Rojnameya Ronahî

Tekoşîna jinê tekoşîna azadiyê ye

Deriya Çiya/Qamişlo

Şoreşgera Kurd Firyal Silêman Xalid. Bi nasnav Zelal Zagros di 18’yê Çileya 2024’an de li ser rêya Kerkûkê li ber dibistanekê bi 8 guleyan ji aliyê hêzên tarî yên girêdayî dewleta Tirk ve hat qetilkirin.

Destkeftiyên Rêveberiya Xweser a Rojava/Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hişmendiyeke xurt a jinan tê avakirin û bi vîneke xurt a jinê tê parastin. PDK’ê û bi hevkariya Tirkiyê ku nikare vîna jina azad bişkîne, bi hevkariya dagikeriya Tir pêşengên civakê û di serî de jinan qetilbike û civakê çavtirsandî bike. Asta ku têkoşîna azadiya jinê gihîştiye ewqas xurt e ku faşîst Erdogan û welatên din ên Kapîtalîst-Emperyalîst bi hev re di û li dijî şoreşê di nava hevkariyêde ne. Ji ber ku ji têkoşîna azadiya jinê ditirsin ku li hemberî hebûna wan ya serdest a mêr raweste û wan bê bandor bike. PDK’ê bi hevkariya xwe bi dagirkeriya Tirk re xiyanetê li gelê xwe dike û bi van kiryarên xwe hevrêziya kurdî parçe – parçe dike. Şehîd Firyal Silêman Xalid jî yek ji wan jinên ku bi destê PDK’ê û dagirkeriya Tirk hatiye kuştin.

Meşa têkoşînê ya şehîd Zelal

Têkoşera azadiyê ya  Zelal Zagros ku navê wê yê rast Ferîal Silêman Xalid e, di sala 1975’an de li bajarê Amûdê ji dayîk bûye, di malbateke welatparêz de jiyaye û bi belavbûna remanê tevgera azadiyê  naskirina xwe ji bo tevgera azadiyê çêdibe. Weke jinekê her ku dem derbas bû rihê welatparêziyê pê re xurt dibû. Bi taybet wek jinekê di lêgerîna xwe ya azadiyê de tevlî nava refên PKK’ê dibe. Heval Zelal di nava tevgerê de wek jineke pêşeng a kurd, milê wê yê neteweyî lipêş bû. Ji ber vê jî di jiyana xwe de jî wek jineke ku bi naskirina xwe ji fikir û felsefeya Rêber Apo re hembêz dike û tevlî têkoşîna azadiyê dibe.

Hevala Firyal bi navê xwe yê din Zelal Zagros di nava têkoşîna azadiyê de ku bi ciwantî dest pê kir û heya dema ku şehîd ket, bê navber têkoşîn dikir. Zelal 31 salên ji bo gel û jinan bê navber li hemberî hemû zor û zehmetiyan li ber xwe dida û têkoşîn dikir.

Cihê Kurd lêbûn cihê têkoşîn û xebatê didît

Zelal ji çiyayên Kurdistanê her qadên welat û derveyî welat li her derê kar û xebat daye meşandin. Gelê Kurd û jinek li ku derê bûye hevala Zelal li wir kar dikir û Gelê Kurd hembêz dikir. Bi taybet li welatên xerîbiyê, Ermenistanê têkoşîn kir û bi salan li wê qadê jî kar daye meşandin. Di pêvajoyeke wiha de qetilkirina jina şoreşger û pêşeng dide diyarkirin ku hişmendiya faşîst çi qas ji jinên bi hêz û zana û yên xwedî felsefe û bîrdoziya Rêber Apo xwe dagirtiye û ketiye riya azadiya jinên herêmê û cîhanê ditirse û her tim dixwaze wan ji holê rake. Zelal li hember DAIŞ’ê jî şer kir û dijminê jinan û mirovahiyê bê dudilî bi ser de çû û têk bir.

Ji ber vê yekê ji her jinekê tê xwestin ku xwedî li têkoşîna azadiyê derbikeve û xwe ji bandorên hişmendiyên serdest rizgar bike. Her jineke ku lêgerîna wê ya azadiyê hebe pêwîste ku dengê xwe li hemberî hişmendiya kujera jinan bilind bike. Ji ber ku hevala Zelal di têkoşîna xwe ya azadiyê de ne tene ji bo jina kurd, lê ji bo hemû jinan têkoşîn kir. Taybet bi destpêka şoreşa jinê ya Bakur û Rojhilatê Suriyê re her tim di nava tekoşînê de bû û kedek wê ya bê hempa hebû. Bi zanekirina jinên ereb û hemû jinên ku li ser axa mezopotamiya jiyan dikin, wisa kar dikir ku her jinek ji bo bigihêje azadiya xwe, xwe nasbike û bibe ya xwe. Di heman deme de jî li başûrê Kurdistanê jî heman kar da meşandin.

Zelal di hemû jiyana xwe de ji bo ku rastiya zihniyeta ku jinan dikuje derxîne holê û li hemberî wê jî rêxistin û vîna jinê derxîne pêş têdikoşiye. Jina têkoşer ji bo wê derbasî Başurê Kurdistanê dibe û ji bona ku hevditinên xwe bi hemû rêxistinên jinên li Başurê Kurdistanê re bike dikevê nava tevgerê de. Zelal jî dibêje pêwîste hemû jin xwe bi rêxistin bikin û yekitiya xwe xurt û avabikin. Zelal heya kêliya ku hate qetilkirin têkoşîna xwe didomand.

Hêzên tarî yên girêdayî Tirkiyeyê

Kesên ku qetilkirina jinên wekî Rosa, Sakîne, Sêvê, Nagihan, Evîn Goyî û Denîz Poyrazan car din li Kerkûkê rûyên xwe nîşan dan. Firyal Silêman Xalid, di 18’yê Çileya 2024’an de li ser rêya Kerkûkê li ber dibistanekê bi 8 guleyan ji aliyê hêzên tarî yên girêdayî dewleta Tirk û bi destê PDK’ê hat qetilkirin. Ew hêzên ku dema Fîryal Silêman Xalid ji bajarê Hesekê ber bi Kerkûkê ve dihat, li dijî wê sûîqast pêk anîn.

Piştî bihîstina nûçeya qetilkirina şehîd Zelal Zagros ku bi sed hezaran kes ew nasdikir û taybetmendiyên şoreşgerî û ezmûnên rêxistinî jê standibûn, gelekî bi şehadeta wê bandor bûn. Çi li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, çi li Başûr û çi li deverên din, tundiya şermezarkirina kiryarên ku li ser pêşengên jin, şoreşger û azadîxwazên jin tên kirin, bi taybetî li Başûrê Kurdistanê ku bûye qada xiyanetê û gelek sûcên dijmirovî li hemberî jinê têne kirin. Dewleta Tirk a faşîst û kujerê jinan bi qetilkirina siyasetmedara şoreşger a Kurd Feryal Silêman Xalid li Kerkûkê careke din rûyê xwe yê bi xwîn nîşan da. Rejîma faşîst a Partiya Dad û Geşepêdanê û Tevgera Netewî ku bûye bela serê cîhanê, bi taybetî ji sala 2013’an û vir ve bi hedefgirtina Sakina Cansiz, Fîdan Dogan, li dijî gelê Kurd komkujiyan didomîne. Leyla Çaylemez di 9’ê Mijdara wê salê de li paytexta Fransa Parîsê, heta… Îro li Ewropa, Bakur, Başûrê Kurdistanê û Rojava bi dehan jinên şoreşger, siyasetmedar û têkoşer şehîd bûn.