîk bû, girêdana di navbera parêzgehên Efrîn û Cezîrê de bû û DAIŞ’ê dixwest Kobanê dagir bike, da ku vê têkiliyê qut bike, her wiha ji bo ku bigihîje sînorên Rojava û Bakurê Kurdistanê ji bo vê jî di destpêkê de xwest deriyê sînor bigire û gelê Bakur û Rojavayê Kurdistanê ji hev  veqetîne û bi rêya gelek belgeyan îspat bû ku dewleta Tirk di vê mijarê de bi awayekî xurt piştgiriya DAIŞ’ê kiriye.

Komên çete di 15’ê îlona sala 2014’an de li dijî gundên Kobanê êrişeke mezin dan destpêkirin. Di serî de komên çete ji eniya rojhilat û rojavayê bajêr ve dest bi êrişê kir. Di her êrişekî de, bi hezaran çeteyan cih digirt û vê jî kir ku çend gund ji destê şervanên YPG’ê bên derxistin. Li hemberî çekên giran ên DAIŞ’ê, di destê şervanên ku Kobanê diparastin de tenê çekên sivik û ferdî hebûn. Her wiha li dijî êrişa giran û berfireh a çeteyên DAIŞ’ê, şervanên YPG û YPJ’ê bi berxwedaneke bêhempa bersiv dan. Tevî lehengiyên mezin jî, şervanên kurd li hemberî çekên giran ên DAIŞ’ê neçar man ku xwe vekişînin navenda Kobanê.

Piştî berxwedana 20 rojan a li gundên Kobanê, çeteyan di 5’ê cotmeha 2014’an de Girê Miştenûrê yê li başûrê rojhilatê Kobanê ku li ser bajar serwer e, dagir kir. Piştre jî li navenda bajar şerê kolanan dest pê kir. Şerê bajar li ser sê lingan bû. Ya yekemîn, xeta parastinê ya ji bo pêşîlêgirtina pêşdehatina DAIŞ’ê ku di 8’ê cotmehê de dest pê kir. An ku 3 roj piştî dagirkirina Girê Miştenûrê, şer derbasî nava bajar bû.

Xetên parastinê

Di şerê li Qada Azadiyê de sînorek ji pêşketina çeteyên DAIŞ’ê re hate danîn û şervanên YPG’ê xetên xwe yên parastinê xurt kirin. Şervan roj bi roj, mal û kolan ji çeteyên DAIŞ’ê paqij dikirin û ev rewş heta 71 rojan dom kir. Piştre jî pêvajoya duyemîn ango şerê gerîlatiyê yê sîng bi sîng dest pê kir. Di vê çarçoveyê de şervanên YPG û YPJ’ê bi rêbazên kêmîn, çandina mayinan, sekvanî û êrişên cur bi cur komên çete hedef digirtin. Şervanan her ku çete derb dikirin, xetên xwe yên parastinê xurtir dikirin û êrişên çeteyan jî têk dibirin.

Pêngava Tolhildana Şehîdên Kobanê

Pêvajoya sêyemîn jî di 18’ê Mijdara sala 2014’an de ango di roja 94’emîn a berxwedanê de dest pê kir. Di wê rojê de Pêngava Rizgarkirina Kobanê ya bi navê ‘Tolhildana Şehîdên Kobanê’ dest pê kir. Bi vê pêngavê re jî di nava 40 rojan de Kobanê bi temamî ji çeteyên DAIŞ’ê hate rizgarkirin. Êdî hevsengiyên şer li Kobanê guherîn û rewşa heyî bi temamî guherî.

Çekên kîmyewî û balafirên bê mirov xistin dewrê

DAÎŞ’ê vê carê li Kobanê ku di 12’ê Îlona 2014’an de nekarî pêşde biçe, çekên kîmyewî bikar anî. Di êrişa bi çekên kîmyewî ya li ser gundê Evdiko de 3 şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) şehîd bûn. Dewleta Tirk a dagirkere bi Balafirên Bêmirov ên li herêmê liv û tevgera şervanên ku li herêmê li ber xwe didin dişopand û agahî ji çeteyan re dibir.

Serzûrî rê neda ku derbas bibin

Tevî êrişên bi çekên giran ên di şeva 14-15’ê Îlona 2014’an de jî destûr nehat dayîn ku çeteyên DAÎŞ’ê derbas bibin. Li wir 12 fedaîyên gelê Kurd hebûn. Bi çekên ferdî li hemberî tangan li ber xwe dan. Li gund 7 şervan hebûn, dest bi berxwedanê kirin. Piştre sê şervanên din jî ji bo anîna cebilxaneyê tevlî vê berxwedana mezin bûn. Du şervanên din jî ji bo tevlî vê berxwedana mezin bibin derketin rê. Tevî êrişên dijwar û bomberdûmanan, şervanekî xwe gihandiye wê derê, şervanê din jî dema hewl dida cebilxaneyan bigihîne eniyan şehîd bû. Di vê berxwedana ku 36 saetan dom kir de, rûpela yekemîn a serkeftina li dijî DAÎŞ’ê hate nivîsandin.

Rizgarkirina Kobanê

Şervanên YPG û YPJ’ê ku destanên lehengiyê nivîsandin, piştî berxwedana 134 rojan, di 26’ê çileya sala 2015’an de Kobanê ji çeteyên DAIŞ’ê bi temamî paqij kir. Li şûna ala reş, êdî li girên Kobanê ala kesk, sor û zer bilind bû. Her wiha zêdetirî 6 hezar çeteyên DAIŞ’ê li Kobanê hatin kuştin û gelek çete jî birîndar bûn.

Berxwedanê li hemû cîhanê deng veda

Di êvara 15’ê Îlonê de bi sedan çeteyên DAIŞ’ê bi tang û topan êriş birin li ser YPG/YPJ’ê yên li hemberî hemû êrişan li ber xwe didin. Şervanan li dibistana gundê ku lê bi cih bûbûn 24 saetan li dijî êrişan li ber xwe dan. Fermandarê Şervanan Rodî Efrînî bi rêya radyoyê peyama xwe ji fermandariya YPG/YPJ’ê re şand û got, “Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin û em ê nehêlin dijmin derbas bibe. Em dizanin ku em ê şehîd bibin, lê yên ku dê rêya me bimeşînin hene.”.  Ev biryardariya şervanan weke destpêka berxwedanê hate nirxandin. Berxwedana bi sedan bêşeng li Kobanê gihîştin asta şehadetê û fedayî yê bi taybet Arîn Mîrkan li hemû cîhanê deng veda.

Bi çalakiyên fedayî çete têkçûn

Komek şervanan bi serkêşiya şehîd Peyman Kobanê û Rodî Efrîn berxwedaneke dîrokî kirin û çalakiyên fedayî pêk anîn, şervanên ku xwe di dibistana Serzorê de bi cih giribûn, derbeyên gelekî giran li çetyan xistin. Piştî çalakiyên fedayî yên Serzorê, şervanên li cebheyên din jî bi rihê fedayê berxwedan kirin û çalakiyên fedayî li her aliyî pêk hatin. Ji 15 Îlûnê heta 5 Cotmeha 2014’an şervanan bi 10‘an çalakiyên fedayî kirin, di 5’ê cotmehê de çete gihiştin bajarê Kobanê, li girê Mişetnûrê şehîd Arîn Mîrkan çalakiyeke fedayî kir û bi 10’an çete kuştin,  van çalakiyên fedayî di rihê şervanan de hêviya serkeftinê da avakirin.

Bi peyama Rêber Abdullah Ocalan re berxwedan mezin bû

Ji ber ku êrişên 22’ê Îlonê bi hemû leza xwe berdewam kirin, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan got, “Ketina Kobanê tê wateya hilweşîna tevahiya Kurdistanê. Piştî nirxandina “Divê her kes li gorî vê rastiyê tevbigere” û banga ku mifteya çareseriya pirsgirêka Kurd Kobanê ye, Kurdan berê xwe dan Kobanê. Peyama Rêber Abdullah Ocalan ji bo berxwedêran moral bû, ev yek jî bû sedem ku hemû cîhan vê berxwedanê hembêz bike. Berxwedana Kobanê li tevahiya cîhanê deng veda, şervanan ji her çar perçên kurdistanê û ji kelek deverên cîhanê tevlî berxwedana Kobanê bûn.

Xwepêşandan piştgiriyek navneteweyî anî

Li gel peyama berxwedanê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li dijî hevkariya leşkerên dewleta Tirk û çeteyên DAIŞ’ê yên mil bi mil li ser sînor xuya kirin û li dijî gotina Serokê AKP’ê Tayyîp Erdogan a “Kobanê ket, wê bikeve” gel daketin qadan. Li gelek welatên cîhanê bi taybet li Tirkiyeyê li dijî Kobanê çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin. Piştî van xwepêşandanan û têkçûna DAIŞ’ê, hêzên hevpeymaniya navdewletî li hinek deveran tevlî şer bûn.

Têkçûna DAIŞ’ê

Li Kobanê berxwedana 134 rojan hat jiyîn. Kobanê di 26’ê Çileya 2015’an de bi saya berxwedanê bi temamî ji DAIŞ’ê hat paqijkirin. Ev encama li Kobanê têkçûna yekem a DAIŞ’ê bû. Li Kobanê bi sed hezaran kesên ji bawerî û gelên cuda berxwedan hembêz kirin û ji bo azadiyê têkoşiyan. Di berxwedana ku bi rojan dewam kir de hebûna şervanên jin bala her kesî kişand ser xwe. Tişta ku li Kobanê qewimî bû mijara stran, fîlm û belgefîlman.

Roja Kobanê ya Cîhanê

Bi bangawaziya bi hezaran kesî ku di nav de xwediyên Xelata Nobelê ya Aştiyê, akademîsyen, rewşenbîr, nivîskar û nûnerên saziyên sivîl ên çar aliyên cîhanê jî hene, ji bo piştgiriyê bidin vê berxwedanê 1’ê Mijdarê weke “Roja Kobanê ya Cîhanê” hat ragihandin. Gelê Kobanê jî bi berxwedana xwe ya li dijî DAIŞ’ê nîşanî gelên cîhanê da ku jiyaneke nû pêkan e. Di çarçoveya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê de her sal gel li her derê dadikevin qadan û vê berxwedanê silav dikin. Ji bo Kobanê herî kêm li 30 welat û bi sedan bajarên 5 parzemînan çalakî tên lidarxistin û êrişên li dijî gelê Kurd tên şermezarkirin.

Bûyerên Kobanê li Tirkiyeyê çawa dest pê kir?

Di mehên Îlon û Cotmeha 2014’an de bi dijwarbûna êrişên çeteyên DAIŞ’ê yên li hemberî Kobanê û banga berxwedanê re, li bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê çalakiyên piştgiriyê hatin lidarxistin. Piştî berxwedana Kobanê, li Tirkiyê pêvajoyeke cuda bi rêya darazandinê dest pê kir. Siyasetmedar ji ber çalakiyên Kobanê hatin darizandin û girtin. Hevserokên HDP’ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de 20 jê girtî 108 siyasetmedar bi îdiaya “Gel herikandin kolanan” bi sûcdarkirina “Yekîtiya welat parçe kirine” tên darizandin. Li gorî rayedaran, di bûyerên ku li 35 parêzgeh û 96 navçeyan di xwepêşandanên bi navê “Bûyerên Kobanê” de qewimîn, 37 kes jiyana xwe jidest dan û 761 kes birîndar bûn. Li gorî rapora Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) di navbera 7-12’ê Cotmeha 2014’an de li tevahiya welêt 46 kesan jiyana dane xwe ji dest.