Ayşa Silêman/ Qamişlo
Rêveberê Stasiyona Elekitrîkê ya Kantona Cizîrê Ibirahîm Yûsiv diyar kir ku armanca dewleta Tirk ji êrîşan qirkirin û şikandina îradeya gelên herêmê ye, her wiha dagirkerî dixwaze bi rêya van êrîşan pirojeyên Rêveberiya Xweser yên demokratîk têk bibe.
Dewleta Tirk a dagirker di êrişên 12’ê Çileya 2024’an de 6 stasiyonên elekitrîkê hedefgirtin, li Kobanê du caran êrîş kir û encama vê êrîşê 400 gundên Kobanê bê elekitrîk man, li Eyîn Îsa encama êrîşa ku li ser stasiyona wir hatî kirin 150 gund bê elekitrîk man, li Qamişlo jî ji sedî 60 bajar bê elekitrîk ma, li Amûdê jî bajar û 90 gundên wê man bê elekitrîk, li Tirbespiyê jî bajar û 190 gundên wê di encama van êrîşan de man bê elekitrîk û her wiha Dirbêsî û bajarê Dêrikê jî Elekitrîk li ser wan qut bûn.
Di derbarê êrîşên Dewleta Tirk a dagirker yên li ser binesaziya herêma bakur û rojhilatê Sûriyê û bi taybet hedefgirtina stasyonên elektirîkê Rêveberê Stasiyona Elekitrîkê ya Kantona Cizîrê Ibirahîm Yûsif ji Rojnameya me re axivî.
Amanc ji êrîşên dewleta Tirk
Ibirahîm Yûsif diyar kir ku dewleta Tirk binesaziya Herêmê hedefdigre û bi hemû awayan hewil dide zirarê bighîne gel, da ku gel ji herêmê derkeve û koçberî zêde bibe, her wiha herêm vala bibe û dagirkeriya Tirk çeteyên xwe bi cih bike di herêmê de weke ku çawa li Efrîn û Serêkaniyê de vê yekê pêk tîne û wiha got: “Cihên ku dewleta Tirk ji xwe hedgef digre rojane gel pêwîstiyên xwe bi riya wan pêk tîne, her wiha di van demên dawî de stasiyonên elekitrîkê jî hedef digre û elekitrîk yek ji girîngtirîn pêwîstiyên civakê ye, ji ber ku herger elekitrîk nebe firnegeh kar nakin, sitasiyonê avê jî karnakin, aşên ku arid çêdikin jî nikarin kar bikin, bi riya van êrîşan re gel rastî van astengiyan tê, lê tevî vê yekê jî vîn û îradeya gelê kurd xurt e.”
Cihên ku hatin hedefgirtin
Ibirahîm Yûsiv berdewamî da axaftinên xwe û wiha got: “Cihên ku dewleta Tirk di van her du rojên dawî hedefgitine; stasiyona elekitrîkê ya bajarê Amûdê, stasiyona elekitrîkê ya kembera bakur ya li aliyê Qamişlo, stasiyona elekitrîkê ya Tirbespiyê, torbînên elekitrîkê ya li gundê siwêdiyê, stasiyonên xazê ya ku dihêlin ev torbîn kar bikin.”
Rêveberê Stasiyona Elekitrîkê ya Kantona Cizîrê Birahîm Yûsiv axaftinên xwe bidawî kirin û wiha got: “Pêwîste milet hemû rabe ser piyan û derkevin meşan û daxuyaniya bidin çi di herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de çi li Ewropa bê, divê gelê kurd bêdeng nemîne û saziyên mafên mirovan jî van êrîşên ku li ser gelê kurd tên kirin qebûl nekin û piştgirtî û destekê bidin gelên Kurd, her wiha civaka kurd jî pêwîste bêtir xwedî li axa, sazî û stasiyonên xwe derkevin, bi hêzeke xurtir li ser piyan bisekinin da ku armancên dewleta Tirk hemû têk herin, her wiha ofîsa ênêrciyê hemû hewildanên xwe dike da ku karibe ev kêmasiya ku êrîşan kirî di aliyê elekitrîkê de çareser bike.”