Tuesday, June 10, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Di sala 2023’an de 9 hunermendên Kurd ên navdar koça dawî kirin

24/01/2024
in Uncategorized
A A
Di sala 2023’an de 9 hunermendên Kurd ên navdar koça dawî kirin
Share on FacebookShare on Twitter

NAVENDA NÛÇEYAN

Di sala 2023’an de hejmarek ji hunermendên Kurd ên navdar ku di belavkirin û zindîkirina çand û hunera Kurd de rol leyîstîn Tahîr Xelîl, Beyto Can, Omer Çawşîn, Solaf Şeyda, Hadî Mehmûd, Şukir Xeyat, Cîhanbexş Hewramî, Dalya Murad û Dênê Bekir koça dawî kirin.

Di nava îsal de 9 hunermendên Kurd ên navdar ku di belavkirin û zindîkirina çand û hunera Kurd de rol leyîstîn koça dawî kirin.

Ew hunermend evin:

– Tahîr Xelîl di sala 1956’an de li bajarê Bokan a Rojhilatê Kurdistanê ji dayîkbûye. Di temenê 15 salî de dest bi stran gotinê kiriye û di 26’ê Mijdara îsal de di temenê 67 salî de li Silêmaniyê koça dawî kir.

– Omer Çawşîn di sala 1942’an de li taxa Goyje ya bajarê Silêmaniyê ji dayîkbûye. Di sala 1967’an de di sala 1967an de dibe endamê Koma Lîstikvaniya Silêmaniyê û dibe yekemîn lîstikvanê mêr ku rola jinekê dileyîze. Di 15’ê Çileya îsal de di temenê 81 salî de li bajarê Silêmaniyê koça dawî kir.

– Beyto Can di 1’ê Çileya sala 1955’an de li Farqîna Amedê ya Bakurê Kurdistanê çavê xwe li cîhanê vekir. Beyto Can di Darbeya 12’ê Îlonê de dikeve zîndanê û bi 15 sal cezayê girtîgehê tê cezakirin, piştî 6 sal û 5 mehan di girtîgehê de dimîne di sala 1987’an de tê berdan. Beyto Can di 12’ê Îlona îsal de li Stokholmê di temenê 68 salî de koça dawî kir.

– Hadî Mehmud di sala 1970’an de li taxa Sabunkeranî ya Silêmaniyê ji dayîk dibe û di 30’ê Nîsana îsal de di temenê 53 salî de koça dawî kir.

– Dalya Murad di sala 1975’an de li bajarê Silêmaniyê ji dayîk dibe û di sala 1996’an de beşa şêwekarî ya Peymangeha Hunerên Ciwanekan temam dike. Di sala 1999’an de pêşengeha xwe ya yekemîn li Hola Muzexaneya Silêmaniyê pêşkêş dike. Di 31’ê Cotmeha îsal de ji ber nexweşiya penceşêrê koça dawî kir.

– Cîhanbexş Hewramî di sala 1936’an de li Newsud a Rojhilatê Kurdistanê jidayîk dibe û di 3’ê Mijdarê de di temenê 87 salî de koça dawî kir.

– Solav Şeyda di sala 1986’an de li bajarê Silêmaniyê ji dayîkbûye. Di sala 1994’an de dest bi karê hunerî dike. Solav Şeyda di 17’ê Tîrmehê de di temenê 37 salî de ji ber nexweşiya penceşêrê li bajarê Silêmaniyê koça dawî kir.

– Şukir Xeyat di sala 1940’an de li gundê Qelxanluw ya navçeya Dawê ya li Germiyan ji dayîkbûye. Navê wî Şukir Mihemed Qadire. Ji ber pîşeyê wî wek Şukir Xeyat (kesê cilan didirûn) tê nasîn. Şukir Xeyat di şeva 18’ê Tebaxa îsal de di temenê 83 salî de li Hewlêrê koça dawî dike.

– Dênê Bekir di sala 1976’an de li Silêmaniyê ji dayîkbûye û wek aktor di gelek berhemên hunerî de cih girtiye. Her wiha Rêveberê Sînemaya Silêmaniyê bû. Di 10’ê Gulanê de di temenê 47 salî de koça dawî kir.

Post Views: 66
ShareTweetPin

Herî Dawî

Cejna Heciyan
QUNCIK NIVÎS

Cejna Heciyan

09/06/2025
Kurd aştiyê dixwazin
QUNCIK NIVÎS

Rêveberiya Xweser pirrengiyê diparêze

08/06/2025
Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.