Rojnameya Ronahî

Der barê peyvsaziya kurmancî de … çend têbînî

Kemal Necim

Bi geşbûn û berferehbûna nivîsîn û derbirîna bi kurmancî, her wiha pêşketina tevgera weşangerî û wergerê û pirbûna alavên ragihdndinê û peydabûna navendên lêkolîn û lêgerînê bi zimanê Kurdî (kurmancî), mijara peyvsaziyê dikeve rojeva daner û nivîskarên bi Kurmanciyê. Nivîskar, wêjevan, lêkolîner, wergêr rexnergêr û xwendekarên dibistan û zanîngehan di peydakirina termên wêjeyî û zanistî û felsefî de zehmetî û azaran dikşînin.

Tê gotin ku peyvsazî yan jî (Termînolojî) kilîda zanistan e. Bi pêşketina zanistan û ramanê re êdî pêdiviya zimanan bi peyvên nû ku karibin wateya wan zanistên nû derbirînin, çêbû.

Zanista peyvsaziyê angoTermînolojî di nîvê pêşîn ê sedsala hejdehan de derketiye û ji hêla zimannasan ve zagonên wê hatine danîn û danasîn, û ji ber pêwîstiya wê ya wêjeyî ew zanist berfireh bû heta ku giha asta navneteweyî û di enstîtu û zanîngehan de hate xwendin. Termînolojî ziman li gorî hewcedariyan pêş dixe û termek nû çêdike. Ji xwe zimannasan metod û rêbaz û awayên daraştin û çêkirina peyvên nû jî peyda kirin.

Li piraniya welatên cîhanê sazûmana vê zanistê hatiye avakirin û pisporên wê hatine erkdarkirin û sal bi sal li gorî geşedan û pêşketin û guherînên zanistî û wêjeyî term û peyvên nû dariştine û tevlî nava ferhenga zimanê xwe kirine. Lewma ew bi hêsanî dikarin zimanê xwe di hemû beşên sanist û raman û wêje û felsefeyê de bikar bînin.

Lê mixabin ji bo zimanê Kurdî (Kurmancî) rewş ne wiha ye û di mijara peyvsaziyê de nivîskar û danerên kurd bi arîşeyeke mezin re rû bi rû dimînin.

Ta niha li devereke kurdistanê yan jî li derveyî Kurdistanê saziyeke ku mijûlî zanista peyvsaziyê bibe tune ye. Lewma ferhenga Kurmanciyê li paş pêşketinên serdemê maye. Dibe ku ev rewş ta radeyekê ji bo helbestvanekî yan çîroknivîsekî nebe asteng, ku ew dikarin pala xwe bidin bîrdanka civakê û ferhengên li ber destan hene. Lê dema ku mijar bibe zanist û raman û felsefe dê xuya bibe ku em li pêşberî arîşeyeke mezin in.

Ev kêmasiya heyî bi xwe re hin rewşên din ên xerab anîne. Weke ku pir kes ji ber ku hinekî rêzimana kurdî dizanin, xwe kirine zimanzan û xwe toşî nava zanista peyvsaziyê dikin û di encamê de peyvên sosret û berbat saz dikin û tavêjin nava ferhengê. Bê guman nebûna saziyeke peyvsaziyê rewşeke xerab e, lê ya jê xerabtir ku kesên ne pispor û pîvan û metod û rêzikên peyvsaziyê nizanin xwe bikin ferhengnas û zimanê me tarûmar bikin.

Nivîsîn û derbirîn û daneriya bi kurmanciyê her biçe wê zêde û berferh bibe, li gorî wê pêdiviya ziman bi peyv û termên nû jî dê zêde bibe. Di rewşeke wiha de pir girîng e ku zanista peyvsaziyê ya kurmanciyê bi pergal û sazî bibe, her wiha pir girîng e ku zanista peyvsaziyê weke beşekî perwerdeyê li dibistan û zanîngehan were avakirin û pisporên vê zanistên bêne amadekirin. Eger wiha nebe tê danerên Kurd neçar bimînin termên zimanên din ên cîhanî yan ên herêmî têkilî nava zimanê Kurdî bikin, ev jî bi demê re dê ferhenga Kurdî qels û şêlo bike.