Rojnameya Ronahî

`Şehadet asta herî jor ya pîroziyê ye’

Hêvî Can/ Qamişlo

Di Kurdistanê de welatparêzî û fedkarî bê berdêl nabe, ji bo azadiyê bedêlên giranbuha têne dayîn. Her ciwaneke kurd navê şehîdekî radike û li ser xeta azadiyê têkoşînê dewam dike. Yek ji mînakên  lehengiyê li welatê Rojê Kurdistanê çêroka şehîd Zinarîn û birayê wê şehîd Zinar e.

Li her welatekî ku azadî nebe jiyan jî nabe, ji bo wê her dem gelê kurd di nava têkoşîn û berxwedanê de mezin bûye û bi vê dozê bi hezaran cangorî fedayî axa xwe kirin, Kurdistan ji bo her ciwaneke kurd ronahî û hêviye ,her wiha yek ji çîrokên lehêngan ku tê xwişk û bira ji bo azadiyê şehîd bûne, çîroka şehîd Zinarîn û birayê wê şehîd Zinar e.  

Ji bo rakirina tola xalê xwe tevlî YPJ’ê bû

Şehîd Zinarîn ku navê wê rastî Sûha Hemê ye, di sala 1999`an de li gundê Topiz yê girêdayî navçeya Amûdê ji dayik bûye, xwendina xwe ya seretayî li gundê Topiz qedandiye, piştî wê xwendina asta navîn li Dibistana Zehraa ya li bajarê Qamişlo bi awayekî serkeftî bi dawî kiriye.

Piştî şehadeta Xalê wê Zinar Qmişlo di sala 2016`an de, ji bo ku tola xalê xwe hilîne, Zinarîn tevlî nava refên YPJ’ê bû  û navê xwe yê tevgerî li navê xalê xwe yê şehîd kir Zinarîn.

Şehîd Zinarîn di karê xwe de pir birêxistinkirî û serkeftî bû, fedekar bû û hevalên wê pir jê hez dikirin. Herwiha her ku dem derbas bû hestên wê xurtir bûn û armanca wê ya sereke bû azadî. Şehîd Zinarîn piştî têkoşîneke mezin di sala 2019`an de dema êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser bajarê Serê Kaniyê şehîd bû.

Zinar di oxira doza gelê xwe de canê xwe feda kir

Birayê şehîd Zinarîn, şehîd Zinar ku navî wê yê rast Ciwan Hemê ye, di sala 2004’an de li gundê Topiz ji dayik bûye û di nava malbata xwe de bi jêhatîbûnê dihat nasîn. Şehîd Ziar jî navê xalê xwe yê şehîd rakir û di sala 2016’an de tevlî nava refên şoreşgerên Rojava bû û cihê xwe di nava  Hêzên Komandosê de girt. Zinar bi hezkirina hevalên xwe dihat nasîn û mirovekî fedekar bû. Di 27’ê Çileya 2022`yan de di encama şerê di navbera çeteyên DAIŞ ê û Hêzên Sûriya Demokratîk de Zinar Qamişlo li bajarê Hesekê di oxira doza gel, xak û azadiyê de şehîd ket.

Derbarê jiyana şehîd Zinarîn û Zinar de dayika wan Elham Şemdîn ji rojnameya me re axivî û wiha dest pê kir: “Ez xwişka şehîdekî bûm, lê niha ez dayika 2 şehîdan Zinar û Zinarîn im jî. Zinarîn keçeke pir serkeftî bû, di xwendina xwede pir jîr. Nêzî sal û nîvekê karê ciwanê şoreşger bi awayekî veşartî dikir bêyî ku mirovek jî nasbike, lê piştî şehadeta xalê wê Zinar Şemdîn di sala 2016`an de li bajarê Minbicê  karê xwe ji mere eşkere kir û xwest ku bide li pey şopa xalê xwe û tevlî refên YPJ bû, piştî sê salan ji kar û xebatên wê yên leşgerî sala 2019`an de nameyeke jê hat û di nameya xwe de pirsa rewşa me kir û piştre daxwaze kir ku dema şehîd bibe, gora wê li rex ya xalê wê be.”

Nameya berî şehadetê

Elham da zanîn ku piştî nameya wê bi çend rojan xebera şehadet wê hat û wiha domand: “Di encama êrîşên dewleta  tirk a dagirker de yên li dijî Serê Kaniyê  Zinarîn şehîd bû, lê ji ber ku cenazeyê wê nehat dîtin, xwesteka wê ya ku li kêleka xalê xwe bê oxirkirin bi cih nehat.”

`Wê çawa welat ne pîroz be ger me ewqas şehîd ji bo wê dane’

Dayika Ilham derbarê kurê xwe yê şehîd jî wiha got: “Kurê min bi temenê xwe yê biçûk riya xal û xuşka xwe şopand. Ciwan bi jîr û jêhatiyên xwe tê naskirin di xwendina xwe de pir serkeftî bû, xwendina xwe heta qonaxa navîn refa 9`an de bi dawî kiriye, di sala 2016`an de tevlî hêzên komandosê bûye soza tolhildana  xal û xwişka xwe daye û riya ku wan berdewam kir. Şehadeta Zinarîn pir bandor li zinar kir ji ber ku pir bi hev ve girêdayî bûn ji ber vê yekê Zinar wêneyê xwişka xwe li ser destê xwe dide deqandin lê ev yek negiha serî ji ber ku di encama  şerê di navbera hêzên QSD û çeteyên DAŞ’ê de li bajarê Hesekê di 26`ê Çileya 2022`yan de Zinar şehîdê 121’ê yê Girtîgeha Sînaa bû.”