Rojnameya Ronahî

Koma Hewar û dîroka zêrîn a şanoya Kerkûkê

122 salin şano û xelkê Kerkûkê hev nasdikin. Ti rewş û buyeran nekariye zindîbûna navbera xelkê Kerkûkê û şanogeriyê de tune bike. Koma şanoyê ya Hewar di nava vê dildariyê de ava bû ku bi salane di festîvalên şanogeriyê de xelatên herî baş kom dike.

Di sala 1921’an de Înglîzan bi taybet piştî dagirkirina Kerkûkê, şanoyê anîn Kerkûkê. Piştre Înglîzan kompanyayên neftê anîn Kerkûk û taxa Erefê. Ji ber hejmara zêde ya leşkerên artêşa Înglîzan û karmendên wan, sehneyek ji bo şanoyê û qehwexaneyek ji bo derbaskirina dema xwe ava kirin.

Serpereşyarê Koma Şanoyê ya Hewar Hunermend û Şanoger Nejad Necim derbarê mijarê de ji Rojnews’ê re axivî.

Nejad Necîm wiha dest bi axaftina xwe kir: “Di sala 1930’an de li ser Kelha Hewlêrê şano hate nîşandan. Yek ji hunermendên Kurd ku wê demê dest bi karê şanoyê kirî Nûr Huner bû ku hem mamosta hem jî wênekêş bû. Di sala 1970’an de koma şanoyê ya bi tecrûbe ku xwedî dîrokek zelal bû hate avakirin. Koma şanoyê ji şanoger Selman Fayeq, Cîhad Dilpak, Hisên Misrî, Elî Kerîmî, Dr Fazil Caf, Xelîl Zengene, Mehdî Umêd pêk dihat. Heman salê de li Bexdayê şanoyek nîşan didin û xelata herî baş ya pêşandanê girtin.”

Di sala 1990’an de ji ber ambargoyên li ser Iraqê şano li bajarê Kerkûkê ber bi lewazbûnê ve çû, ev yek heta pêvajoya azadbûna Iraqê di sala 2003’yan de berdewam kir.

Piştî 2003’yan qonaxek nû destpê kir

Di sala 2003’yan de piştî pêvajoya siyasî ya li Iraqê, qonaxek nû ji bo şanoya Kudî destpê kir. Heman salê de Peymangeha Hunerên Ciwan hate vekirin. Ev yek weke ‘werza zrîn ya koma şnoyên Kerkûkê’ tê nasîn. Koman bi berdewam çalakiyên hunerî lidardixistin û gelek pirtûk çapkirine. Bi vî awayî heta êrişa çeteyên DAIŞ’ê ya sala 2014’yan di astek gelek baş de bûn.

‘Keçên welat ên hatîn firotin’

Di sala 2014’an de yekem xebata şanoyê ya komê bi şanoya ‘keçên welat ên hatîn firotin’ hate nîşandan. Şano qala êşên keçên Êzidî di dema çeteyên DAIŞ’ê êrişî wan dikin û ji bo kirîn û firotinê direvînin welatên Ereb de, kişandîn dike. Di heman salê de ji aliyê koma şanoyê ya Huner ve festîvalek a şanoyê bi navê ‘Festîvala Kerkûkê ya Şanoyên li Kolanê’ hate ragihandin. Ev Festîval piştre bû Festîvalek Navneteweyî. Her sal li gel komên şanoyên her çar beşên Kurdistanê ji welatên Ereb jî beşdarî Festîvalê dibin û gelek xelat tên dayîn. Heta niha 7 caran Festîval hatiye lidarxistin.

Di sala 2014’yan de Hewar hate avakirin

Serpereşyarê Koma Şanoyê ya Hewar, Nejad Necîm di dewama axaftina xwe de derbarê destpêkirina karê şanoyê û avakirina koma şanoyê ya Hewar de axivî û wiha domand: “Piştî avakirina Peymangeha Hunerên Xweşîk ya Kerkûkê, me ji sala 2011 heta sala 2014’yan di komên cuda cuda de karê xwe kir. Di nava vê demê de li gelek bajarên Iraq, Rojhilatê Kurdistan û Bakurê Kurdistanê şano pêşkêş kir. Di sala 2014’yan de me biryar da ku koma şanoyê ya Hewar ava bikin. Ev yek jî di demek wiha de bû ku Iraq û Herêma Kurdistanê di nava gelek qrîzan de bûn. Di dema ragihandina avakirina komê de Rojnews piştgiriyek mezin kir û hemû çalakiyên komê şopand û parve kir.”

‘Hewar jiyana xwe dabû şanoyê’

Nejad Necîm destnîşan kir ku navê komê bi navê lîstîkvanek jin a bi navê Hewar hatiye binavkirin û wiha anî ziman: “Di komên şanoyên din ên Kerkûkê de hunermendên jin ên beşên din hebûn, lê Hewar hemû jiyana xwe ji bo şanoyê feda kiribû da ku jinên din jî teşwîq bike ku werin komê û dest bi karê hunerê bikin. Ji bo wê me biryar da ku navê komê bikin Hewar, lê mixabin heta niha jî Hewar tekane jina li Kerkûkê li ser dîkê ye. Ji bilî wê dema pêwîstiya komên din bi jinekê hebe ku rol bileyîze alîkariya hemû komên din dike. Hewar ji bo şano, Kerkûk û komê dîrokek giringe.”

Dema zêrîn a Koma Hewar

Hunermend Nejad ‘Festîvala Şanoya Kolanê’ wek deriyê yekem ê navneteweyî yê koma Hewar bi nav kir û wiha pê de çû: “Destpêkê me li ser asta Kerkûkê Festîval lidarxist û li pey wê li ser asta Kurdistanê û hemû Iraqê belav bû. Piştî wê jî bû navneteweyî. Piştî sala 2014’an Piştî sala 2014ê perwerdeya Kerkûkê mezûnên zanîngeh û peymangehan tayînkirin.”

Koma Hewarê di dema borî de bi performansa kolanê beşdarî Festîvala Şanoya Navneteweyî ya li Misirê bû. Piştî wê ji Tunisê têne vexwendin ku beşdarî şanoyekê bibin û xelatên zêr û yên herî baş distînin. Her wiha wê li ser asta 17 welatan beşdarî şanoyên di salonan de bibin.

Xebata herî dawî ya koma şanoyê ya Hewar ‘Tisunamî Gorewî’ ye ku li gorî Nejad Necîm dibêje ji bo vî karî bi perwerdeyê ve mijûlin. Her wiha wek ew bi xwe gotî, lîstikeke komedî ye ku çar karekterên sereke û herwiha komek muzîk û dîlanê tê de cih digirin.

Li gor hin çavkaniyan, beriya zêdetirî du hezar sal yekem şano hatiye nîşandan. Li Iraqê jî yekem car şano di sala 1892’yan de hatiye nîşandan. Li ser asta Kurdistanê jî Helbestvan Goran yekem kes bû ku zaravayê ‘şano’ di helbesta cîlewey şano û dîwana firmêsk û huner ya di sala 1950’yan de bikaraniye.

Bi salane hunermendên Kurd li tevayî bajarên Herêma Kurdistanê daxwaz ji hikûmeta Herêmê dikin ku giringiyê bi şanoyê bidin û salonên taybet û pêdawîstiyên şanogeran peyda bikin. Lê ji ber xemsariya hikûmetê hunermend bi gazindin û diyar dikin hikûmet ti giringiyê bi hunerê bi taybetî jî bi şanoyê nade.