Rojnameya Ronahî

Dengê jinê rûyê jiyanê ye: Jin TV

Ronaz Silêman/Qamişlo

Kenala Jin TV di 30`ê Hizêrana 2018`an de li Holendayê dest bi weşana xwe ya zindî kir. Nûçegihana Jin TV Loristan Derwîş diyar kir ku Jin TV bi deng û rengê xwe dîrok, rastî, têkoşîn û hebûna jinan derdixe holê û dengê jinên cîhanê ji bo raya giştî de belav dike.  

Kenala Jin TV di 8`ê Adara 2018`an de dest bi weşana testê kir û bi awayekî fermî di 30`ê Hizêrana 2018`an de bi dirûşma “Dengê jinê rûyê jiyanê ye” dest bi weşana fermî kir. Kenal Jin TV bernameyên xwe bi zimanê Erebî, Tirkî û hemû zaravayên Kurdî weşana xwe pêşkêş dike, navenda wê ya sereke li Ewropa (Holanda) ye. Kenal Jin TV weke yekemîn qenala li Kurdistan û duyemîn kenala li cîhanê ku bi destên jinan hatiye damezrandin. Kenala Jin TV ji bo bibe dengê resen ê hemû jinan li tevahî cîhanê xwe bi rêxistin kirin.

Di derbarê Kenala Jin TV nûçegihana Jin TV a beşê kurdî Loristan Derwîş ji rojnameya me re axivî.

Loristan Derwîş diyar kir ku ew ji sala 2019`an de di Kenala Jin TV de kar û xebatê nûçegehantiyê dike û wiha got: “Hilbijartina min ji Kenala Jin TV re ew e ku karekî xweser bi jinê ye. Jin TV îrade û kedeke mezin jêr divê, cûdayî kar giştî ye, ji ber wê min cihê xwe di nava Jin TV de dît. Jin TV kedeke mezin jêr pêwîste, bi taybet Televîzyoneke bi vî rengî ku jin bi tena serê xwe kar û xebatê rojnemevantiyê dide meşandin. Di nava Kenala Jin TV de helbet wê zehemetî hebe heger em bixwazin û nexwazin û bi taybet di sîstema Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê û sîstema di cîhanê tevahî ku jin bi tena serê xwe karekî bi vî rengî bike ev yek di dîrokê de pêk nehatibû. Berî Kenal me yek din girêdayî jinê hatibû avakirin lê wan nikarîbûn encamê bigirin, ji ber wê weşana xwe dewam nekirin. Lê niha Kenal Jin TV ya yekemîn di asta cîhanê de tê naskirin.”

‘Erkê Jin TV ku xwe bigîhine hemû jinan’

Loristan destnîşan kir ku Televîzyoneke bi vî rengî ku taybet bi jina be hêzeke mezin jêr pêwîste û wiha got: “Kesekî ku kenaleke taybet bi jinan bide meşandin hêza wan tinebû ji ber hêz ji vê yekê re divê. Kenala Jin TV zemetiyên ku di nav xwe de herî zêde dikşandin, ewbû ku mijarên wê di aliyê jin, çandî, hunerî û bi taybet di aliyê hizira jinê de ye. Ji ber jin bi hezarên salan hatiye çewsandin, bê maf maye, nikarîbû xwe îfade bike, zehmetiyê divî aliyî de dihatin kişandin, heta niha jî tundî li ser jinan heye ji bo wê em bi riya weşana xwe vê yekê ji hemû jinan re êşker dikin, da ku tevahî cîhan denê jinê bike. Herwiha piştî şoreşa Rojava ku ev 12 sal hatiye lidarxistin, heta astekê ev tundî û hişmendiya ku li ser jinan dihat meşandin kêm bûye. Êdî jin kare xwe îfade bike. Erka Jin TV ya sereke jinên ku hîn bi temamî negihiştine hizirên azad û ji desthilatdariyê xelas nebûye, hîn rastî desthilatdarî û işkenceyên tên, bi riya weşan û bernameyên xwe, xwe bighînin van jinan.”

‘Jin TV li Tevahî Cîhanê dibe dengê jinê’

Loristan Derwiş di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku Jin TV di 30`ê Hizêrana sala 2018`an de dest bi weşana zindî kir û wiha got: “Navenda sereke ya Kenala Jin TV li Holenda ya, beşên wê jî li tevahî cîhanê heye, herwiha navenda 2`emîn ku weşana zindî lê tê kirin li Rojava ye, wekî din jî beş û ekîbên me li her deverê hene, li Rojava li her deverê beşê me heye, herwiha li sûrî jî li Mesir û Tûnis nûçegehanên me hene li wir kar û xebatê didin meşandin, cihê din jî bi rêka van nûçegehan em xwe dighînin çalakî an mijar taybet. Wekî din navendinên girêdayî beşê ekî li Reqa, Tebqa, Şehba, Kobanê û ya bingehîn li kantona Cizîrê ye. li Bakur jî ekîba me heye û li Başûrê Kurdistanê navenda me heye. Kêm zêde heger em nikaribin xwe bighînin hin alanan, lê xebatên me lê tên meşandin û şopandina cihê ku xebat tê xwestin tê kirin. Li navenda kantona Cizîrê beşê Erebî û Kurdî zêde lê tê kirin, carnan ku alîkarî pêwîstbe ku tiştekî taybet çêkin û bişînin hevakrên xwe re kar tê kirin, carnan jî ji bo rewşên awerte jî em dikevin weşana zindî de. Herwiha navenda me ya sereke nûçeyên bi zimanê Kurdî, Tirkî û zoranî tên pêşkêşkirin. Navenda me ya Rojava jî weşana Erebî bi temamî dike û di nav re bernameyên kurdî ne. Ji bo ekîba me ya Bakur jî ramyariya wê hinekî cûdayî ya me ye ji ber nêzî 2 caran rastî êrişan hat, ji bo wê nikare her tiştê li wir bînin ser ziman. Di heman demê de Jin TV li Tevahî Cîhanê dibe dengê jinê.”

‘Jin TV heta astekê bandorek li ser jinên cîhanê daye avakirin’

Loristan Derwîş anî ziman ku Jin TV di nava salên xwe yên derbasbûyî de heta astekê serkeftî bû û wiha got: “Televzyona Jin TV dibe ku wek her beşekî ragihandinê rastî zehmetiyan bê, bi taybet ku tenê girêdayî jina ye, herwiha rewşa herêmê û bi taybetî ew jiyana ku jin di nav de dijîn radigihîne û ji bo azadiya jinan têdikoşe. Em cûda dikin ku di nava van salên derbasbûyî de kar û xebatên me roj bi roj bipêş dikeve. Em nikarin bêjin ku Jin TV guhertineke herî mezin daye avakirin û nikarin bibêjin ku di cihê xwe de maye, heyanî astekê Jin TV li ser asta cîhanê hatiye naskirin û bandorek daye avakirin. Pirî caran dema ji jinan re behsa Jin TV dibe dibêjin mala me ye, xwe xwediyê vir dibînin û gelek caran ji derveyî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê sipasî ji bo Kenala me hatî kirin ku ‘Jin’ bi tena serê xwe kar û xebatê dide meşandin. Herwiha di sala bûrî de jî êriş jî li ser erebeya Jin TV ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hat kirin ku di encama wê de xebatkarekî me şehîd bû û hevaleke me birîndar bû.”

‘Dengê Jinê Rûyê Jiyanê ye’

Nûçegihana Jin TV a beşê kurdî Loristan Derwîş axaftina xwe wiha qedan: “Ji bo pêşxistina Jin TV hewldanên me her tim hene ku kar û xebatê xwe berfirehtir bikin. Di şoreşa Rojava de jinên kurd heya astekê xwe naskirine lê hin alanên me yên rêzgarkirî, ên ku hîn bandora çeteyên DAIŞ li ser wan heye, em ji bo wê hewl didin ku bi riya danûstendin û siyaseta xwe ya rojnemavantiyê xwe bighînin wan jinana jî da ku rastî û jiyana van jinên ku di bin zilm û zor DAIŞ`ê de mabûn derxînin û karibin bi hev re kar û xebatê bidin meşandin. Kenal me ya jinê bi silogana ‘Dengê Jinê Rûyê Jiyanê ye’ dest bi kar û xebatê kir. Erka me ya sereke jî ew e ku li Tevahî cîhanê bi rêka weşana xwe encamekê bihînin jinan û xwe bighînin hemû jinan. Herwiha Jin TV bi deng û rengê xwe dîrok, rastî, têkoşîn û hebûna jinan derdixe holê û dengê tevahî jinê di raya giştî de belav dike. Herî dawî dixwazim vê bibêjim ji bo her jinekê jiyan dike li ser rûyê erdê, bera têkoşînê ji bo jiyana xwe bide meşandin.”