Rojnameya Ronahî

Di tesfiyekirina jinên kurd de PDK’ê amûra dijmine

Deriya Çiya/Qamişlo

PDK’ê ji destpêka damezrandina xwe ve û heya roja îro, bi xiyanet û hevkariya xwe ya bi dijminê kurdan yên faşîst re tê naskirin. Herdem li kêleka dijmin cihê xwe girtiye û di tesfiyekirina têkoşerên kurd e ji dijmin re bûye amûr.

Destkeftiyên Rêveberiya Xweser a Rojava/Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi mejiyeke xurt a jinan tê avakirin û bi îradeyeke xurt a jinê tên parastin. Desthilatdariya PDK’ê ku nikare vê îradeyê bişkîne, çawa li welatê xwe qetlîamên jinan normal dibîne, dixwaze qetilkirina jinên pêşeng ên gelê Kurd jî normal bike. Asta ku têkoşîna azadiya jinê gihîştiye ewqas xurt e ku faşîst Erdogan û hêzên din ên Kapîtalîst bi hev re di nava hevkariyeke li dijî şoreşê de ne, ji ber ku ji têkoşîna azadiya jinê ditirsin ku li hemberî hebûna wan ya serdest a mêr rawestin.

Siyaseta PDK’ê

Ev demeke dirêj e li dijî  Tevgera Azadiyê bi hevkariya PDK’ê û Tirkiyeyê şerekî dijwar tê meşandin. Ji bo kiryarên PDK’ê werin rewakirin gotinên PDK’ê mecbûr dimîne ku alîkariya dewleta tirk bike tê bilêvkirin. Lê mixabin ev nirxandin têra vegotina rastiyê nake. A rast ew e ku PDK’ê bixwe dixwaze Tirkiye li hemberî Tevgera Azadiyê şer bike û bi ser bikeve. Dixwaze hemû tevgerên kurd tune bibin û ew bi tenê bimîne. Wisa dihesibîne ku heke PKK’ê têk biçe dê qad jê re bimîne.

Ji dîroka PDK’ê diyar e ku ew ji bilî xwe li Kurdistanê qet tu hêzeke din naxwaze. Lewma ji bo tevgerên din tune bike hertim bi dewletên dagirker re hevkarî kiriye û ketiye nav komployên qirêj. Gelek siyasetmedar û şoreşgerên kurd qetil kirine. Niha jî bi hevkariya dewleta tirk dixwaze li ser Kurdistanê hakimiyeta xwe bide avakirin. Li gorî xwe dibêje ku ew dewletên dagirker ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne. Navê hevkariya li ser tesfiyeya Tevgera Azadiyê kiriye ‘dîplomasî’. Kuştin û radestkirina şoreşgeran jî wekî ‘serkeftina dîplomsiyê’ bi nav dike.

Hevkariya PDK’ê bi MÎTa Tirk re

PDK’ê tû car şoreşa Rojava ne pejirand û bi tû şewa hezim nekir. Şoreşa Rojava weke parîyekî di qirika PDK’ê de maye û nikarê daqurtîne. Ji bo şoreşa Rojava sernekeve destkeftiyên heyî nekeve destê gelê Kurd e, PDK-Mesût Barzanî hemû rê û rêbazên qirêj bi hevkarî ya AKP’ê rê li hember gelê Kurd ji bo berjewendiyên xwe bi kar anîn.  Niha em dibînin ku li hember tekoşîna azadiya gelê Kurd PDK’ bi DYA û AKP’ê rê di nav hevkariyek paralel de li ser gelê Kurd û li ser Kurdistanê dijberiya xwe eşkere kiriye. Di rastiyê de ev dijberî ne bi kolandina xendekên ku di navbera Başurê Kurdistan û Rojavayê Kurdistan de hatin çêkirin destpêkiriye. Bi salan ev dijbertî li hemberî tevgera azadiyê heye. Cih cih ev dijbertî derdiketiye holê lê belê bi şêweyek veşartî her dem li hember berjewendiya azadiya gelê Kurd û Kurdistan’ê tevgera xwe meşandine. Ji ber ku tu carî nikarî ye xwe ji hêzên hegomonîk rizgar bike.  Eger xwe ji hêzên hegomonîk rizgar bike û berjewediyên gelê Kurd û gelê Kurdistanî bingeh bigire wê demê berjewendiyên malbatî, berjewediyên kesî yên ku piraniya xwe li ser kirîn û firotin, îqtîsadî (firotina Kurdistanê) ye. PDK’ê her dem di astekê de daxwazên hêzên hegomonîk, daxwazên neyarên Kurdan yek bi yek pêk aniye.

Hêzên tarî yên girêdayî Tirkiyê

Kesên ku bûn sedema qetilkirina jinên wekî Rosa, Sakîne, Sêvê, Nagihan, Evîn Goyî û Denîz Poyrazan car din li Kerkukê rûyên xwe nîşan dan. PDK’ê her tim van kiriyarên xwe yên qirêj li dijî jinên kurd yê şoreşger dide meşanid. Çi li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, çi li Başûr û çi li deverên din, tundiya şermezarkirina tiştên ku li ser pêşengên jin, şoreşger û azadîxwazên jin tên kirin, bi taybetî li Başûrê Kurdistanê ku bûye qada xiyanetê, sûcên li dijî gelê Kurd tên kirin. Dewleta Tirk a faşîst û kujerê jinan bi qetilkirina siyasetmedara şoreşger a Kurd Feryal Silêman Xalid li Kerkûkê careke din rûyê xwe yê bi xwîn nîşan da. Rejîma faşîst a Partiya Dad û Geşepêdanê û Tevgera Netewî ku bûye bela serê cîhanê, bi taybetî ji sala 2013’an û vir ve bi hedefgirtina her sê têkoşerên Sakina Cansiz, Fîdan Dogan, li dijî gelê Kurd komkujiyan didomîne. Û Leyla Çalmez di 9’ê Mijdara wê salê de li paytexta Fransa Parîsê, heta… Îro li Ewropa, Bakur, Başûrê Kurdistanê û Rojava bi dehan jinên şoreşger, siyasetmedar û têkoşer şehîd bûn.

Du jinên ku vê dawiyê bi destê PDK’ê hatine qetilkirin

Nagîhan Akarsel

Nagihan Akarsel rojnamevan, akademîsyen û parêzvana mafên jinên Kurd bû. Demeke dirêj rojnamegerî û nivîskarî kir, ji ber tevlêbûna xwe ya di nava xebatên azadiya jinên Kurd de, bi salan di girtîgehê de ma. Li Rojava xebatên perwerdeyê di warê Jineolojî, zanista jinan de pêş xist û li Şengalê jî lêkolînên meydanî li ser rewşa jinan piştî qirkirin û kuştina jinan ji aliyê “Dewleta Îslamî” (DAIŞ) ve kir. Herî dawî li Navenda Lêkolînên Jineolojiyê bi jinên Başûrê Kurdistanê re xebitî.  Nagihan Akarsel di 4’ê Cotmeha 2022’an de li ber mala xwe ya li Silêmaniyê bi 11 guleyan ji aliyê PDK’ê ve hat kuştin.

Zelal Zagris

Siyastmedar û şoreşger Zelal Zagros bi navê rastî Ferîal Silêman Xalid, di sala 1975’an de li bajarê Hesekê di malbateke welatparêz de mezin bû û xwedî mîraseke mezin a têkoşînê ye. Hevala Zelal li çiyayên Kurdistanê bigire heya qadên welat û derveyî welat li her derê kar û xebat daye meşandin. Gelê Kurd û jinek li ku derê bûye hevala Zelal li wir kar kir û Gelê Kurd hembêz dikir. Di 18’yê Çileya 2024’an de li ser rêya Kerkukê li ber dibistanekê  bi 8 guleyan ji aliyê hêzên tarî yên girêdayî dewleta Tirk ve hat qetilkirin.